'Ji bajêr bîhna mirinê tê' 2023-02-12 10:45:20   Medya Uren   SEMSÛR - Yek ji navendên ku erdhejê  herî zêde bandor lê kiriye, li Semsûrê hîna lı gelek cihan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine destpêkirin.  Eylem Çura ya ku ji bo eqübeta diya xwe li ber kavilan di bendêmayînê de ye dibêje piştî sê rojan wan komên lêgerîn û rizgarkirinê û alîkariya nan û avê dîtine. Eylemê bertek nîşanî rayedarên dewletê dan got ku ji bajêr bihna mirinê tê û anî ziman ku berpirsiyar ew in.     Di encama erdheja  navenda wê Mereş û Dîlok e pêkhatiye de zêdetirî 10 bajar bi giranî jê bı bandor bûn. Yek ji van navendên erdhejê ku bi giranî bi bandor bû jî Semsûr e. Li Semsûr û navçeyên wê bi hezaran kes mirî ji bin kavilan hatin derxistin û bi hezaran kes jî hîna di bin kavilan de mane. Bi taybetî li navenda bajêr li taxa Sîtelera yê tû avahî li ser lingan nemane. Gelek mexdûrên erdhejê yên li virin bi taybetî di warê dereng Malbat ji ber dereng destpêkirina xebatên lêgerînê bi gazinc e. Yek ji wan ên gazinan dike jî malbata Eylem Çur e.   Eylem Çur ji Osmaniye ji bo serdana diya xwe hatibû Semsûrê û bû şahide erdhejê. Eylem bi rojane li taxa Sîtelera ya li navenda Semsûrê ye li ber kavilê ku diya wê û xaltîka wê di bin de mane di nobetê de ye. Bi xwişk û xwarziyên xwe re li benda xeberekê ye.   ‘Bêhna mirinê ji bajêr tê’   Eylem di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku ew bi rojane bêyî hêviya xwe qüt bike li ser vê kolanê y û berdewam kir: “Diya min Hasîbe Harikçi û xaltîka min Hulya di bin kavilan de ne. Xalê min û jinxala min mirî hatin derxistin. Bi rojane ez li benda derxistına diya xwe û xltîka xwe me. Wallî û  şaredar ne li vir in. Bi hezaran kes mirin û bi hezaran kes hîna di bin kavilan de ne. Bêhna mirinê ji bajêr tê. Niha hinek kom ji bo arîkariyê hatine. Lê dereng man û têr ji nake. Ji ber li Semsûrê xaniyê li ser lingan mane hema bibêje nemane. Ger alîkarî zu hatiba belkî hinek kes li jiyanê bimana.”   ‘Dibe ku bi hezaran kes xilasbûba’   Eylem ji destpêka axaftina xwe heya dawiyê şoka ku jiyaye parve kir û bûyerên bûye şahid ji me re radigihandin. Digot min mirî dîtin û min dît kes bi saxî ji bin kavilan bi destê malbatên xwe hatin derxistin. Bûm şahide hertiştî. Eylem wiha berdewam kir: “Gelek kes bi derfetên xwe hewildan ku kesên di bin kavilan de derbixin. Ez bûm şahit ku yekê diya xwe bi stila derxist. Di bin baranê de kom da aliyekî û diya xwe derxist. Kale min bi heman rengî me derxist. Ez cardin dibêjim ger alîkarî zu hatiba wê bi sedan, hezaran kes bihata rizgarkirin. Rojên destpêkê me kes nedît. Semsûr tenê hat hêştin. Rojên destpêkê me navê Semsûrê ji nebihîst. Ewqas ne di rojevê de bû. Em ji parçeyek ji vî welatî ne û em ji bajarê ku bacê didin dewletê ne. “   ‘Metirsiyên mezin li bajêr rûdidin’   Eylem wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li vir di her alî de pirsgirêk hene. Pêdiviyên me nayên pêkanîn. Hîna piştî çend rojan me komên lêgerînê û tasek xwarina germ dît. Piştî rojan me karî em avê vexwin.  Di aliyê tendirustiyê de jî metirsiyek mezin heye li bajêr. Bêhna miriyan tê, herkes li kolana ye. Li aliyekî jî em nikarin herin lawaboyê jî. Ev hemû wê bibin sedema nexweşiyên giran.”