'Bêrîya AFAD’ê welatî gihaştin hawara me' 2023-02-16 09:52:43     Sema Çaglak - Rabîa Onver   DÎLOK - M.,Y., a ku 9 xizmên wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, destnîşan kir ku hê jî di bin kavilan de parçeyên cinazeyan hene û got: “Beriya AFAD'ê welatî gihîştin hawara me Gelek kes ji ber ku nehatin teşhîskirin li gorîstana bêkesan hat definkirin. gelek kes jî di bin kavilan de hatin hiştin.”   Li navçeya Islahiye ya Dîlokê ku yek ji deverên herî zêde ji erdhêjê bibandor bû beşekê wê ya mezin rûxiya ye. Li navçeyê herî kêm 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.  Lê li gel ku hîna gelek kes jî di bin kavilan de ne  xebatên lêgerîn û rizgarkirinê îro bi dawî bûn. Her wiha li navçeyê pirsgirêkên av û ceyranê jî heta niha nehatine çareserkirin.   ‘Kes negihişt hawara me’   Gava em li navçeyê gerîyan jineke ku bi çavên girî li mala xwe ya hilweşiyaye temaşe dike bala me kişand. Jina bi navê M., Y., ku em çûn cem di erdhêjê de 9 xizmên wê di erdhejê de jiyan xwe ji dest dane. M., bi dilşewatî wiha behsa tiştên ku jiyaye kir: “Ez li Mereşê dimînim. Gava li Mereşê erdhêj çêbû li xwişka xwe geriyam lê bersiva min neda. Em ji Mereşê hatin Islahiyeyê. Rê gelek xirab bûn. Me bi zorê xwe ji gundan xilas kir, her derê gundan wêran bibû. Piştî 4 saet rê em gihaştin mala xwişka xwe. Mala xwişka min û malbata wê hilweşiyabû û di bin kavilan de bûn. Wê çaxê ne AFAD ne jî ji bo alikariyê kesek hebû. Hemû kesî hewil didan ku xwe ji bin kavilan rizgar bikin.  Piştî 6 saetan me cenazeyê xwişka min bi alikariya welatiyan derxist. Ji tîmên rizgarkirinê tu kes tune bû ku bigihêje hawara malbata min.”   ‘Cenaze bêyî teşhiskirina malbatan hatin definkirin’   M., destnîşan kir ku gelek kes bi alikariya welatiyan ji bin kavilan hatin rizgarkirirn û got: “Ev avahî 5 qat bû û 10 daîre tê de hebûn. Lê ji bin kavilên vê avahiyê tenê bûka min, 2 zarokên wê û cîranek me bi saxî hatin rizgarkirin. Yên din hemû jiyana xwe jidest dan. Cinazeyê yekemîn ê ku hat derxistin ê xwişka min bû. Ji ber ku morg tijî bû nexweşxaneyê cinazeya xwişka min wernegirt. Piştî demekê me cinazeyê xwişka min şûşt û defin kir. Lê yên din  ku hatin derxistin bê kefen û şûştinê hatin definkirin. Bêyî ku agahiyekê bidin xizmên wan ew defin kirin. Tenê yên ku wê demê li wir bûn cenazeyên xizmên xwe teşhîs dikirin û wiha defin dikirin.”   ’Telefon vekirî bû, AFAD bi maşîneyan çû ser kavilan’   M., diyar kir ku Saziya Alîkariya Lezgîn (AFAD) li şûna alavên rizgarkirinê bi maşîneyên kar ket ser kavilan û got: “AFAD roja duyemîn hat vêderê. Xizmeke me di bin kavilan de bû. Telefona xwe vekir û17 sanîye telefona wê vekirî ma. Lê AFAD lı şûna alavên rizgarkirinê bi maşîneyên kar ket ser kavilan. Heke wisa nekiriba wê ew bihata rizgarkirin. Kerasetek mezin çêbû lê ji aliyê rayedaran ve ne koordînasyonek hebû ne jî xebatek hebû.. Ne pêwendî ne jî ceryan hebû.  Welatiyan bi hewildanên xwe bi neynûk û tiliyên xwe kavil kolan û gelek kesên di bin kavilan de rizgar kirin.”   ‘Di bin kavilan de parçeyên cenazeyan hene’   M., bilêv kir ku êdî ji Islahiyeyê bêhna mirinê tê û got: “Îro roja 10’emîn e û hê jî li Îslahiyêyê kavilên ku qet tu kesî dest nedaye wan hene. Ji Ishaiyêyê bêhna miriyan û mirinê tê. 10 roj in ne av ne ceyran ne jî tuvalet heye. Em 10 roj in bi kincên xwe yên roja ewil in.  Divê ev dewlet ewqas biçûk û aciz nebibûya. Gelek kes ji ber ku nehatin teşhîskirin li gorîstana bêkesan hatine definkirin. Gelek cenaze di bin kavilan de hatin parçekirin. Malbatan cenazeyên xizmên xwe parçe parçe wergirtin. Hê jî di bin van kavilan de parçeyên cenazeyan hene.”   ‘Dewlet li ku bu’   M., destnîşan kir ku ew tenê hatine hiştin û wiha bertek nîşanî rewşa heyî da: “Em ewqas bac didin lê bi tu şiklî ew ji bo gel nehat bikaranîn. Bêrîya AFAD’ê welatî gihaştin hawara me. Welatiyan alikariya me kir. Ji kesên ku em qet nas nakin alikarî hat.Bi salan me bac da vê dewletê û mal û milkê xwe da. Heke dewlet îro ligel min nebe wê kengî bibe. Keça min û neviyên min hemû bi birîndarî û bi zerara laş ku heya dawiya jiyana wan bi wan re bin derketin. Xwarziyê min emeliyat bû. Ji bo ku zarokên me li cihê hijyenik tedawî bibin me wan şand bajarên ku em jê dûr in. Gava em di wê rewşê de bûn dewlet li ku bû?”   ‘Em 30 kes li embarekê dimînin’   M., wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hem xaniyên me yê Mereşê hilweşiya hem jî yê vêderê hilweşiya. Niha em nizanin biçin ku derê. Gel hemû tiştê xwe winda kir. Em niha li gundê xwe 30 kes li embarekê dimînin. Ligel me ajal jî dimînin. Heke alikariyên welatiyan tune bûya niha bataniyek jî tunebû ku em biavêjin ser xwe. Hewa bi şevan dikeve pileya bin sifrê. Ji kavilan bajar û navçe nemane. Nexweşîn belav dibin. Paqijî nayê kirin."