Şahidên Semsûrê: Me mirî û zindiyên xwe bi derfetên xwe derxistin 2023-02-12 11:37:59   Şehriban Aslan   AMED - Newroz Bulak ji bo rizgarkirina xizmên xwe ji Amedê beê xwe da Semsûrê. Newroz diyar kir ku bi derfetên xwe mirî û zindiyên xwe derxistin û got: "Dibêjin dewlet heye gelo ev dewlet roja erdhejê li ku bû?"   Karesata erdhejên ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû û bandora xwe li ser 10 bajaran kir di roja 7’an de ye. Di erdhejên dijwar de ku çêbûn hejmara qurbaniyan gihîşt 25 hezaran û bi deh hezaran jî birîndar hene. Li herêmên erdhejê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Bajarê ku wêran bûye Semsûr e.    Li bajarên cuda welatî ji bo xizmên xwe rizgar bikin berê xwe dan Semsûrê. Ligel bêderfetî û kêmasiyên amûran jî hewldan ku di bin kavilan xizmên xwe derxin. Yek jî wan Newroz Bulak e, Newroz ji bo xwişk û malbata xwe berê xwe da Semsûrê. Newroz cenazeyê xwişk û zavayê xwe di bin kavilan de derxist. Her wiha xwaziyên xwe Berat û Hulya Aksoy jî zindî di nava kavilan de derxist û niha li Amedê li nexweşxaneyê tên tedawîkirin.    Ji Amedê ber bi Semsûrê ve    Newroz Bulak diyar kir ku serê sibê li xwişka xwe bi telefonê geriyaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Min xwişka xwe ya li Semsûrê dijî re telefon vekir lê bersiv neda telefonê. Dema deng ji wê û zarokên wê nehatin em ketin nava fikaran. Piştre zavayê xwişka min agahî da me û got 'Li Amedê kî heye kî tuneye bila bê avahî hilweşiyan e. Semsûr hilweşiyayê'. Piştre em ber bi Semsûrê re bi rêketin. Dema em gihaştin me tax nasnekir û hemû xanî hilweşiyabûn. Polîs, cenderme, leşker, ambulans hwd tiştek li bajêr tunebû. Li kolanan cenaze hebûn. Me xwe gihand xaniyê xişka xwe. Li dora xaniyê xirabûyê me bang li xwişk û xwarziyên xwe kir. Me dixwest em dengê wan bibhisin. Ew jî bersiv didan dengê me..."    Me mirî û zindiyên xwe bi derfetên xwe derxistin   Newroz, destnîşan kir ku tu rayedarek bersiv neda û got: "Me çi kir bi derfetên xwe kir. Hemû alavên rizgarkirinê me bi derfetên xwe dît. Me bi rêya medyaya dijîtal bang li her kesî kir. Êdî em ketin ser kavilan û me bi derfetê xwe dest bi lêgerîn û rizgarkirinê kir. Hevjînê min derket ser banê avahiyê û cihek dît û berjerê xarê bû û xwe gihand xwarziyên min. Xwarziyên min gotin 'Dayik û bavê min hêj serê ewilî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane'. Piştî 52 saet şûnde me xwarziyên xwe rizgar kir. Me mirî û zindiyên xwe bi derfetên xwe derxist. Çi bû piştî ku kepçe derket ser kavilan yên saxmayî jiyana xwe ji dest dan. Dibêjin dewlet heye gelo li ku ye? Em li Amedê dijîn li her serê kolanê polîs û panzer hene. Çima roja erdhejê kesek tunebû. Êdî herkes dizane ku dewlet tuneye."    'Welatek wêran bû...'   Lokman Bulak jî ji Enqerê ji bo rizgarkirina malbata xwe berê xwe da Semsûrê û wiha axivî: "Ez 20 saet rê çûm û min xwe gihand Semsûrê. Dema ez hatim hemû rê hatibûn girtin. Tunel û pir hilweşiyabûn. Rêya 16 km em 6 saetan hatin. Her kes hewl dida xizmên xwe rizgar bike. Serê sibê me berê xwe da walîtiyê û me alîkarî xwest. Li pêş walîtiyê barîkat danîbûn û ne dihiştin ku kesek biçe avahiyê. Li vir parlamenterek AKP'ê hebû û tiştek nedikir û me nîqaş kir û me gazincên xwe ya derbarê hikûmet û dewletê anî ziman. Bifikirin erdhej pêk hatiye, welatek wêranbûye, mirov di bin kavilan de mane û ji ber ku nehatin derxistin jiyana xwe ji dest dan."   