Nexweşxane hilweşiyan pergala tendirustiyê naxebite! 2023-02-12 13:24:22   Gulistan Dursûn   HATAY - Hevseroka SES'ê ya Şaxa Aksarayê Yasemîn Bakir a ku bi koma tenduristiyê ya dildar a ewil re hat bajarê Hatayê yê nayê zanîn çend kesî lê jiyana xwe jı dest daye, diyar kir ku nexweşxane hilweşiya ne û pergala tenduristiyê nexebite.   Hatay yek ji wan bajaran e ku di erdheja 6'ê sibatê ya bi hêza 7.7 û 7.6'an de herî zêde wêran bû, navenda erdhejê navçeyên Mereş Bazarcix û Elbîstanê bû û erdhejê bandora xwe li 10 bajaran kir. Li gelek tax û navçeyan hêj xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine destpêkirin. Li bajarê ku bi hezaran kes di bin xirbeyan de ne, heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Hat ragihandin ku bi giştî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 24 hezar û 617'an. Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Şaxa Aksarayê Yasemîn Bakir ku yek ji bi dehan xebatkarên tenduristiyê yên bi rojan e li Hatayê bi dildarî têdikoşin, pirsgirêkên tenduristiyê û pergala tenduristiyê ya li Hatayê nirxand.   Bihn ketiye cenazeyan   Yasemîn diyar kir ku piştî erdhejê yek ji komên ewil e ku xwe gihandine bajêr û wiha got: "Ji hejmara birîndarên ku anîn nexweşxaneyê me bi zelalî rewşa bajêr dî. Paşê bi kêmbûna hejmaran.Em hewl didin li cihên ku xizmeta tenduristiyê lê tuneye birîndaran derman bikin." Yasemîn diyar kir ku navendên tenduristiyê yên hatine avakirin 20 kîlometre dûrî bajêr in û ji ber nebûna çûnûhatinê li bajêr welatî nikarin xwe bigihînin nexweşxaneyan û haya wan jî ji gelek cihan nîşne. Yasemîn, anî ziman ku nexweşxaneyeke sahrayê  tê çêkirin û herî kêm piştî 2-3 rojan wê bê xebitandin, di heman demê de êdî bêhna cenazezeyan ji binê kavilan tê. Yasemîn wiha dirêjî da axaftına xwe, "Ji sedî 1'ê hatayê jî nemaye û tenê ji sedî 10'ên avahiyên hilweşiyayî mudaxele li wan hatiye kirin."   'Li Hatayê nexweşxane hilweşiyan e'   Yasemîn, destnîşan kir ku li bajêr gelek nexweşxane hilweşiyane û got ku Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hatayê ya ku 6 sal berê ket meriyetê jî ji ber zerar dîtiye nayê bikaranîn. Yasemîn, anî ziman ku nexweşxane demekê li gel rewşa wê ya xirab jî hat bikaranîn û wiha got: "Dema personelên tenduristiyê hatin vir agahî hat ku nexweşên giran nikarin ji nexweşxaneyê derxin.  Di dema karesatê de gelek dezgehên cemaweriyê yên li vir wêran bûne û zirar ditine. Ji ber vê nikarin bibin bersiv. Heta niha AFAD'ê navenda xwe li salona werzîşê ya li binê nexweşxaneya bajêr ava kiriye. "Ev bi serê xwe pirsgirêkek e. Ji ber ku gelek kesên li derveyî bajêr û bê wesayît dikarin di saet û nîvekê de xwe bigihînin vir."   'Nexweşiya xuriyê belav dibe'   Yasemîn bal kişand ser wê yekê ku tevî 7 roj piştî erdhejê jî gelek pirsgirêkên jiyanî nehatine çareserkirin û got, "Li vî bajarî hîn av, ceyran û ragihandin tune yw. Dema ku li taxan dixebitîn, me nexweşên xuriyê dîtin. Eger çareserî neyê dîtin, ev yek ji wan îhtîmalên herî mezin e ku gelek nexweşî derkevin holê. Divê di vî warî de ewlehî bê girtin."   Kes û zarok winda ne   Yasemîn diyar kir ku xebatên tenduristiyê yên li bajêr gelekî kêm in û gelek nexweşên kronîk hene û wiha got: "Li bajêr xebat ji aliyê dildaran ve tên kirin û ev xebat jî çiqasî organîzene mijara niqaşê ne.  Geşel zaroki di encama parastina malbatên xwe de ji bin kavilan bi saxî hatin derxistın. Niha gelek zarokên ku malbatên wan ne li jiyanê ne û winda ne û qeydên wan tune ne hene.. Ji ber vê kesên ku xizmên wan winda ne gelek pirsan ji me dikın û em nizanin xizmên wan li ku ne."   Pirsgirêkên jinan   Yasemîn, anî ziman ku kesên ji erdhejê rizgar bûne ji aliyê derûnî ve jî mexdûr dibin û wiha got: "Divê ev gel di demeke herî kurt de bi rêxistineke psîkolojîk piştgirî û alîkarî jê re were dayî.. " Yasemînê bal kişand ser pirsgirêkên jinan jî û: “Me gelek welidînên berî dema wan bê tespît kirin, şîrê daiyikan züha dibe, kelûpelên tenduristiyê pedên hijyenîk hin hatine şandi, lê mixabin ji ji ber ku di nava civaka baviksalar de şerm dikin nikarin bixwazin û ên ku dixwazin ji cihê ku lê biguherin tune ye. Ji ber vê divê ev pêdiviyên bingehîn hemû bên çareserkirin."