Semsûrî bi piştevaniya gel li ser piyan mane 2023-02-19 11:04:03     Şehrîban Aslan   SEMSÛR - Welatiyên li gundên Semsûra ku hema bêje hemû avahiyên wê hilweşiyane diyar kirin ku berî dewletê, ew bi alîkariyên ji gel hatine li ser piyan mane.    Di erdheja 6'ê Sibatê ya ku navenda wê Mereşê pêk hat de bajarê Semsûr, navçe û gundên wê wêran bûn. Li bajêr saziyên fermî jî di nav de nêzî 2 hezar avahî rûxiyan, li gorî tespîtên ewil zêdeyî 8 hezar avahî hilweşiyan e. Di dema erdhejê de hema bêje tevahiya bajêr hilweşiya, xelkên Semsûrê bertek nîşanî dereng hatina ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê dide ku di encamê de bi hezaran kes di bin xirbeyan de jiyana xwe ji dest didin.   Li gundên Dardagan, Yavuzlar, Karaagaç û Balyan ên ku erdhej lê çêbû û bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan, dibe ku ev reaksîyon were dîtin… Nebûna avahiyek saxlem li ser rêya gundan ku di ser navenda bajêr re derbas dibe careke din karaseta erdhejê li holê radixe. Li her cihê ku em gavê diavêjin hevoka yekem a ji devê xelkê derdikeve ev e: “Semsûr êdî navê êşê ye, bajarê me wêran bû, lê me dewlet li gel xwe nedît.”   'Em ê ji serma bimirin'   Dema em çûn gundên Dardagan, Yavuzlar û Karaagaçê welatiyên gund gotin ku ji medyaya alîgir tu kesî rewşa wan nepirsî ye, ew bi qedera xwe re hatine hiştin û tu kesî dengê wan nedaye bihîstin. Welatiyên Semsûrê gotin, “Ji çapemeniya Tirk kes nehat û êşên ku me kişandine rangihandin. Xizmên me jiyana xwe ji dest dan me malên xwe winda kirin. Êdî em nikarin bi xilasbûna xwe jî kêfxweş bibin. Em li tiştekî nagerin. Me têra xwe êş kişand, ji bilî sivîlan tu kesî birînên me derman nekirin. Erê, em sax man, lê ger ku wiha dewam bike em ê ji sermana biqufilin û bimirin. Konek jî nedan me "   'Dewletê alîkarî neda'   Fatma Filît a li gundê Dardaganê yê ku em pêşî çûnê, got ku ji ber erdhejê ceryan qut bûye, ew li cem neviyên xwe ye û nexweş e. Fatmayê diyar kir ku ji bo neviyên xwe ji malê derdixîne gelek zahmetî kişandiye û wiha got: “Me xwe avêt derve. Lê derve sar bû û berf dibariya, em li cem zarokan man. Dayîka min û zêdetirî 30 xizmên min di bin kavilan de mirin. Dewlet nehat alîkariya me. Lê em dizanin ku Semsûrê piştgiriyeke mezin ji raya giştî girt. Neviyên min hîn nexweş in û em nikarin dermanan bi dest bixin. We dît çawa mala min wêran bûye. Bi rojane av tune ye, em di kon de ne û em nikarin ji bo sobê êzingan peyda bikin. Ne hewce ye ku em zêdetir li ser rewşa xwe biaxivin, ji ber ku rewş li holê ye."   'Biraziyê min jiyana xwe ji dest da'   Piştre li gundê Karaagaç ê ku em çûnê gundiyan dema ku zanî em rojnameger in, yekser malên wêrankirî û malbata ciwanê 22 salî yê di bin xirbeyan de jiyana xwe ji dest da, dan nasîn. Meryem Taner a ku li gundê Karaagaç e  wiha got: “Roja erdhej çêbû wekî qiyametê bû. Dema em derketin derve me dît ku li gund malên wêrankirî hene. Min biraziyê xwe yê 22 salî di bin kavilên erdhejê de winda kir. Alîkariya me ji gelê me hat, spas. Lê malên me wêran bûn, em li derve man, pêwîstiya me bi konan heye. Gundiyan bi derfetên xwe konek ava kirine, lê hema bêje hemû gund hewl didin di heman konî de bijîn. Gelek tişt hatin serê me, em nemirin, lê em ê ji serma bimirin.”   'Tu kes nehat alîkariyê'   Beriya ku em biçin gundê Balyan ku em dawiyê çûnê, gundiyên gundê din bi israr dibêjin Balyan wêran bûye. Lê dema em çûn gund me texmîn nedikir ku wêranî di vê astê de ye. Dema em çûn gund me dît ku gundê Balyan hema winda bûye. Dema ku em hilkişiyan zozanê gund, me zilamek dît ku nivîn û doşekan ji xaniyê wêrankirî derdixe. Wexta ku em dibêjin “derbasî be”, dibêje “Em nizanin derbas bûye an na, lê gundê me qediya, malbata min qediya. Ez ji Mêrsînê hatim, lê negihîştim wan. Li gund zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest da."  Dema em li gund pêş ve diçin, em rastî du jinên pîr û temenê wan orte tên. Ayşe Ozen a extiyar û digirî wiha got: “Ew ne erdhej bû, felaket bû. Ez hê jî matmayî me ku ez çawa dijîm. Hûn dibînin, ma gengaz e ku meriv ji vir sax derkeve? Jixwe berf, baran, bahoz bû. Ne dewlet hat û ne jî alîkarî da. Ji ber ku kes nehat ji bo rizgarkirnê   gelek ciwan û zarok mirin. Xwezî ez li şûna wan xortan û zarokan bimirama. Dema ez  mirî, heywanên ku mirine û gundê xwe wêran dibînim ez pir xemgîn dibim."   'Em ê heta kengê bi vî rengî bimînin'   Zeynep Çelîk a ku li kêleka Ayşeyê ye jî got, “Em di kon de ne, konê me heta dawî vekirî ye. Hemû gundiyên vî gundê wêrankirî di vî konî de dimînin. Em hewl didin tiştên xwe li vir biparêzin. Min her du zarokên xwe bi zorê ji bin kavilan derxistin. Li gund malek heye ku ne hatiye hilweşandin lê wê jî gelek zerar dîtiye, carinan jî em neçar dimînin ku li wir xwe biparêzin. Em nikarin mirinê bidin çavên xwe, em jî nizanin dê çi bibe. Dibêjin di rojên pêş de dê dîsa baran û berf bibare, wê demê em ê çi bikin? Em nizanin em ê heta kengî bi vî rengî bimînin. Em daxwaza alîkariyê dikin.”