Dewlet tune ye bi derfetên xwe cenazeyên xwe derdixin 2023-02-11 10:13:06     Rozerin Gultekin   SEMSÛR - Li gundên Semsûrê yên ku tu alîkariya dewletê negihaştinê welatî bi derfetên xwe kavilan radikin û cenazeyên xwe derdixin.    Di 6’ê Sibatê de navenda wê Bazarcixa Mereşê bi pîleya 7,7 û 7,5 erdhej pêk hat û bandoreke neyînî li ser gelek bajarên Kurdistanê kir. Lê belê hîn alîkarî negihaşt gelek cihan û welatiyan bi derfetên xwe hewl dan ku birînên xwe bipêçin. Li gundên Semsûrê yên ku tu alîkariya dewletê negihaştinê welatî bi derfetên xwe kavilan radikin û cenazeyên xwe derdixin. Li gundê Aksu û Recep ên Semsûrê welatiyan bi derfetên xwe cenaze derxistin.    11 cenaze bêyî ku bên şuştin hatin definkirin    Aynur Altinişik, da zanîn ku sê rojan ekîbên alîkariyê û rizgarkirinê nehatine û wiha got:”Me bi xwe cenaze derxistin. Di dawiya roja sêyam ne ji aliye dewletê ve ji aliyên din alîkarî hat. Kesî alîkariya me nekir. Me 11 cenaze defin kir loma jî êşa me mezin e. Cenazeyên me nexistin bin qeydê. Ji ber berfa zê me nikaribû cenazeyên xwe gişî derxe. Di roja sêyem de encax me cenazeyên xwe hemû derxist.”   ‘Alîkarî nehat kirin’   Aynurê bi lêv kir ku tevî cenazeyê pitikekê 11 cenaze me bi xwe derxist û wiha lê zêde kir:”100 malên me hebûn lê bele 80 jê hilweşiyan. Yên din jî xisara wan mezin e em nikarin têkevên. Niha ajalên me di bin kavilan de ne. Kesî alîkariya me nekir. Telefonên me jî nedikişand. Ger bihatana belkî mirovên me rizgar bibana. Me bi desten xwe miriyên xwe derxist. “   Di 3 konan de 60 kes dijîn   Aynurê da zanîn piştî erdhejê alîkariya kon ji bo wan nehatiye kirin û wan jî îskeleyên ji bo tûtinê bi kar dianîn, veguhertine konan û wiha pê de çû:”Me sobeyên xwe ji bin kavilan derxistin. Em êzingan jî ji bin kavilan derdixin. Betaniyên em ji malan tînin hene.    Mirovên ji derve hatine alavên wan hene û em wan bi kar tînin. Em nikarin herin dereke pêdiviya me heye ku em li derekê bimînin. Li gundê me pir ba tê em nikarin di konan de bimînin. Divê konteynir hebin. Di konekî de em 20 malbat dimînin. Me sê kon vedane û di her yeke de bîst malbat dimînin. Şerdên me gelkî zor e. Me tiştek ji aliyê dewletê ve nedît. Nehatin û tu alîkarî nekirin.”   80 ajal di bin alavan de man   Welatiyên li bajaroka Çem a gundê Recep a li nêzî gundê Aksuyê dimînin jî dan zanîn dewletê tu alîkarî nedaye wan û got:”Me bi xwe kavilên xwe rakirin û du cenaze derxist. Li vir gel bi tûtinê debara xwe dike lê belê tûtin jî di bin kavilan de maye. 80 ajal di bin alavan de man. Dîsa li gundê Mutlu yê serjimara wê 50 kes bûn tene 3 kes hatin rizgarkirin.”