Fatmaya 2 neviyên wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan banga alîkariyê kir 2023-02-13 09:04:02   Rojda Aydin-Rabîa Onver   DÎLOK - Li Cebelînûrê (Nurdagi) ku di encama erdhêjê de bi sedan welatiyan li wir jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî birîndar bûn. Fatma Gokkaya ya ku di erdhêjê de 2 neviyên wê jiyana xwe ji dest dan, anî ziman dema erdhej çêbûye wekî ku hemû dinya xirab bûye. Fatmayê banga piştevaniyê kir.     Li navçeya Cebelînûrê (Nurdagi) ya Dîlokê ji ber erdhejê welatiyên ku di bin kavilan de mane hîn li benda rizgarkirinê ne. Bi taybetî jî du rojên destpêkê yên erdhejê ji ber komên AFAD’ê nehatin lêgerîn nekirin, welatiyan bi destên xwe birîndar û kesên jiyana xwe ji dest dan derxistin. Li navçeyê xebat û lêgerîn berdewam dike. Ji pitikan bigirin heta kesên kal û pîr jî di nav de bi sedan kes di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Dema ku mirov berê xwe dide malbatan dibîne ku ji her malbatekî gelek kesî jiyana xwe ji dest dane. Ji welatiya ku malên wan xera bûye û 2 neviyên wê jiyana xwe ji dest dane yek jî Fatmagul Gokkaya ye.   ‘Werin me xilas bikin’   Fatmayê, anî ziman ku ew roja erdhejê serê sibehê ji bo ku nimêj bike rabûye û dîtiye ku erd diheje û got ev bi carekê de zêde bûye û cara duyem dîsa pêk hatiye. Fatmayê, destnîşan kir ku dema erdhej çêbûye û mal gelek hejiyaye û got ji ber erdhejê xwe avêtiye derve. Fatma, wiha domand: “Piştre careke din ew erdhej zêde bû. Ji ber erdhêjê ez firiyame kolanê, hevjînê min xwe xilas kir. Cîranê min jî xwe ji malê xilas kirin. Kurê min, bûka min û 4 neviyên min di xaniyekî dinê de diman. Cîranan hatin alîkariya me kirin ku bûk û kurê min û du neviyên min ji bin avahiyê hatin  derxistin. Lê me nekarî du neviyên xwe yên din xilas bikin. Bûka min dema di bin erdhejê de bûye bi keça min re ketiye têkiliyê. Gotiye ‘em di bin kavilan de mane, bila me xilas bikin.’ Piştre ji me re agahî hat ku ew di malê de nekarîbûne derbikevin. Li ser vê yekê me berê xwe da mala kurê xwe.”   2 neviyên wê jiyana xwe ji dest dan   Fatmayê, destnîşan kir ku di dema erdhejê de 2 neviyên wê di bin erdhejê de mane û nekarîbûne derbixin û wiha pê de çû: “Neviyê min ê 8 salî Salih û yê 2 salî Yusuf Eren jiyana xwe ji dest dan. Bûk, kur û du neviyên min serê sibehê bi lez hatin derxistin.Herdu neviyê min du sê rojan di bin kavilan de man. Neviyê min ê 2 salî dema ji bin kavilan derxistin li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, neviyê min ê 8 salî jî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest da. Ger komên xilaskirinê zû bihata belkî me wan jî xilas bikira û dê îro bijiyan”                ‘Wekî ku hemû dinya xirab bû’   Fatmayê, di dawiya axaftina xwe de got dema ku erdhej çêbûye wekî ku hemû dinya xirab bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew dem ji bo min dawiya jiyanê bû. Lê êşa min gelek giran e. Me herdu neviyên xwe jî defin kir. Me bi derfetên xwe ew ji bin bermahiyan derxist. Çi gunehê wan zarokan hebû. Ew hîn zarok bûn. Hefteyeke me qediya û em li derve bi derfetên xwe di konên ku me vedane de dimînin. Alîkarî ji me re hat. Lê ji ber kon tunebû me bi xwe çêkir. Jixwe em nikarin xwarinê bixwin.”