Li taxa Îbrahîmlî hêj 17 kes di bin kavilê de ne 2023-02-14 01:45:49   DÎLOK - Li sîteya Yagmurlu ya taxa Îbrahîmlî ya Dîlokê ku avahiya hilweşiya 17 kes hêj di bin kavilan de ne.    Li Dîlok û navçeyên wê Nurdagi û Îslahiyeyê piştî erdhêja pêk hat şûnde xebatên lêgerîn û xilaskirinê berdewam dikin. Li Dîlok û navçeyên wê bi hezaran welatî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî birîndar bûn. Her wiha bi sedan welatî jî di bin kavilan de bendê rizgarkirinê ne.    Li taxa Îbrahîmlî ya Dîlokê ku avahî hilweşiyan  xebatên lêgerînê berdewam dikin. Li gor agahiyên ji welatiyan hat girtin di sîteya Yagmurluyê de 17 welatî hîn di bin bermahiyan de ne û hat gotin ku ji van 17 kesan kesek dijî.    Her wiha li sîteya Ayşe Mehmet Polatê jî 4 bloq bi temamî hilweşiyan û ji bloqekî tenê 46 cenaze hatin derxistin.    Li aliyê din rojnamegerên ku dema bi malbatên ku xizmên wan di bin kavilan de mane re hevdîtinê dikir û malbatan agahî dida, xebatkarekî ku girêdayî Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî ye hatiye mudaxale kirkiye û gotiye malbat naxwazin biaxivin.