DBP, HDP, TJA û dildaran li Semsûrê kon vedan 2023-02-15 09:48:45   Rozerîn Gultekîn    SEMSUR - DBP, HDP, TJA û dildaran li Semsûrê kon vedan. Berdevka Meclîsa Jinê ya DBP'ê Aynur Sarica, da zanîn tevî hemû astengiyan jî wan piştevaniya xwe ya bi mexdûrên erdhejê re dewam kirine û got dewlet ne ji gel ji şer re budçeyê vediqetîne û li dijî vê yekê banga mezinkirina piştevaniyê kir.    Li hemberî bajarên ku ji ber erdheja navenda wê Mereş bi bandor bün û di encamê de bi hezaran kesî li wan jiyana xwe ji dest dan, hikûmet bêdengiya xwe didomîne.  Li Semsûrê ku yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bi bandor bûye û pirsgirêkên stargeh û germkirine gel bi gelek pirsgirêna re rübirû ye, di roja 9'emin de li gel hin welatiyên ku bi derfetên xwe konan vedidin bajarên kon jî tên avakirin.Yek ji bajarên kon ku hat avakirin jî konên li gel Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û dildar jî di nav de bi 53 konên hatin vedan hat avakirin. Bi avabûna bajarê kon re, hewl tê dayîn ku di serî de ji bo gel qadeke jiyanê bê avakirin.   Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê ya Amedê Aynur Sarica, derbarê pêvajoya erdhejê de nirxandin kir   ‘Em ji bo hewcedariyên li qadê ne’   Aynur Sarica, diyar kir ku ji roja ewil û vir ve li 10 bajaran xebatên koordînasyona navendî hatine kirin û di encama çavdêriyên ku ji aliyê wan ve hatine kirin de derketiye holê ku kesan ne ji ber erdhejê ji ber xemsariya dewletê jiyana xwe ji dest dane.  Aynur got, “Zêdeyî hefteyekê ye em li qadan ne. Me dît ku tu hewldanek dewletê ku tiştekî bike nîne. Mirovên li kolanan nizanîbûn çi bikin. Li vir me maseya xwe ya koordînasyona krîzê ava kir. Me rêxistinên bingehîn, lezgîn, çi hewce dike ava kirin. Komên me yên li dijî hilweşînê derketin qadan, li mal, tax û gundan geriyan û pêdiviyên gel ên bingehîn bi cih anîn. İro jî îro bajarê kon hatiye avakirin.”   'Kon tune ye lê ji şer re butçe heye'   Aynur, diyar kir ku wan bi derfetên xwe û bi hêza hevgirtinê di 3 rojan de bajarê kon ava kirine û diyar kir ku şêniyên Semsûrê yên bê kon mane bi derfetên xwe hewl didin bi cih bibin û ji ber vê yekê gel eleqeyeke mezin nîşanî bajarê kon da. Aynur got, “Li gel pirsgirêkên ku gel dijî, sîstemek heye ku hemû argumanên şer û rantê ji şer re vediqetîne. Em behsa feraset û hevkariya AKP-MHP’ê dikin. Sîstema ku tevahiya aboriya xwe dide şer, dema ku karesatek bi vî rengî çêdibe dixitime. Em ji bûyerên ku di encama bertekên gel de pêk hatin dibînin ku ev hikûmet di bin xirbeyan de maye. Kêmasiyên ku hatine jiyîn nîşan didin ku pergal kesên li vir dijîn paşguh dike. Li 10 bajaran jî heman pirsgirêk hebûn .”   'Tevî êrîşan jî em hevgirtina xwe xurt dikin'   Aynur bal kişand ku dewlet ji bilî alîkariyê hewl dide alîkariyên ku tên asteng bike û wiha got: “Tevî hemû astengiyan, dema ku em diçin ber kavilan êrîşî me dikin. Lê tevî van hemû êrîşan jî me hêz da gele xwe. torên hevgirtinê û hevkariya me ya bi gele xwe re me zêde kirin û me bajarên konan ava kirin. Em avakirina qada jiyanê didomînin."   ‘Divê em torên hevgirtinê zede bikin’   Aynurê diyar kir ku wan dema projeya bajarê kon çêkiriye, stargeh û pirsgirêka germkirinê bingeh girtine û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Me bi Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) re konê tendirustiyê veda.  Ji bo pirsgirêka xwarinê xwaringeh hat avakirin. Herwiha ji bo kesên tên vêderê me qadên civakî jî ava kirin.  Dema ku me ev qad ava kirin me bi Odeya Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) lêkolîna qadê kir. Divê torên hevgirtinê zede bikin.”    ‘Ceryan, bincilk û serşok divê’   Berîvan Aldag a ku got mala wan ji erdhejê zerar dîtye jî anî ziman ku 3 ferdên malbata wê yên di bin kavilê de mane piştî bi 3 rojan cenazeyên wan hatine derxistin û wiha got, “Em çûn qada kombûnê û me ji bo xwe qad ava kir. Em 6 kes hatin konê vir û em niha 6 kes li vêderê dimînin. Pêdiviya me herî zede bi bincilk, serşo û ceryanê heye.”    ‘Piştevaniya jinan xweştir e’   Merve Ugur a ku 6 mehî ducanî ye û li konekî din dimîne jî got ku pêvajoya erdhejê ji bo wê  gelek zahmet e û got, “Ez ê îro biçim mayenê.  Li parke muayene dikin û pêdiviya min bi lavabo û dûşê heye. Kon baş e lê ger ku konteynir hebûna wê baştir buya. Piştî bi 3 mehan wê zarok çêbibe. Ger ku konteynir nebe ji mecbûrî divê ez biçim cihekî din. Herî zede alîkariya dildaran ji bo me tê. Me tiştek ji dewletê nedît û herî zede jî piştevaniya jinan me kêfxweş dike."