Berteka ‘ka dewlet’: Gel dizane kî hatiye 2023-02-16 09:05:02   Gulîstan Dursun   HATAY -  Îrem Kayikçin der barê konê li Samandagi ava kirine axivî û got bi serhildana gel ya ‘ev dewlet li ku ye’ re hatine rû hev û wiha vegot: “Ev gel û jin her tiştî dizanin. Dizanin ku ewil kî hatiye vê derê, kê piştevanî kiriye û piştevanî mezin kiriye. Em ê hemû bi hev re van demên zehmet derbas bikin. Em ê piştevanî û têkoşînê mezin bikin.”   Erdhêja di 6’ê sibatê de ku navenda wê Elbîstan û Bazarcix ku bi pêla 7.7 û 7.6 pêk hat, bandor li 10 bajaran kir. Yek ji bajarên herî zêde bi bandor bû Hatay bû. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane hîna nehatiye tespîtkirin. Ji ber xebatên rizgarkirinê giran tevdigerin û ji ber bêkordînebûnê hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin roj bi roj zêde dibin, hîna bi hezaran kes jî di bin kavilan de ne. Li gorî daneyên xesarê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Avhewayê, divê 33 hezr û 647 avhî lezgîn bên hilweşandin.    Bajarê ku beşek mezin hilweşiya ji ber alîkarî nagihêjê bi piştevaniya gel  li ser piyan dimînin. Piştevaniya Mor li Samandag a Hatayê konê piştevaniyê vekir. Der barê kon de Îrem Kayikçi û Sînem Çakal axivî.   ‘Jin piştevaniyê mezin dikin’   Îremê destnîşan kir ku ji roja ewil a erhdêjê de li taxan mekanîzmayên Piştevaniya Mor hatine avakirin û hewcedariyên jinan peyda dikin. Îremê ev tişt anî ziman: “Niha li Samandagi konekî  me yê ji bo piştevaniya jinan heye. Em bi gelek jin û femînîstî re piştevaniyê li vir mezin dikin. Em ji bo jinan hewcedariyên rojane, ped, bincilk û her wekî din peyda dikin. Em dixwazin ev piştevanî li her taxê pêk bê. Bi vî awayî em lingên piştevaniyê jî mezin dikin. Ji ber hîna av nedane taxan. Ceyran û av tune. Jin û zarok bi rîska nexweşiyê re rû bi rû ne.”   ‘Serhildana ev dewlet li ku ye mezin bû’   Îremê di berdewamiyê de balkişand ser bêkordînebûna ekîbên rizgariyê û di vê mijarê de jî wiha bi lêv kir: “Di roja 4’emîn a erdhêjê de 4-5 ekîbên AFAD’ê li taxan bûn. Dema ekîb dereng bên jî tu wateya wê namîne. Ji ber AFAD dereng hat gelek kes mirin. Gel xwedî li piştevaniyê derket. Gel bi şoreşger û komeleyên jinan bawer in. Ji ber vê jî serhildana ‘ev dewlet li ku ye’ derket holê. Ev serhildan her diçe mezin dibe. Mirov hîna li bende cenazeyên xwe ne.”   ‘Em dikarin xwedî li hev derkevin’   Îremê wiha dawî lê anî: “Mezinkirina piştevaniyê ferz e. Divê em xwedî li hev derkevin. Em tu derê terk nakin. Em destûrê nadin provakasyonên nîjadperest.Em ê bi hev re van demên zehmet derbas bikin. Em ê piştevanî û têkoşînê mezin bikin.”   ‘Hewcedariyên jin û zarokan nayên dîtin’   Sînem Çakal a li qadê xebatan dimeşîne çavdêriyên xwe wiha anî ziman: “Hewcedariyên jin û zarokan nayên dîtin. Ceyran û av tune. Paqijî gelek girîng e.Daxwaza jinan ji me alavên paqijiyê û pedên hîjyenik in. Lê mixabin hewcedariyên jin û zrokan nayên dîtin. Psîkolojiya zarokan û hewcedariyên jinan girîng in. Bi konê ku me ava kiriye em hewl didin van derxin plana pêş. Em hewl didin xwe bigihînin zêdetir jinî. Em ê bi piştevaniya jinan vê kavilê rakin.”