Pêdiviya jinên Îslahiyê bi konan heye 2023-02-12 19:30:38   Rojda Aydin-Rabîa Onver   DÎLOK - Jinên Îslahiyeyê ku hefteyeke li ber serma û seqemê ne anîn ziman ku ew li derve dimînin û pêdiviya wan bi konan heye. Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Sêrtê Yasemîn Demîrkaya jî destnîşan kir ku dê ji her bajarî ji bo welatiyan 600 kon bên şandin.    Piştî ku erdhêjên li Bazarcix a Mereşê pêk hatin li gelek bajaran avahî hilweşiyan û bi sedan welatî di bin bermahiyan de man û hîna gelek li benda rizgarkirinê ne. Li gor AFAD’ê heta niha li bajarên Mereş, Dîlok, Riha, Edene, Semsûr, Osmaniye, Hatay, Kîlîs, Meletî û Elezîzê bi giştî 29 hezar û 605 kesî  jiyana xwe ji dest dane .Li navenda Dîlok, navçeyên Îslahiye û Nurdagiyê di encama erdhêjê de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dike.  Tevî  7 roj derbas bûye li Dîlok û navçeyên wê hîn bi hezaran welatî roj û şeva xwe li derve derbas dikin. Ji ber demsala ser û seqem kon zêde nînin ku malbat tê de bimînin. Ji ber vê yekê jî hin malbat bi derfetên xwe yên kêm bi çadirên parçe ji xwe re kon çêkirine û ji van cihan yek jî Îslahiye ye.     Jinên Îslahiyeyê ji ajansa me re axivîn û  diyar kirin ku pêdiviyên wan bi konan heye.    ‘Li şûna ew bên dibêjin hûn werin’   Li bajarokê Xolto ku xeta fayê jê derbas bûye hemû avahî hilweşiyan û gelek welatî di bin bermahiyan de man. Ji ber komên AFAD’ê neçûn alîkariyê nekirin welatiyan bi derfetên xwe kesên ku jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn rizgarkirin. Sultan Uçar a ku ji malbata xwe 3 kesan winda kir, ev heft rojin li derve dimîne. Sultan, anî ziman ku bi ser erdhêjê de hefteyek derbas bûye û got ew bi destên xwe cenazeyên xwe derxistine. Sultan, bi lêv kir ku dozger hatiye bajarok û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane hejmar daye û belge girtine û wiha got: “Dozger ji me re got ‘bibin cenazeyên xwe defin bikin. Tişta ku em bikin tuneye.’ 3 cenazeyên me sê rojan di bin erdhêjê de man û me bi xwe xilas kir. Ji roja erdhêjê vir ve em daxwaziya konan dikin. Wekî din me tu daxwazî nekir. Lê belê tu daxwaziya me bi cih nehat. Ji me re gotin ‘werin qereqolê, ji bo kon navê xwe bidin.’ Tu kesek nehat li vê derê rewşa me nepirsî û ji bo me tu tişt nehat kirin. Li gundên din xaniyên welatiyan xirap nebûye. Lê belê gelek alîkarî ji wir re birin, lê ji me re neanînin. Li vê derê ev qas mirovên mexdûr hene, dengê tu kesî nayê bihîstin û nayên dîtin. Cudahiyek mezin dikin. Di bin van şert û mercên zehmet ên sermayê de em hewl didin bijîn. Ji me re dibêjin werin qereqolê. Şûna ku ew bên, ji me re dibêjin hûn werin. Bila ji me re kon bînin û wekî din tu tiştek naxwazin. Bajarokê me nema, hemû hilweşiya.”   ‘Me got qey dawiya jiyanê hat’   Emîne Demîr a ku li Îslahiyê li taxa Cumhuriyetê dijî û xaniyê wê jî di erdhêjê de hilweşiya ye, ji bo ku xwe ji serdamê biparêzin bi derfetên xwe kon çêkirine. Emîne, bi lêv kir ku ew nikarin tu carî behsa wê roja karesatê bike û wiha axivî: “Dema erdhêj çêbû em gelek tirsiyan. Zarokên me rondikan dibarandin û bang dikirin. Me nizanibû ku em çi bikin. Xanî dihejiya, em nedikaribûn derbikebin. Me got ev ne erdhêje, qiyamet e. Me digot dawiya jiyana me hat. Demên gelek xirap bû. Em hêvî dikin ku tu kesek din vê qiyametê nejî. Piştre me bi zorê xwe avêt derve, lê xaniyê me hemû hilweşiya. Lê gelek nasên jiyana xwe ji dest dan.”   ‘Ez ê tu carî vê erdhêjê ji bîr nekim’   Emîne, diyar kir ku ew hefteyeke li derve dimînin û şert û mercên jiyanê ji bo wan gelek zehmete. Emîne, got ew sê rojan li ber baranê û berfê mane û wiha behs kir: “Me bi daran agir pêxist û xwe germ kir. Lê zarokên me gelek zehmetiyê dijiyan. Ji her aliyê ji me re alîkarî hat, lê pêdiviya me bi kon heye. Ji ber ku dinya sar e û em nikarin di vê konê de bimînin. Ji ber ku ev kon jî me bi derfetên zehmet çêkir. Em li vir sê malbat bi hevre dimînin. Hejmara me sê malbatan jî zêdeye. Lê em hemû tê de nikarin bimînin jî. Di rojên destpêkê de kon ji xwe tunebûn. Ji hîn malbatan re kon hat dayîn, lê hîn ji me re nehatiye. Lê pirsgirêka mezin yek jî ew e ku ji ber av nîne em serê xwe bişon dê spî porê me dijî bin. Me kon xwest, gotin em ê bidin we. Lê hîn neanîne. Di aliyê derûniyê de ez zêde ne baş im. Wekî ku ez ê wê erdhêjê carekedin bijîm hês dikim û di bin vê tofanê de bimînin. Em tu carî vê erdhêjê ji bîr nakim. Lê di demên pêş de ez ê çawa xaniyên de bijîm, nizanim.”   ‘Hefteyeke em li derve ne’   Jina bi navê Fatma Çetînkaya ku li taxa Cumhuriyetê dijî û xaniyên wê jî hilweşiyaye, destnîşan kir ku rojên gelek zor û zehmet derbas dikin. Fatma, da zanîn ku ew li eskeriyeyê zarokan dinêre û dixebite û dema erdhêj bûye li qatê 4’emîn bûye. Fatma diyar dike bi zorê xwe avêtiye derve û wiha pê de çû: “Zarokên min li malê bûn. Ez bi lez  ber bi taxa me ve di bin wê baranê de banzdam, min got niha tiştek bi zarokên min hat. Lê ew hemû derketibûn. Gelek xirap bû. Em hêvî dikin ku tu kesek din vê pirsgirêkê nejî. Gelê Îslahiyê hemû mirovê me ne. Îro gelek mirovên me mirin. Hîn gelek kes di bin bermahiyan de ne. Ew hemû malbatên me ne. Ev hefteyek em li derve ne û di vê konê de dimînin. Em û du malbatên dinê jî dimînin. Alamên din ji me re hatin belavkirin, pêdiviya me bi kon heye. Em dixwazin kon ji me re bê.”   ‘Em hewl didin xwe bigihînin her derê’   Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Sêrtê Yasemîn Demîrkaya ku ji bo piştgiriyê hatiye alîkariya gelê Îslahiyeyê dike. Yasemîn  6 rojin hatiye Îslahiyeyê û got ew roja hatine xebatên xwe bênavber didomînin û wiha pê de çû: “Li bajarokê Xolto heta niha tu kesên rayedar neçûne. Lê me yekem berê xwe da wê derê û pêdiviyên gel pêk anî. Me hemû navxwede serferberî îlan kir. Me li wir xebatên xwe xilas kirine. Pêdiviya gelê wê derê bi kon heye. Alîkariyên dinê me ji xwe ji wan re belav kir. Ev 3-4 rojin jî em li Îslahiyeyê ne. Gelê li vê derê jî ji ber bi qedera xwe re tenê hatin hîştin dibêjin ‘dewlet li vê derê tuneye.’ Dibe ku em ji partiyê bin, lê embi dildarî  ji bo gelê Îslahiyeyê hatin li vir. Em cudahî nakin navbera malbatan. Dema em alîkarî ji malbatan re dibin diçin li cem hemû malbatan. Niha pêdiviya gelê li vir jî bi kon û sobe heye. Niha di destên me de gida û cil hene.”   ‘Dê ji her bajarê 600 kon werin’   Yasemîn, diyar kir ku ew hewl didin xwe bigihînin gundan û wiha dawî lê anî: “Li Îslahiyê belavkirinên me didomin. Li taxan em yek bi yek li  malbatan digerin û pêdiviya wan bi çi hebe em nîşe digirin. Ji bo gelê xwe em dikarin zêdetir çi bikin xebatan dikin. Piştre em alîkariyên ku tên ji van malbatan re belav dikin. Ji ber ku pêdiviya malbatan zêdetir bi konan heye, me dest bi alîkariya konan kir. Her bajarekî dê 600 kon dê bişînin. Niha ji bo kon û sobe xebat tên meşandin. Heta îro sibe dê kon werin. Dê îro hin sobe bigihîjin destên me û em ê van bi gelê xwe re parve bikin. Her wiha pêdiviya gelê gund jî bi konan heye. Em ê bişînin li wir jî. Heta ji  destên me bê em ê malbatên xwe bên kon û sobe nehêlin. Êşa li vir êşek gelek mezin e. Her dil nikare vê êşê rabike. Em carna diçin alîkariyê dikin û wan cenazeyan di bin bermahiyan de derdixin. Dilê ku vê rake rastî jî pir zehmet e. Êşa wan êşa me ye. Çi ji destên me bê em ê bikin.”