Li Amedê bîlançoya erdhejê: Bi hezaran kes di bin kavilan de ne 2023-02-10 13:08:05   Medya Uren   AMED - Li Amedê li aliyekî bi hêviyekê welatî li benda kesên wê ji binê kavilan bên derxistine, li aliyekî jî yên jiyana xwe ji dest dane têne binaxkirin û li aliyê din jî ji ber metirsiya erdhejê bi hezaran welatî di bin konan de dimînin. Me ji van qadan mîkrafona xwe dirêjî welatiyan kir.   Bi erdehaja li navenda Mereş û Dîlokê pêk hatiye 10 bajar bi bandor bûn û yek ji van bajaran Amed bû. Li Amedê 23 avahî bûn kavil û bi sedan avahiyê jî zirarên mezin girtin. Her ku diçe bilançoya erdhejê zêde dibe û jimara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibe.   ‘Dilê me bi êş e’   Li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rêzanê ye bê navber xebatên definkirina kesên di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane berdewam dike. Li gorî agahiyên me ji wir girtine ji derveyî jimara fermî ya tê parvekirin zêdetir kesî jiyana xwe ji dest dane. Ango bi sedan kes li goristanê hatine definkirin. Me ji Goristana Yenîkoyê mîkrafon dirêjî welatiyan kir.   'Gel bi xwe bi hev re dibe alîkar'   Fatma ya yek ji welatiyên ku hatiye xizmê xwe defin bike jî bi van gotinan bertek nîşan da: “Tayîbo dibêje ka wê kurd biqedin an na. Em bi wan dizanin. Tu alîkariyê nade me. Gel bi xwe bi hev re dibe alîkar. Em ne diqedin ne jî dawî li me tê. Em li bin xetê li gel hev ji hev qut xwedî li hev derdikevin.”   'Hîna bi hezaran kes di bin kavilan de ne'   İkram Alay a yek ji mexdûrên enkazê ye ku ji bo defnkirina xizmên xwe hatiye goristanê bi van gotinan bang li rayedaran û gel kir: “Dilê me diêşe. Li Amedê cardin em alîkariya hev dikin. Lê belê bajarên din rewşa wan ji ya me bi xetertir e. Ji bo xwedê em alîkariya hev bikin. Lawê min roja erdhejê çû Dîlokê. Derûniya wî xira bûye. Mixabin dîmenên dîtiye û qal dike gelek xeter e. Divê em dest bidin hevdû û herî kêm cenazeyan ji erdê rakin. Wî digot gelek kes destên wan, lingên wan di bin kavilan de xuya dikirin. Ev gotin me diêşîne. Xebatkarên li ser van kavilan bixebitin tune ne. Ev çend roj in erdhej pêkhatiye lê hîna bi hezaran kes di bin kavilan de ne.”   ‘Diya min û xwişkek min ên hîna di bin kavilan de hene’   Li sê navçeyên Amedê Peyas, Rezan û Yenîşehîrê ku xanî lê xira bûne bi sedan welatî li derdora kavilan bi hêviyekê li benda kesên xwe ne. Newroz Tanrikurt bi lêv kir dêya wê û xwişkek wê hîn di bin kavilan de ne û wiha lê zêde kir: “Du birayên min û xwişkeke min bi birîndarî ji bin kavilan derxistin. Lê diya min û xwişkek min ên hîna di bin kavilan de hene. Navê wan Saadet Tanrikurt û Delal Tanrikurt e. Ev bi rojane em li cihê erdhejê ne û li benda xeberekê ne. Dema em diçin dipirsin, xwe aciz dikin. Dibêjin wisa pêwîst dike.”   'Werin li nava me bigerin rastiyan bibînin'   Bedrî da zanîn pêdiviyên wan bi cih nayên û wiha got: “Em bi rojan e li vir in. Bi hêviyekê li benda xeberekê ne. Lê belê hertişt hêdî ye û ekipman jî kêm in. Ez bi xwe xebatkarê avahiya me. Ez di vî alî de ji xwe bawer im. Em dixwazin alîkariyê bikin. Pêwîst e alîkariya me asteng nekin. Em ê bikaribin bi ewle nêz bibin. Îro birîna me kûr e û em nikarin bi dest û piyê xwe girêdayî rûnên. Temaşeyê derdora me bikin. Em li vir dimînin lê bi rastî jî tu alîkarî nayê dayîn. Me bac dida dewletê ka pêşwaziya vê baceyê li ku ye? Li ser TV'yê propagandaya xwe dikin lê werin li nava me bigerin rastiyan bibînin. Pêdiviya sereke lawabo ye lê mixabin ew jî tune ye.”   4 şev in bi hezaran welatî ji ber metirsiya heyî şeva xwe ji derve derbas dikin. Li gel serma û barana heyî hewl didin jiyana xwe bixin ewlehiyê de. Ji bo em ji welatiyan agahiyê bigirin li perqa Newrozê ya li Rezana Amedê ye me mîkrafon dirêjî welatiyan kir.   'Avahiya min xira bûye û ez nikarim biçim cihekî'   Turkan Poyraz a li parqa Newrozê 4 şev in dimîne pirsgirêkên dijîn bi van gotinan bi lêv kir: “Em 8 kes in ev 4 roj in em li parqê ne. Kesî ne di aliyê kon de, ne jî di aliyê pêdiviyan de alîkarî dan me. Avahiya min xira bûye û ez nikarim biçim cihekî. Her cih ne ewle ye. Bi taybetî sermayek hişk heye û di vê mijarê de em pirsgirêkan dijîn.”   'Em 16 kes di bin konekî biçûk de dimînin'   Yazgul Kaya da zanîn ew 16 kes di bin konekî biçûk de dimînin û wiha pê de çû : “Ez û hevjînê xwe nexweş in û welatiyekî konê seyranê daye me. Em hewl didin di bin wir de bimînin. Ev 4 şev in em derbas dikin lê kesekî alîkariyek baş ji me re neaniye. Mixabin betanî, kon û cilên germ lazim in. Hertişt xwarin nîne.” Konê ku tê de dimîne nîşa me kir û berdewam kir: “Ev ne hal e em tê de ne.” Bûka wê ya ku ducanî ye jî Zehra Kaya jî wiha pirsgirêkên xwe parve kir: “Em çend roj in di bin sermayê de li vir in. Em nikarin biqedînin. Em ê ji sermayê bimirin. Em 16 kes di bin konekî biçûk de dimînin.”