‘Rêveberiya Xweser di erhejê de dest da me’ 2023-02-16 09:04:02   Medya Uren   AMED - Yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bi bandor bûye jî Şehba ye ku bi hezaran koçberên ji Efrînê hatine, dihewîne. Nîştecihên Şehbayê tiştên jiyane parve kirin û gotin: “Em bi rojane li derve ne. Rêveberiya Xweser bi me re bû alîkar û seferberiyek mezin da destpêkirin. Me bi hev re alîkariya hev kir û me birînên hev pêça.”   Di encama erdheja navenda wê Mereş û Dîlok de tevî Bakurê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi giranî di bin bandorê de ma. Yek ji bajarên zirara mezin girtiye Şehba ye ku bi hezaran koçberên ji Efrînê, ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê koçber bûne lê ye. Di encama erdehejê de cara duyemîn malên welatiyan xira bûn. Rêxistina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji roja yekem ve hewl da bi derfetên xwe di bin siya ambargo û êrişên dagirkeriyê yên berdewam dikin de birînên gel bipêçe.   Bi hezaran welatiyên li Şehbayê ji ber xaniyên wan zirarên mezin girtine nikarin bikevin malên xwe de û di konên bi derfetên Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd hatine vedan de dimînin. Mexdûrên erdhejê bi ajansa me re axivîn   ‘Em neçar in di bin konan de bimînin’   Zekiye Elî Hesen da zanîn ew neçar in di bin konan de bimînin û wiha got:" Di roja erhejê de ji ber hejîn û xisarên mezin ên ketine bajêr em daketin kolanan. Em li konan man. Bê sol û bê cil em derketin. Ewlehiya me tune bû. Em tî û birçî bûn. Herî dawî ber bi nîvro ve em hatin gel hevalan. Rêveberiya Xweser hewl da xwedî li me hemûyan derket. Bi derfetên lewaz kon hatin vedan. Konên me vedane ji bo şert û mercên avhewayê ne guncav in. Lê em nikarin bikevin hundirê avahiyên xwe. Em neçar in di konan de bimînin.”   ‘Bi caran e em ji mirinê xilas dibin’   Jina bi navê Helebê jî di êrişên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê daye meşandin de koçberê Helebê bûne û ji Helebê jî ji ber erdhejê ber bi Şehbayê ve hatine. Xaniyê wan li Helebê jî xira dibe. Mexdûra erdhejê Helebê ev gotin kir: “Di jiyana xwe de min zelzeleyek wiha nedîtibû. Sermayek hişk hebû baran dibarî wê şevê. Me bi erdhejê çavê xwe vekir. Bi rojan em di bin baranê de man. Xaniyê me xira bû û hevjînê min 2 rojan di bin kavilan de ma. Me bi derfetên xwe hewl da em ji bin avahiyê derxin. Heval destkariya me kirin û em hatin gel wan. Bi hemû derfetên xwe Rêveberiya Xweser seferber bû. Ji bo derxistina kesên di bin kavilan de mane û heya kesên mexdûrê erdhejê seferber bû. Bi rojane seferber in û alîkariya me dikin. Ez ê li Şehbayê bimînim. Ez keçên xwe û hevjînê xwe bi caran e ji mirinê xilas dibin.”   ‘Me birînên hev pêça’   Yek ji nîştecihên din ya mexdûra ku ji Efrînê hatiye Şehbayê jî wiha got: “Di êrişên dagirkeriya Efrînê de koçberî Şehbayê bûye û li Şahbayê jî ji ber erdhejê xaniyê wê xira bû. Di bin baran û şert û mercên zehmet ên sermayê de em man. Rêxistina vir hewl da bi me re bûn alîkar û hefteyeke em di bin konan de ne. Em bi hev re bûn alîkar û me birînên hev pêça. Ji derveyî me kes nebû alîkar.”