Pervîn Buldan: Tayînkirina qeyûm li Pazarcixê wêneyê şermê ye 2023-02-16 12:43:29   DÎLOK - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan serdana erdhêjzedeyên Islahiyeyê kir. Pervîn, bal kişand li ser qeyûmê ku tayînî koordinasyona alikariyan a bazarcixê kirin û got: “ Tayînkirina qeyûm a li dijî piştevaniya bi Bazarcixê re wêneyê şermê yê dîroka Tirkiyeyê ye."   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, ligel şandeya pê re serdana navçeya Îshahiyeyê ya Dîlokê ku ji erdhêjê zerareke mezin dîr kir. Dı şandeyê de li gel Pervînê berdevka Meclîsa HDP’ê Ebrû Gunay, Parlementerên HDP’ê Serpîl Kemalbey û Mahmut Togrul cih girtin. Pervînê û şandeya ligel wê ewil serdana welatiyên ku di konan de dimînin kir û daxwaz û peyamên welatiyan guhdar kirin.    Şandeyê piştî serdanan li ber kavilan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Pervîn Buldan axivî.  Pervinîn di destpêka axaftina xwe de ji bo hemû welatiyan sersaxî xwest û peyama piştgiriyê da.    Pervîn, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku tevî  roj derbas bûne jî hin welatî di bin xirbeyan de li benda rizgarkirinê ne û wiha got: “Gelek  kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek xanî hilweşiyane, lê hê jî mirov di bin kavilan de ne. Hejara kesên jiyana xwe ji dest dane gelek zêde ye. Her wiha em dizanin ku hê jî di bin kavilan de kesên ku nehatine derxistin hene. Ji ber vê yekê girîng e kesên di bin kavilan de di zûtirîn demê de bên derxistın û piştre xebatên rakirina bermahiyan bên destpêkirin. Pêvajoya ku dê zerarê bide laş divê bê rawestandin. Kesên me yên birîndar hene. Ez ji wan re şifayê dixwazim."   ‘Yên ku divê îstifa bikin tiliyên xwe nîşanî kesan didin'    Pervîn, destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê MHP’ê nihare dewletê bi rêve bibe û got: “Weke HDP’ê li hemû bajarên ku 11 rojin erdhej li wan pêk hatiye em çûn serdana gelê xwe. Gelê me êşên xwe parve kir û hewl da birînên wan bipêçe. Lê belê me dît ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku 2-3 rojên destpêkê tunebû, di rojên dawî de derket holê û bi taybetî HDP, rêxistinên sivîl, rêxistinên pîşeyî, dildar ku alîkarî dikirin asteng kir.  Helbet ev wêne wek tabloyek û mohreke reş ket dîroka Tirkiyeyê. Weke wêneyek derket holê ku 20 salan welat çawa hatiye idarekirin. Dema ku me alîkariya gel dikir û me dixwest em nêzî gel bibin dewletê me asteng kir. Yên ku îro divê îstifa bikin tiliyên xwe nîşanî kesên ku alîkariyê didin dikin. Yên ku divê îstifa bikin, mudaxeleyî kesên ku hewl didin alîkariyê bidin dikin. Ger bi vê hikûmetê re hinek ûjdan hebûya, diviyabû piştî van du rojên destpêkê hemûyan, Serokkomar jî tê de îstifa bikira. Lê belê ne rûyê wan ê îstifakirinê heye, ne jî wijdanek wan ê bi vî rengî heye.”   ‘Em ê bi hev re birînên xwe bipêçin’   Pervînê, wiha axaftina xwe berdewam kir: “Careke din em bang li hikûmetê dikin, yên ku alîkariyê dikin asteng nekin. Bila mirov bi vê hesta hevgirtinê, bi vê hişmendiya wijdanî birînên hev derman bikin. Bila gelê me di zûtirîn demê de ji vê kavilê rizgar bibe. Îro careke din me dît ku li Îslahiyeyê jî destwerdana tîmên alîkariyê yên ji başûrê Kurdistanê hat kirin. Alîkariya wan hat astengkirin. Bi sedan kes ji bo alîkariyê hatine, lê destûr nayê dayîn ku ji konên xwe jî derkevin. Wijdanek wisa, exlaqek wisa heye. Ger hûn nikarin, bihêlin ku em bikin. Hêz û îradeya me heye ku em vê bikin. Me tu carî gelê xwe bi tenê nehişt, ji niha û pê ve jî em ê bi tenê nehêlin.”   'Tayînkirina qeyûm a li ser alîkar mahora reş e’   Pervînê, bal kişand ser tayînkirina qeyûm a ser koordinasyona alikariyan ya Bazarcixê û got: "Duh li Bazarcxa Mereşê qeyûm tayînê embara me ya ku alîkarî lê hat berhevkirin kirin. Ev jî wekî mohreke reş ket dîrokê û di dîroka Tirkiyê de wek wêneyekî şermê cihê xwe girt. Ti sedem nîne ku em bibêjin hûn ê ji cihê ku alîkarî lê tê kirin û gel bi dilxwazî kar dikin derkevin, em ê alîkariyê belav bikin. Min duh got, îro jî dibêjim. Em wan alîkariyan digihînin gelê xwe. Heta ku hûn dixwazin hewl bidin ku pêşî lê bigirin. Hûnê tenê bimînin.”   Piştî daxuyanîyê Pervîn Buldan ligel şandeya pê re ji bo biçin Bazarcixê bi rê ketin.