Ji bo zarokên erdhejzede seferber bû 2023-02-13 09:01:23   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Aktîvîsta TJA’yê Funda Akbulut bebekên ku bi destê xwe çêkirine difroşe û ji bo zarokên herêma erdhêjê mama û potê zarokan digire.   Piştî erdhêja ku navenda wê Mereş bû û bandor li ser 10 bajaran kir,  seferberiya piştevanî û alîkariyê hat destpêkirin. Welatî bi defetên xwe alîkariyên xwe dişînin herêmên erdhêjê. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad  (TJA) û rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Funda Akbulut jî bi derfetên xwe hewl dide piştgiriyê bide. Funda ku bi destan pêlîstokên amîgurumî çêdike, difroşe û bi vî pereyî ji zarokên herêma erdhêjê re mam û potê zarokan digire.   ‘Herî zêde zarok bi bandor dibin’   Fundayê da zanîn ku hem li qada herêmê û hem jî kesên ber ekranên televîzyonê travma jiyane û erdhejzede bê av û cyranin, dewlet alîkariyê naşîne û wan mexdur dike. Fundayê wiha domand: “Di vê rewşê de zarok herî zêde bi bandor dibin. Ev van pêlîstokan ji bo wan çêdikim. Bila her kes van pêlîstokan bigirin û em bexşê wan zarokan bikin. Kêm be jî ez dixwazim bibim alîkar. Ev ji destê min tê.”   ‘Ev travma wisa hêsan nayê derbas kirin’   Fundayê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku her kes bi awayekî dikare alîkarî bide zarokên herêma erdhêjê û divê bi taybet jin di vê mijarê de berpirsyariyê bigirin. Fundayê wiha bidawî kir: “Zarok di bin kavilan de nemabin jî gelek bi bandor bûne. Di vî alî de divê biçin psîkiyatrîstan. Divê yekîne bên avakirin. Ev travma wisa ne hêsane. Ji bin kavilan gelek zarok û bebek hatin derxistin. Beşek van zarokan birin nexweşxanan. Bûyerên windahiya zarokan tên jiyîn. Gelo zarokên bê malbat mane çawa hatine tespîtkirin. Bil ez û bez gotin wê li yurdan bên bicihkirin. Gelo dixwazin van zarokan asîmîle bikin.”