‘Pirsgirêkên jinan tên paşguhkirin’ 2023-02-17 09:46:24   Sema Çağlak-Rabîa Onver   DÎLOK - Li navçeya Islahiyeyê 11 roj in pirsgirêka av û ceyranê heye. Jinên ku di konan de dimînin destnîşan kirin ku pirsgirêkên jinan tên paşguhkirin.    Piştî erdheja navenda Bazarcixa Mereşê welatî bi giştî li 10 bajaran bi rojan e li derve û di şert û mercên dijwar de dijîn. Bi taybetî jî zêdetir jin ji erdhêjê bibandor bûne. Jinên ku nikarin lazimiyên xwe yên bingehîn pêk bînin. Bi nebûna av û ceyranê pirsgirêkên hîjyenê jî dijîn. Jinên ku li navçeya Islahiyeyê di konan de dimînin derbarê rewşa xwe de axivîn.   ‘Em ji aliyê hijyene bi fikar in’   Menekşe Yeter, diyar kir ku ji ber ku peywirdarên jin tune ne nikarin pirsgirêkên xwe bi rehetî vebêjin û got: “Roja erdhêjê em bi pêxwas û em tenê bi kincên li ser xwe derketin derve. Ji wê rojê ve ne ji aliyê kincan ne ji  aliyê hijyene û ne jî ji bo lazimiyên xwe yên taybet em nikarin tiştekî bikin. Rewş û halê me li holê ye. Ji erdhêjê hemû kes bibandor bûn lê herî zêde jin bi bandor bûn û mexdûr bûn. Li vir zêdetir peywirdarên mêr hene an jî yên ku pêdiviyan didin mêr in em nikarin pêdiviyên xwe yên taybet bi rehetî bibêjin. Gelek jin fedî dikin û em ji aliyê hijyenê ve gelek bi fikar in. Bi vê qirêjahiyê û ji ber pirsgirêkên hîjyenê wê nexweşîn zêde bibin.Jixwe hêdî hêdî şewb bilav dibe. Divê ev pirsgirêk bi lezginî werin çareser kirin. Ceyran li vir tune ye lê sobeyên ceranê didin. Sobeyên gazê didin lê bi piranî ew jî serê wan tune ye. Lewra em bi şev gelek mexdûr dibin.”   ‘Nexweşîn çêdibin’   Hatîce Yeter jî di erdhêjê de 2 neviyên wê jiyana xwe ji dest dane û avahiya wan hilweşiya e. Hatîce, got: “Ji hefteyek zêdetir e ne av ne jî ceyran heye. Kon dan me, lê tenê bi kon pirsgirêk nayên çareserkirin. Em ne dikarin serê xwe bişon ne jî dikarin paqijiyê bikin. Nexweşiya şekir bi min heye. Em gelek kes temenên me mezin e û nexweş in.  Em di gelek şert û mercên dijwar de dimînin.  Her wiha bi şev gelek sar e em nikarin ji sermaye razên.”   ‘Divê ji bo yên astengdar alikarî were kirin’   Tulîn Guven jî diyar kir ku ew 7 kes di konekî de dimînin û ji malbata wê 3 kes astengdar in. Tulîn, got: “Ji roja destpêka erdhêjê heta niha av û ceyran tune ye. 3 astengdarên min hene ez li wan dinêrim û gelek zehmetî dikşînim. Divê ji bo astengdaran jî alikarî  were kirin.”