Ji Stenbolê heta Semsûrê piştevaniya jinan 2023-02-17 09:01:36   Rozerîn Gultekîn   SEMSÛR - Jinên ji bo piştevaniyê ji Stenbolê hatin Semsûrê, nêzîkatiya dewletê bi gotinên wekê "Dewlet ji zextxwiriyê re heye lê dema ku dor tê jiyankirina welatiyan tune" nirxand. Jinan diyar kirin dê her di nav piştevaniyê de bin.    Di erdhêjên ku navenda wê Mereş bû pêk hat 10 bajar bi bandor bûn û bi dehezaran kesî jiyan ax we ji dest dan, bi dehezaran birîndar bûn. Li bajarên ku dewletê qet nedît, piştevanî bi alîkariya dildaran pêk hat. Yek ji bajarê ku herî zêde bi bandor bû Semsur bû. Li Semsurê piştevanî her diçe mezin dibe. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Dema Jinan û aktîvîstên Jin bi Hev re bi Hêz in çûn Semsurê û bi jinan re piştevaniya xwe pêk tînin. Jinên ji bo piştevaniyê ji Stenbolê hatin Semsûrê der barê piştevaniyê de axivîn.   Karasetê barê jinan giran kir   Endama Jin bi Hev re bi Hêz in Ferîde Eralp da zanîn ku geşedanên wekê erdhêj, karaset û yên din barê jinan hîn bêtir giran dikin û got: “Lêrîna zarokan, hewldana têkoşîna jiyanê, berpirsyariya li hember civakê, ev hemû barê jinan giran dikin û her wiha keda wan nayê dîtin. Lê hewcedariyên jinan di van pêvajoyên wisa de jî nayên dîtin. Em van ji piştevaniya Wan, Pirsûsê dizanin. Ji ber vê jî me xwest em piştevaniyê mezin bikin. Komek Piştevaniya Femînîst hatin gel hev û ji 300’î zêdetir jin têde cih digirin. Em bi herêman re ketin têkiliyê. Komeji wek dildar çûn Islahiye ya Dîlokê. Wan li wir xebatên rizgarkirinê meşandin. Gelek cenaze derxistin. Piştre em beşek çûn Semsurê beşek çûn Hatayê.”   Wê konê jinan bê vedan   Ferîdeyê  destnîşan kir ku pêvajoyên pêş de plan dikin ku konên jinan ava bikin û di van konan de li ser hewcedariyên jinan bixebitin. Ferîdeyê ev tişt bi lêv kir: “Em jin tên asta ku nikarin hewcedariyên xwe bixwazin. Me tînin asta şermê. Em vê rewşa şermkirinê baş nas dikin. Em bincilk û pedan naxwazin. Em ekîbek ji 9 kesî pêk tê hatin Semsûrê. Di rojên pêş de dorveger em ê li Semsûr û Antakyayê xebatan bimeşînin.”   ‘Jiyana nû wê bi hewldanên me bê avakirin’   Ferîdeyê der barê nêzîkatiya dewletê ku alîkarî neda kavilan de jî wiha daxuyand: “Dewlet dema zextxiwariyê amade ye lê dema jiyankirina welatiyan tune. Me êdî dest jê berdaye em nabêjin bila dewlet peywira xwe bike. Lê bila ji me re jî nebe asteng. Em dixwazin jiyana nû li vir ava bikin û ev wê bi hewldana me pêk bê.”   ‘Girîngiya tevgera bi rêxistin carek din derket holê’   Endama Komeleya Dema Jinê Newroz Unverdî jî der barê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û wiha domand: “Li herêma erdhêjê mirov bê kes hiştin. Yên hatin alîkariyê jî pêşî lê girtin. Di vê pêvajoyê de ne pêkane em ji hev dûr bin. Ji bo piştevaniyê me hewl da em ligel wan bin. Li Islahiyê me mirov ji bin kavilan derxistin. Du sê rojên ewil li herêmê hejmara ekîbên profesyonel û rayedar pir kêm bûn. Ji bo hewcedariya mirovan koordînasyonek tunebû. Me koordînasyon ava kir. Li gorî hewcedariyan me tişt şandin gundan û bajaran. Jinên di jiyanê de bi gelek tundiyan re tên rû hev, piştî karasetan jî pisgirêkên ewlehiyê dijîn. Jinên ducanî û nû zarok anîne dinê pisgirêkan dijîn stresê dijîn. Jin nikarin xwe bigihînin ped û bincilkên paqij. Em ji bo hewcedariyên jinan xebatên xwe  didomînin.”   ‘Em ji hev re war in’   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Tuba Ulu jî  daxuyakirin ku li gelek qadan xebat meşandine û di alî tenduristiyê de agahdarkirin û alavên hijyenê belavkirine û wiha dawî lê anî: “Ji vir şûnde nexweşî mijara gotinê ne. Ji bo ev dakeve asta herî jêr peywir dikeve ser milê me hemûyan. Piştevanî gelek girîng e. Ji ber em jin warên  hev in. Gelek girîng e ku em bi jinan bidin hîskirin ku ew ne tenê ne. Xebatên me wê bidomin.”