Li taxa Ermence ji ber erdhêjê erd qelişî 2023-02-18 20:08:26   HATAY-  Li navçeya Altinozu li taxa Ermence ji ber erdhejê erd qelişî û darên zeytûnan di nav qelişan de wêran bûn.   Li taxeke navçeya Altiozu ya Hatayê ji ber erdhêja di 6’ê Sibatê de ku navenda wê Mereş bû pêk hat, li bi dirêjiya 300 metreyî û 50 metre firehiyê erd qelişî.    Darên zeytûnan ketin qelaşan û zirarek mezin dît. Welatiyê bi navê Hasan Elmacioglu da zanîn ku baxçeyên zeytunan dema erdhêjê de ji hev veqetiyaye. Hasan her wiha da zanîn ku got erdên ku rast bûn piştî erdhêjê bûye gir.