Mexdûra erdhejê Sînem: Dema avahî hilweşiya Efrîn ket bîra min 2023-02-15 09:03:59   Rojda Aydin - Rabîa Onver    DÎLOK - Sînem Sîhamhasan a ku 7 sal in li Islahiyeyê dijî got: "Dema erdheje, xaniyên min a li Efrînê ya ji ber şer hilweşiya ket bîra min. Li vir jî xaniyê min hilweşiya. Cihê ku ez niha biçim nîne ji aliyek şer heye û ji aliyek jî erdhej."   Li Dîlokê piştî erdhêja ku pêk hat şûnde navçeyên Islahiye û Çebelînûr bi temamî hilweşiya. Bi hezaran kes jiyana xwe ji dest da, bi hezaran kes jî birîndar bûn û bi sedan kes jî hîn di bin bermahiyan de li benda rizgarkirinê ne. Her wiha xaniyên bi hezaran welatiyan hilweşiyan û neçar man jiyana xwe li derve derbas bikin. Kesên ku xaniyên wê hilweşiya yek jî Sînem Sîhamhasan a 25 salî, dayika 2 zarokan e.      Bi dagirkirina Efrînê ya di 20’ê çileya 2018’an de bi hezaran kes neçar ma ku axa xwe terk bike. Ji 18’ê adara 2018’an û vir ve li bajarê ku gor hatin xerakirin, jin hatin revandin, darên zeytûnan hatin birîn û berhemên wan hatin firotin, li şûna tabeleyên bi kurdî tabelayên bi tirkî hatin daliqandin. Ji bo fîdyeyê bi hezaran kes dîl hatin girtin. Sînem a ku eslê xwe ji Efrînê ye û ji ber şerê Efrînê neçar ma ku bireve, 7 sal in li navçeya Îslahiyeyê ya Dîlokê bi tevî du zarokên xwe dijî. Xaniyên Sînem jî di erdhêjê de hilweşiya û niha ji ber konê wê nîne di kafeyekî mustakîl de jiyana xwe didomîne. Sînem a ku piştî ji Efrînê reviyaye hatiye li Îslahiyeyê bi cih bûye, fikiriye ku jiyan li vir ji bo wê dê rehettir be. Lê nezanibû ku dê tofanek ev qas mezin bê serê wê. Sînem ji me re behsa jiyana xwe kir.    7 sal in li Îslahiyeyê ye   Sînem, diyar kir ku ew ji Efrînê bi tevlî gelek kesan neçar maye ku berê xwe bide Tirkiyeyê û Ewropayê û got jiyana wan a li Efrînê gelek xweş bûye heta ku bajarê wan hatiye gulebarankirin. Sînem, destnîşan kir ku ew 7 sal in hatiye li Islahiyeyê bi cih bûye û wiha got: “Me zehmetiyek mezin jiya. Ji hevdû çi dixwazin. Divê mirov qîmeta hevdû hertim zanibe û hevdû hez bike. Em li wir ji ber şer reviyan hatin li vê derê.”   Xaniyên wê hilweşiya   Sînem, anî ziman ku ew li Islahiyeyê di xaniyên kirê de dijiya û wiha behsa roja erdhêjê kir: “Roja ku erdhêj çêbû em li malê bûn.  Di wê navberê de em nizanin ku çawa ji malê derketin. Dema erdhêj bû ceyran jî çûn û erd dihejiya me nedikarî em ji malê derbikevin. Wê rojê hem berf û hem baran dibarî. Hemû milet li parkê kom bûn. Avahiyeke mezin li pêşiya me hebû. Me dît ku ew avahî çawa diheje. Di wê navberê de hemû kes dikir qêr, her yek bi cihekî ve banzdida. Tu tişt nema, bajar hemû hilweşiya. Bajar bi erdê re bû yek. Ji ber ku zarokên min hene û nikarin li ber sermayê bimînin em hatin li kafeyekî mustakîl. Gelek kes hatine li vê derê man."   Ji neçariyê axa xwe terk kirine...    Sînem, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser jiyana xwe ya li Efrîne: "Li Efrînê piştî hin komên çete êriş kirin bajar wêran bû. Li wê derê li aliyekî şerê Esad, DAÎŞ û Dewleta Tirk hebû. Ji ber şer bi hezaran kes jiyana xwe ji dest da û xaniyên me hatin wêrankirin. Ji ber şerê ku hat jiyîn em neçar man ku dev ji axa xwe berdin. Gelek xizmên min di şerê Efrînê de jiyana xwe ji dest dan. 4 xizmên min jî bi maşîneya xwe dema ji Efrînê derdikevin di encama gulebarana balafirê de bi giranî birîndar dibin. Piştre wan dibin Helebê û dûrê jî dibin Qamişloyê. Li wê derê mehekî dimînin û ji ber di êrişê de lingê xwe windakirin bijîşkan gotibûn hewcedarî bi protezê heye. Dema diçin nexweşxaneyê di rê de qeza dikin û jiyana xwe ji dest didin.”       ‘Dema avahî hilweşiya Efrîn ket bîra min'    Sînem, got dema şerê Efrînê de jî dinya sar bû û berf dibarî û wiha domand: “Bi hezaran kes neçar man di wê sermayê de mal û axa xwe terk bikin. Gelek welatî ji ber bombeyen ji balafirê dihat avêtin şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Ji bo çi ev şer çêdibe? Ji bo çi hevdû hez nakin? Ji ber ev qas tiştê ku me nexweş jiyaye êdî dilê me naxweze tiştekî bikin. Dema erdhêja li Îslahiyeyê bû jî gelek zehmet bû. Ji ber ku dema ew avahî hemû hilweşiyan Efrîn hat bîra min. Niha jî xaniyên me yên li vê derê hemû hilweşiyan. Ji ber ku em kurd bûn me şerê Esad û dewletên dinê jî dît. Hemû bibûn dijmînê kurdan."   Ji aliyek şer û ji aliyek jî erdhej...    Sînem, dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji Efrînê heta hidût em rojekî meşiyan. Lê sê rojan jî li ber hiqût sekinîn. Ji hevdû çi dixwazin, çima hevdû dikûjin? Dayika min li Helebê ye. Ji ber ku li Sûriyeyê şer heye em naxwazin biçin li wê derê. Derfetê min nîne ku ez ji xwe re xaniyan jî çêbikin.”