Mele kom bi kom digerin   Lokman, diyar kir ku komek ji meleyên girêdayê Wezareta Diyanetê pêk dihatin hatin taxê û got: "Tên ji bo alîkariyê lê bêekîpman tên, em amûr kom dikin lê tecrûbe nîne. Me bi derfetên xwe di nav kavilan de alîkarî da û me jinek bi navê Ebru û hejîna wê zarokek wan a 4 salî re têkilî danî. Qaşo koma meleyan dê alîkarî bida wê malbatê lê zarok ji Ebruyê girtin. Me dizanî ku Ebrû tenê ji piyê xwe birîndar bû ji ber ku diaxifî, bi amûran ketin nava kavilan û piştî demek dengê qerînê hat û piştî demekî ev koma meleyan hat gotin Ebrû jiyana xwe ji dest daye. Bi lêz û bez ji qadê derketin û çûn."   'Cenazeyan avêtibûn ser hev'   Lokman, daxuyand ku ji ber ku maşîneyên cenazeyan tunebû cenazeyen li ber rê rêz kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "3 saetan li benda maşîneyan rawestiyan ku cenazeyan bigirin. Me cenaze birin morgê û belgeyên xwe yên definkirinê girt û me berê xwe da Amedê. Me cenazeyê xwe li Goristana Yenîkoy a Amedê definkir. Her wiha dema em çûn morgê cenaze xistibûn torpeyan û avêtibûn ser hev û li derveyî morgê li baxçeyan hatibûn rawestandin. Ez ê çawa cenazeyên xwe li vir bihêlim û teslîmê dewletê bikim. Cenazeyên min dibe ku wek Ahmet biçe wek Mehmet radestî me bikin. Kurt û kurmanci hikûmet karê xwe nekir. Tiştek wek televîzyon nîşan dide nîne."   'Ji bo rizgarkirinê me lavayî kir'   Aydin Yoruk jî ji Amedê ji bo rizgarkirina xizmên xwe berê xwe da Semsûrê û wiha serpêhatiyên xwe anî ziman: "Piştî ku me agahî girt me berê xwe da Semsûrê. Em baş Semsûrê nas dikin lê belê ji ber hilweşandinê me bajêr nasnekir. Dema em gihaştin ji avahiyê tiştek nemabû. Malbat li ber kavilan agir pêxistibûn. Me demildest berê xwe da banê avahiyê û me cihek dît û me xwe gihand xwarê. Ji kata 5'an heta dawiyê min xwe xirikand. Piştî ku min deng bihist ez kêyfxweş bûm û min xwe gihand xizmê xwe Berat lê dayik û bavê Berat jiyana xwe ji dest dabûn. Serê xwişka Berat di bin kavilan de asê ma bû. Min telefona xwe da Berat û ez carekdin derketim jorê û min av van re anî. Qaşo komeke dildar ji bo alîkariyê li vir bûn, min ji wan re got ka bi min re bên lê kesek jî bi min re nehat. Min ji koma meleyan re got. Koma meleyan got amûr nîne, me amûr dît gotin em nikarin. Ya rastî feydeya kesî bi kesî re nîne. Piştî 52 saetan ji Zanîngeha Karadenîzê komek hat û me lavayî wan kir. Lavayî Komeleya AKUT'ê kir. Piştî demekî me xizmên xwe rizgar kir."   'Bi alîkariya dewletê jiyana xwe ji dest dan'   Aydin, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li vê avahiyê nêzî 60 kes dijî, ev kes heta roja 3'yan jî dijiyan. 5, 6 kes tenê hatin rizgarkirin. Yên din bi alîkariya dewletê jiyana xwe ji dest dan. Li ber çavan gelek kes jiyana xwe ji dest da. Av nîne, înternet nîne, ceyran nîne, desteşo nîne, welatî bi mirinê re têdikoşe. Ev felaketeke xwezayî ye û asayîye jî lê belê, welatî bêxwedî man û heke dewlet ev be em jî ne welatiyên vî dewletê ne."