Belavkirina edilane nayê kirin, kes li gorî xwe tevdigerin 2023-02-10 10:33:06   Rojda Aydin - Rabîa Onver   DÎLOK - Ji ber erdhêja ku bû jinên Dîlokî ku bi rojan in li derve ber sermayê dimînin. Jinan, banga alîkariyê kir û gotin: “Ji ber ku em kurd in alîkariya me nakin.”   Piştî ku erdhêjên li navçeya Bazarcix a Mereşê û Dîlokê pêk hat şûnde gelek avahî hilweşiyan, di encama vê de gelek kes jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên herêmên erdhêjê berdewam dike. Li navçeyên Îslahiye û Nurdagi ya Dîlokê ku bajar wêran bûye, xebat berdewam dikin.  Welatî bi derfetên xwe li park, petrol û kêlekên rê di erebeyan de dimînin. Welatiyên ku ji erdhêjê bi bandor bûne heta niha tu alîkariyek ji wan re neçûye. Li gor agahiyên ku ji welatiyan hat girtin, alîkariyên ku tên belavkirin de di navbera kurd-tirkan de cudahiyê dikin.   Jinên Dîlokî yên ku rojên zehmet derbas dikin, bi lêv kirin ku ji wan re alîkarî nayê dayîn û gotin sedema vê jî ji ber “Kurd” in.   ‘Li vê derê hikûmet tuneye’   Leymon Caymaz, anî ziman ji erdhêjê gelek bi bandor bûne û li parkan debara xwe dikin. Leymon, destnîşan kir ku bi rojan e li benda alîkariyê ne û bi lêv kir ku alîkariyên tên jî tên astengkirin. Leymon, got bila pêşiya alîkariyên hatine bên vekirin û wiha domand: “Bila demildest alîkariyan bînin bi gel re parve bikin. Di erdhêjê de gelek avahî hilweşiyan. Gelek kes jî jiyana xwe ji dest dan. Di bin bermahiyan de hîn welatî hene, nehatine derxistin. Diçin bermahan dinêrin, lê mirovan di bin bermahiyan de dernaxin. Li vê derê hikûmet tuneye. Nayên cenazeyan dernaxin. Gelek kes mirîne, birîndar di bin bermahiyan de ne. Lê kesek nayê wan xilas nake. Em vê yekê qebûl nakin. Dawiya vê dê çawa be em nizanin. Girtiyên me di girtîgehan de ne û em xwe nagihînin wan. Em nizanin ku ew di çi rewşê de ne. Çar roj in em li parkan, mizgeftan dimînin. Zarokên me dê ji sermayê bimirin.”   Rojane li benda alîkariyê ne   Leymon, destnîşan kir ku bi rojan e li parka dibînin, li benda xwarin û konan e û wiha pê de çû: “Me li gelek hejmaran geriyan, gotin em ê bînin. Lê heta niha ji me re tu alîkrî nehatiye. Em li derve dimînin ji sermayê, di malê de jî ji ber erdhêjê jiyana xwe ji dest bidin. Ji me re tu agahî nehat. An em ê di malên xwe de bimînin û bimirin. An jî li derve bimînin em ê bimirin. Ji ber ku em kurd in ji me re alîkariyê naynin. Lê alîkariyê tînin didin tirk an. Ev çar roj in em li wan geriyan û me kon xwest. Lê her carê ji me re dibêjin em tên. Lê çar roj in hîn nehatine. Ji derve alîkarî tên, lê dewlet dest datîne li ser wan. Em ji bo ku xwe ji erdhêjê biparêzin hatin avahiya HDP’ê. Li vir xwarinê dixwin û pêdiviyên xwe pêk tînin. Bila hemû kes xwedî li Dîlokê derbikeve.”   Cudahiya kurd û tirkan tê kirin   Siyaxan Kuşçî jî diyar kir ku piştî erdhêjê li herêma sanayî hatine bicihkirin lê heta niha ji wan re tu alîkarî nehatiye. Siyaxan, da zanîn ku ji ber alîkarî ji wan re nehatiye gelek mexdûr bûne û wiha got: “Alîkariyên ku tên Dîlokê tên astenkirin, ji navçe û bajarên dinê re tê şandin. Zarok û neviyên me hene. Em nizanin ku em ê çi bikin. Dibêjin li Dîlokê bermahî nîne. Bila werin li vir binêrin û bibînin ku çend mirov mexdûr bûne. Gelek kesan gotiye ‘baş bûye hatiye serê kurdan’. Wekî ku li vê derê bi tenê kurd dijîn. Li vê derê tikr û elewî jî hene. Erdhêj çêbûye çawa cudahî dikin navbera kurd û tirk an. Bila cudahiyê nekin. Em hemû mirov in. Dilê me hemûyan dişewite. Bi tenê daxwaziyek me ew e ku bila bêzê pitikan, kon û xwarin bê. Em vê cudahiyê tu carî qebûl nakin.”   ‘Bila alîkariya me bikin’   Şadiya Yogun jî destnîşan kir ku alîkariyên ku tên bi tenê ji welatiyên tirk re tên parve kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Erdhêj bûye, em hemû wêran bûne. Zarokên me hemû pêrîşan bûne. Di vê rewşê de jî cudahiyê dikin. Ji ber ku em kurd in cudajî tê kirin û alîkariyê didin alîgirên xwe. Ji ber ku dinya sare em nikarin li derve bimînin, nikarin bikevin malên xwe. Bila alîkariya me bikin û kon bidin me."