‘Divê li Hatayê xizmeta tenduristiyê ya asta ewil bê dayîn’ 2023-02-18 09:10:04     Gulistan Dursun   HATAY - Ji Meclîsa Tenduristiyê ya HDK’ê Leyla Kalin da zanîn ku hilweşîna nexweşxaneyan, bêpergalbûna pergala tenduristiyê rê li ber prisgirêkên cidî vedike û gotin ew li dijî krîzeke ku derketiye holê têdikoşin.   Piştî du erdhêjên navenda wê Mereş bû li 10 bajaran hilweşînên mezin pêk hatin û xebatên rakirina kavilan didome. Yek ji bajarên herî zêde bi bandor bû Hatay bû. Hîna hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane nehatiye tespîtkirin. Nexweşxaneyên bajar jî hilweşiyan û ji bre vêjî pergala tenduristiyê bi kordîne nameşe.  Li bajar hîna av û ceyran tune û hîjyen pirsgirêka herî girînge û ji ber vê herî zêde jin bi enfeksiyonên re têkoşin.   Em bi kedkarên tenduristiyê ku ji roja ewil de li Hatayê têdikoşin re axivîn.    ‘Ji saziyên dewletê xizmet tune’   Leyla Kalin ji Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ye û li Hatayê bi awayekî dildar dixebite. Leylayê got ji roja ewil de ye jin di şertên giran de dijîn û wiha pê de çû: “Mixabin jin hîna nikarin xwe bigihînin ped an jî alavên paqijiyê. Jin êdî pirsgirêkên tenduristiyê yên jinan dijîn.  Enfeksyonên malzarokê dijîn. Jin hîna di alî bincilkan de pirsgirêkan dijîn. Li bajar tu saziyek dewletê organîzasyona wan tune. Nexweşxane hene lê mixabi pergalek tune û ev jî krîzê giran dike. Em bi krîzeke ku derketiye holê re têdikoşin.”   ‘Divê giştî bê dîtin’   Leylayê destnîşan kir ku pirsgirêkên heyî divê demildest bên çareserkirin û ji bo pirsgirêk bên çareserkirin û divê di pergaleke ku rêxistinên tenduristiyê ava kirine de pirsgirêkên tenduristiyê bên çareserkirin û divê çareseriyeke mayîn de be. Leylayê wiha dirêjî dayê: “Em çiqas dermanên enfeksyonê bidin jî çareserî pêk nayê. Divê ewil hewcedariyên tuwalet, ped, şuştin, bilcilkan bên peydakirin. Yanî divê em bi giştî li mijarê binêrin. Divê ewil ev bên çareserkirin.”   Divê xizmeta asta ewil bê dayîn   Leylayê balkişand ser mekanîzmayên xizmeta tenduristiyê ya asta ewil û got divê wezareta tenduristiyê xizmeta asta ewil bide runiştandin û got: “Niha der barê vê de tu tiştek tune. Navendên tenduristya malbatî tune ne. Yanî titşekî ku pêvajoya jinan hêsa bike tune, ne mijara gotinê ye. Lê divê bil ez ev ji aliyê wezareta tenduristiyê ve bê runiştandin.”   Dermankirina nîvco   Endama Sendîka Kedkarên Tenduristiyê (SES) Dîren Dogan ku dildar li herêmê dixebite wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ji ber sermayê û rewşên psîkolojîk pergala xweparastina mirovan ketiye. Em di alî parastina tenduristiya gel de xebatan dimeşînin. Em tax bi tax geriyan, bi taybet me bi jinan re enfeksiyon zêde bihist. Em hewl didin alav û dermanan ji vir peyda bikin. Lê dermanên destê me kêm in. Em parve dikin. Em ji nexweşan re dibêjin ev dermankirinek nîvcoye. He rwiha jinên ducanî hene. Nikarin derman bibin. Her wiha der barê nexweşên krînok de jî em pirsgirêkên dermanan dijîn. Ligel vê nexweşiyan jî rû daye. Divê demildest tedbîr bên girtin.”