Li Nargeleyê mirovan bi şewatê jiyana xwe ji dest dan 2023-02-11 13:01:34     Dilan Babat – Elfazi Toral   MEREŞ - Li Nargeleyê sê rojan agahî negihaşt ber destên welatiyan. Hinek welatî di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan hinek jî ji ber şewitîn û hinek welatî jî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan.   Li Mereşê di 6'ê Sibatê de erdhej pêk hat û bilançoya erdhejê her diçe zêde dibe. Gelek jin bi saya welatiyan ji bin kavilan hatin rizgarkirin û gelekan jê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Hinek tax jî piştî çar rojan şûnde gel xwe gihandinê.    Tax hat valakirin   Taxên Zilan, Kûrte Hişkê, Derbent, Ekinozu yên girêdayî Elbistanê û Mîrelî, Nergele yên girêdayî Nurhaqê hatin vakirin. Li Nergeleyê herî kêm bîst kesî jiyana xwe ji dest dan. Dîsa li Ava Teterê gelek avahî hilweşiyan.    Ekîbên tendirustiyê jî ji AFAD'ê ne razî ne   Di dema erhejê de du kesî bi şewatê jiyana xwe ji dest dan û du kes jî di bin kavilan de man. Li Taxa Mîreliyê piştî çar rojan rê vebûn. Bi vekirina rêyê dîmenên kavilan derketin holê. Gelek kêmasî hene û Ekîbên tendirustiyê jî ji AFAD'ê ne razî ne.   Piştî erdhejê teqîn çêbû   Tê texmînkirin ji Taxa Mîrêliyê dozdeh cenaze hatine derxistin. Avahiyên li taxê hema bêje hemû hilweşiyane. Hat diyarkirin dayik û keçek xwe bi şewatê jiyana xwe ji dest dane.    Kesên hatin rizgarkirin alîkariya hevdu kirin   Jina bi navê Nezele ya li taxê da zanîn kesê hatin rizgarkirin alîkariya hevdu kirine û wiha got:"Neviya min şeş mehî bû û neviyeke min sê salî bû. Wê konteynirê me rizgar kir. Sê roj şûnde rê vebûn. Em bi lingê pêxwas derketin derve. Sê roj şûnde alîlarî hat. Konên me tune ne. Kes hîn neçûne gundê li jor û kesên li vir alîkariya hevdu kirin. Em niha sêzdeh kes di konteyniran de dimînin. Tîyê min şewitî û ew birin nexweşxneyek li Qeyseriyê."