'Em çar rojan bê kon li derve raketin' 2023-02-13 10:36:06     Medya Uren   SEMSÛR - Li navçeya Sergolê ya girêdayî Semsûrê ye piştî erdhejê jiyan lê hatiye asta rawestanê. Hinek ji nîştecihên mexdûrê erdhejê ne, piştî 4 rojan kon girtine û hewl didin di bin konan de jiyana xwe bixin binê ewleyê. Welatiyên mane dibêjin yên baskên wan hebûn çûn û em ên bê bask li vir man.   Piştî ku erdheja li Bazarcixê ya Mereşê pêk hat şûnde gelek bajar hilweşiyan. Navçeya Sergolê ya girêdayî bajarê Semsûrê ye jî yek ji wan navendan e ku hema bêje tune bûye. Li gel hilweşîna heyî di roja 8’emîn de bêdengiyek mezin ketiye nava navçeyê. Li çend quncikan nîştecihên heyî konên piştî 4 rojan girtine, vedane û hewl didin ruxmê sermayê ewlehiya xwe bigirin.   Li kolanên di bin kavilan de mane û weke ku bê mirov bûye xuya dike gelek welatiyan bi derfetên xwe hewl dane ji bajêr derbikevin. Yên mane jî dibêjin derfetên me, nasên me ji derve nîne em biçin.    ‘Ez di bin kavilan de mam’   Fatma Çelîk nîştecihê navçeya Sergolê ye ku di navçeyê de yek ji mexdûrên erdhejê ye pirsgirêkên dijîn wiha parve kir: “Di dema erdhejê de xaniyê me zirarek mezin girt. Tiştên di malê de ne bi ser min de hatin. Min nekarî ez rabim ser xwe, lingên min jî li ber min qulipîn. Ez bi zorê derketim. Xaniyê me êdî ne cihê rûniştinê ye. Kurê min jî astengdar e. Em gelek mexdûr bûne. Ev bi rojan e, ne av, ceyran û tiştek tune ye. Cihekî ez biçimê nîne.”   ‘Yên bê bask li cihê xwe dijmêrin’   Hevjînê Fatma Çelîk jî bi van gotinan mexdûriyeta xwe bi lêv kir: “Em mirovên xizan in. Tiştekî me nîne. Îro erdhej pêk hat herkes bê kes û bê mal maye. Lê yên ku derfetek dîtin ji vir derketin. Yên baskên wan hebûn firiyan çûn. Yên bê bask in jî li cihê xwe dijmêrin. Me jiyana xwe hiştiye hêviya xwedê. Tiştekî em bikin tune ne. Em li bendê ne. Em çi bêjin vala ye êdî.   'Em çar rojan bê kon li derve raketin'   Senem Turan jî tiştên jiyaye bi van gotinan parve kir: “Bi erdehejê re xanî serûbin bû. Deriyên me venedibûn. Bi zorê me deriyên xwe vekir. Me xwe bi zor avêt derve. Zirarên mezin gihiştin malê. Ji ber vê jî em hemû ji derve mane. 4 rojan em li derve raketin. Piştî 4 rojan kon hatin em di bin konan de radikevin. Me bi şer û pevçûnê êdî kon girt. Kesê me jî tune ye em ji vir herin. Pêdiviyên me yên jiyanî hene. Destav nîne, xurek nîne û di aliyê sermayê de em pirsgirêkan dijîn. Ji bo tendirustiya mirov tiştê girîng av e, ew ji tune ye.”