Gulşen a ku piştî 5 saetan hat rizgarkirin: Ev ne qedere, piştgûhkirin e 2023-02-11 09:06:08     Rojda Aydin - Rabîa Onver    DÎLOK - Jina bi navê Gulşen Taşdemîr û hevjînê wê Eyyup Gokkaya ya ku li navçeya Nurdagi di bin bermahiyan de man, piştî 5 saetan ji aliyê welatiyan ve hat rizgarkirin. Ji malbata Gulşenê jî 6 kes di bin bermahiyan de jiyana xwe ji dest dan. Gulşen, bi lêv kir ku tişta hatiye jiyîn ne qedere, piştgûhkirin e.   Li Dîlokê piştî ku erdhêja ku pêk hat şûnde bi hezaran avahî hilweşiyan, bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûn. Li navçeyên Îslahiye û Nurdagiyê bi ser erdhêjê de 6 roj derbas bû jî hîn gelek welatî di bin bermahiyan de benda rizgariyê ne.   Li taxa Yavûz Selîm a Nurdagiyê, jina bi navê Gulşen Taşdemîr û hevjîna wê Eyyup Gokkaya piştî 5 saetan ji aliyê welatiyan ve di bin bermahiyan de hat rizgarkirin. Gulşen a ku di bin avahiyan de hat rizgarkirin, çavê wê yê çepê mohr bûye. Di roja sêyem a erdhêjê de piştî 53 saet şûnde ji malbata Gulşen cenazeyê 6 kesan di bin bermahiyan derket. Gulşen a ku di bin avahiyan de rizgar bû ji me re behsa tiştê ku jiyaye kir.   Piştî 5 saetan hatin rizgarkirin   Gulşen, anî ziman ku roja erdhêjê saetên serê sibehê de erdhêjek mezin pêk hatiye û ji ber vê yekê gelek tirsiyane. Gulşen, diyar kir ku dema erdhêj bûye ew û hevjînê wê li malê bûne û di erdhêjê de di bin avahiyan de mane. Gulşen, destnîşan kir ku piştî 5 saetan şûnde ji aliyê welatiyan ve di bin bermahiyan de hatine derxistin û wiha behsa wê rojê kir: “Dema erdhêj bû ez û hevjînê xwe ketine bin qenepeyan û sobe me xilas kir. Dema ku sobe ket di navbera dîwar de valahiyek çêbû. Me jî wê valahiyê di hindir de veda ji bo ku derbikevin. Ji derve jî welatiyan dîwar kola û me xilas kirin. Em bi alîkariya welatiyan hatin rizgarkirin. Tişta ku me jiya gelek xirap bû. Pênaseya vê yekê jî nîne, gelek zehmet bû. Em bi alîkariya welatiyên xwe piştî 5 saetan derketin derve. Zarokên min li Dîlokê dimînin. Dema ku bihîstin erdhêj bûye hatin li vir û xwestin me bibin. Lê ez neçûm û min hevjînê xwe şand. Malbata min di bin bermahiyan de bû. Ji ber vê yekê min nexwest ez biçim.”   Ji malbata wê 6 kes jiyana xwe ji dest da   Gulşen, destnîşan kir ku ji malbata wê jî 6 kes sê rojan di bin bermahiyan de mane û wiha domand: “Malbata min hemû di bin bermahiyan de ma. Malbata min di bin avahiyan de hat derxistin lê hemû jiyna xwe ji dest dan, kesek sax navê de nema. Dayik, 3 xwîşk, birayek û xwarziyek min di bin bermahiyan de jiyana xwe ji dest dan. Me nekarî malbata xwe di bin bermahiyan de zû derbixin. Ji ber ku derfetên derxistinê nîbû. Mûdaxele dereng hat kirin. Di roja destpêkê de komên alîkariyê nehatin. Ji ber vê yekê piştî 3 rojan cenazeyê malbata min derket. Pêwîstî bi kepçe û makîneyên xebatên hebûn, lê nehatin. Ji ber ku mudaxele dereng hat kirin malbata min jiyana xwe ji dest da. Ger ku ew kom bihatana, malbata min xilas bikirana dê niha bijiyana. Min ji malbata xwe giştî 6 kesan winda kir. Ev ne tiştekî hêsane. Dema ku ez di bin bermahiyan de hatim derxistin birînên sivik hebûn. Tendûristvanan ku li wê derê amadebûn min û hevjînê min nêrî. Komên tendûristiyê yên dinê dereng hatin li vir.”   ‘Ev ne qedere, piştgûhkirin e’   Gulşen, bi lêv kir ku ji ber erdhêja ku pêk hat de hem di aliyê fîzîkî û hem jî derûniyê de gelek jê bandor bûne û got bandora vê erdhêjê dê demek dirêj li ser wê bimîne. Gulşen, got erdhêja ku pêk hatiye ne qedere, piştguhkirin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li aliyekî jiyan didome, li aliyekî dinê ve jî windayên me çêdibin. Em ji bo windayan nikarin tu tiştî bikin. Em nikarin xwe bigihînin kesan, bi tena serê xwe dimînin. Ev tişt bi xebatên destdan tenê têr nake. Gelek zehmet e, em nikarin vebêjin. Tu tişt di wextê xwe de çêname û mudaxale nakin. Cihê bermahiyan hîn tê paqijkirin û hîn mirov di binî de derdikevin. Lê belê zêde kes zindî dernakevin. Gelek ji wan jiyana xwe ji dest didin. Divê komên alîkariyê ji bo erdhêjê hertim amadebin. Pêwîste em li ser nigên xwe bisekinin. Divê em ji cihekî ber bi cihekî bikaribin biçin. Ji ber ku jiyan hîn didome.”