'Lêgerînê di serî de li ser avahiyên nasên walî hat destpêkirin' 2023-02-13 10:06:28     Medya Uren   SEMSÛR - Li Semsûrê xebatên lêgerîna di bin kavilan de, di roja 7’emîn de berdewam e û ji devê hemû welatiyan heman gotin derdikeve:“Haya walitiyê ji rewşa gel tune ye? Walitî li navnîşanên ku nasên wî tê de ne lêgerînê dide destpêkirin! Bi rojane hîn nehatine li avahiyên hilweşiyane, nenêrîne."   Li Semsûra yek ji cihên herî zêde erdhejê lê bandor kiriye xebatên lêgerînê dereng dest pê kirin û li aliyekî jî hîna avahiyên hîn dest nedanê hene. Welatiyên nasên wan di bin kavilan de mane, yên mexdûrên erdehejê ji Walitiya Semsûrê giliyan dikin.   ‘Bi rojane li benda wan im’   Fatmayê ya xwişk û birayên wê di bin kavilan de ne dibêje: “Bi rojane ez li vir im, bi rojan e ez li benda xeberekê me. Em êdî nikarin li ser lingan bisekinin.Bila êdî sax, mirî werin dîtin. Ji ber girî hêsir di çavên me de neman. Piştî çend rojan nû xebatkar ji bo lêgerînê hatin cihê kavilan. Ew jî bi zorê. Me gelek mirî jî ji bin kavilan derxistin. Lê hîna yê me xeber jê negirtine hene.”   ‘Me bi derfetên xwe gelek kes derxistin’   Ciwanê zêdetirî 20 kes ji malbata xwe di encama erdhejê de wenda kiriye giliyên xwe parve kir û got: “Heya roja sêyemîn me bi şer û pevçûnê xebatkar li ser xaniyê xwe kom kirin. Heya me şer dernexist kes nehat vir. Ez, hevjîna xwe û zarokên xwe ji bin kavilan derketin. Me bi derfetên xwe hewl da qadên jor bi destên xwe, neynokên xwe bikolin û  hinek kesan derxînin. Em çûn avahiya walîyê bajêr. Me bi pevçûnê êdî vinç û kepçe xwest. Di roja sêyem de encex me karî bigirin. Min bi destên xwe duh birayê xwe û bavê xwe ji bin kavilan derxist. Di laşê wan de ne bêhn ne jî werimandin hebû. Ev hertiştî eşkere dike. Ew beriya em derbixin belkî çend seetan sax ji bûn. Ger ekîbên lêgerînê zû bigihaştina vir û karê xwe bi rêk û pêk bikira belkî birayê min û bavê min sax derketibana. Semsûr serûbinbû û kes xwedî lê derneket.”   'Walî berê ekîban bi cihê xizmên xwe ve vedike'   Ciwanê ku bal kişand ser helwesta walî wiha got:"Herî dawî jî van gotinan kir: “Alîkariya li Semsûrê hatiye kirin gelek kêm bû. Bi dehan avahî hîn destên xwe nedanê. Roja duyem a erdhejê bû ez çûm gel hinek xebatkarên li ser kavilan dixebitîn. Min ji wan pirsî ka avahiya li ser dixebitin kesek sax heye, yan jî şikek wan a wisa heye. Wan got tu şûnmayên jiyanê tune ne. Min got werin li vê avahiyê dengê mêrikekî tê, ji me re dibêje ‘ez û hevjîna xwe û zarokên xwe dijîn’. Min got werin wan derxin. Ji min re gotin biçin li Walitiyê bipirsin. Ew li wir e û xizmên wî li ku derê be me dişîne ser wê avahiyê. Encex  bi destûra wî em dikarin werin. Em herkesi hewaleyê xwedê dikin. Tenê ji mala min 20 kesî jiyana xwe ji dest dan û her yek ji me wisa ne. Kî yê wê êşa kê binixumîne êdî. Em kerkes ketine xema xwe.”   ‘Walî Semsûr paşguh kir’   Zeynel Ural jî da zanîn walî Semsûr paşguh kiriye û ev gotin parve kir: “Walî alîkarî nekir û bû sedem ku dereng alîkarî bigihêje bajarê me. Heya niha jî em van pirsgirêkên cidî dijîn. Haya walî ji me tune bû, ji rewşa Semsûrê xebera wî tune bû. Alîkarî gelek dereng hatin. Piştî du rojan xebatarkar hatin li ser kavilan xebitîn. Di vê sermayê de dengê kesên di bin kavilan de mane dihatin. Dengê nalîna wan dihate me. Lê tiştek ji destê me nedihat. Hîna jî pirsgirêkên me yên konan hene. Hîna em ne di ewlehiyê de ne. Bi hezaran mirov ji derve ne. Pêdiviyên van mirovan hene.”