Erdhejzede li Îzmîrê ne: Canê me sax e lê kêfa me tune ye 2023-02-12 09:09:43   Melike Aydin    ÎZMÎR - Erdhejzedeyên piştî erdhejê çûne Îzmîrê diyar kirin ku ji dewletê tu alîkarî nedîtine, canê wan sax e lê tu kêfa wan tune ye. Her wiha bang kirin ku bila alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê bên kirin.   Ji erdheja navenda wê Mereş bû li gundê Topraktepe ya Doganşehîr a Meletiyê herî kêm 13 kesî jiyana xwe ji dest dan. Piştî erdhejê welatî bi derfetên xwe ji gund derketin û çûn Îzmîrê. Welatiyan diyar kirin ku ew dixwazin vegerin gundê xwe û gotin: “Me tu alîkarî negirt. Bila alîkariya mirovên herêmê bikin. Em sax in lê kêfa me tune ye.”   ‘Ceyran tune ye em agahî ji wan nagirin’   Menekşe Kapayinar a ji gundê Topraktepe ya Doganşehîr a Meletiyê çûne Îzmîrê cem xizmên xwe got li gund 13 kesî jiyana xwe ji dest dane û wiha vegot: “Jinek û du zarok di bin kavilê de man û ji ber şewata sobeyê jiyana xwe ji dest dan. Ava gund tunebû. Hevjînê min li wir ma. Ceyran tune. Em agahiyê ji wan nagirin.Hîna erdhej çêdibin. Bi derfetên xwe avê tînin. Gund wêran bûye. Cenaze piştî em hatin, hatine definkirin. Canê me sax e lê kêfa me tune ye. Bila alîkariya gelê wir bê kirin.”   Me her tişt bi derfetên xwe kir   Fatma Kayapinar jî daxuyakirin ku bêyî cenazeyan rabikin hatine Îzmîrê û tiştên jiyane wiha vegot: “Psîkolojiya me tevan xera bûye. Em tehmê ji tiştekî nagirin. Tu alîkarî nehat kirin. Ne kepçe hat ne jî alavek tiştek. Me her tişt bi derfetên xwe kirin. Em dixwazin vegerin gundê xwe. Em neçar man sewalan jî bifroşin. Em ji neçarî niha li vir in. Lê em dixwazin vegerin.”   ‘Her kesî mala xwe vekir lê heta ku derê’   Endama Malacemê ya Yamanlar Yildiz Ecer got mala xwe ji 13 xizmên xwe re vekiriye û got yên hatine ewil li Malacemê ya Yamanlar mane û piştre li malan belav kirine. Yildizê wiha dawî lê anî: “Me ji ser çapemeniya civakî alîkarî kom kirin. Li Hatayê xizmên me hene. Li Elbîstanê hevalên min hene. Tu alîkarî neçûne ji wan re.  Em ê kesî li kolanan nehêlin. Lê heta ku derê gelo. Em bi zor debarê dikin. Hewcedariya kesên hatine bi piştgiriya psîkolojîk jî heye.”