Piştî lêkolînên li Îslahiye û Cebelînûrê: Tablo gelek giran e 2023-02-09 10:01:34   Rojda Aydin   DÎLOK - Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ESP'ê Beycan Taşkiran a di nava heyeta ku piştî erdhejê li Îslahiye û Cebelînûrê lêkolîn kir de cihê xwe girt da zanîn tablo gelek giran e û li herêmê ji sedî 60-70’ê avahî hilweşiyane. Beycan, bertek nîşanê astengkirina TIR’ên alîkariyê da û bang kir ku hemû kes di nava alîkarî û piştgiriyê de be.   Piştî erdhêjên ku navenda wê Bazarcix a Mereşê bû, bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û xebatên lêgerîn û xilaskirinê jî didome. Navendên ku bîlançoya erdhêjê giran bû yek jî jê navçeyên Îslahiye û Cebelînûr ên Dîlokê ye. Di encama erdhêjê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek jê jî birîndar bûn. Heta niha tu agahî ji kesên ku di bin avahiyan de mane nayê girtin. Piştî erdhêjê heyeta ku ji Partiya Herêmên Demokratîk (HDP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) pêk hat li navçeyên Îslahiye û Cebelînûr û gundên wan serdan kirin.   Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ESP'ê Beycan Taşkiran a di nava heyetê de cih digirt rewşa herêmê nirxand.   ‘Tablo gelek giran e’   Beycan, anî ziman ku piştî erdheja Dîlokê tablo gelek giran bûye û li Cebelînûr û Îslahiyeyê ji sedî 60-70’ê avahî hilweşiyane û avahiyên ku hilneweşiyane jî zirarek mezin dîtine. Beycan, destnîşan kir ku avahiyên ku derizînê pêwîst e bên hilweşandin û wiha got: “Gel hem li kolanan in û hem jî ji bo xizmên xwe xilas bikin di nava hewldanan de ne. AFAD dibêje ‘em li her derê ne’, lê me dît ku derewan dikin. Komên xilas kirine gelek kêm e û alavên wan kêm in. Mirovên li wê derê gelek zêde hewl didin. Lê bi alavên kêm welatî tên derxistin. Cihê ku derfet nîne cenaze bên derxistin jî bi kepçeyan tên derxistin.”   ‘Nexweşxane tije ne’   Beycan, destnîşan kir ku cenazeyên welatiyan li kolanan e û gel xwedî li cenazeyên xwe derdikevin. Beycan, da zanîn ku nexweşxane tije bûne û cih nemaye û wiha domand: “Morg hemû tije bûne, cih nîne.  Gelekî zêde welatiyên me jiyana xwe ji dest dane. Hilweşandinek mezin heye. Sedema vê hilweşandinê dewlet û pergal e.  Ji ber rejîma faşîst a li ser keda xweza û mirovan rûdinê gel mexdûr e. Ji ber rejîma faşîst a ku li ser esasê kirêt û qazancê hatiye avakirin tablo ewqas giran bûye.  Gelo ev tablo giranbû jî çi bû? Mudaxale kirin, na.”   'Em piştgiriya gelê xwe bikin'   Beycan, bal kişand ser astengirina TIR’ên ku ji bajarên din tên û wiha pê de çû: “Ji duh ve jî bi êrîşan bersiva vê seferberiyê hat dayîn û hat astengkirin. Banga me ji gelê me re ev e, em qedexeyan nas nakin. Ev ne rewa ye. Gelê me bê xwarin tê hiştin û di nava birînên wan de dihêlin. Ew neçar dimînin ku ji dûr ve li miriyê xwe binêrin. Em temaşe nekin. Em xwe bigihînin hewara wan. Çi ji destên me tên em bikin. Erka me ya îro siyasî, bîrdozî, însanî, civakî ye. Li hemberê vê yekê em bêdeng nemînin. Em piştgiriya gelê xwe bikin.”   ‘Gel di nava êşê de ye’   Beycan, anî ziman ku zanyar bi rojan e der barê erdhejê de daxuyanî didin û wiha axivî: “Di bin xirbeyan de nêzî hezar 190 mirov hene. Tablo gelek giran e û diyar e. Li gor daneyên duh 6 hezar avahî hilweşiyane. Ji ber vê yekê divê bi deh hezaran sedhezaran mirov seferber bibin û koordîne bibin. Kesên ku ji bo vê hewl didin tên astengkirin. Ji welatên derve mirov û kesên pispor ku hatine tên astengkirin. 10 bajar bi temamî tune bûye. Hin navçe ji sedî heştê tune bûye. Kesekî hîn neçûye Nûrhakê. Bi astengî, qedexeyan an jî bi rewşa awarte nayên tepisandin. Me ev tabloya giran carekedin dît. Ev karektera li dijî gel a rejîma kedxwariyê ye. Gelek diyar e ku ev dijminatiya li dijî gelan e. Van astengiyan rakin. Ger ku hûn astengiyan ranekin em ê hertiştî bikin. Gel di nava êşê de ye. Nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin.”   ‘Werin piştgiriyê bidin’   Beycan, di dawiyê de got divê bi lezgînî hemû alîkarî bigihêjin gelên herêmê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîst e Nexweşxaneyên Sahrayê bên avakirin. Divê gel xwe bigihîne avê û cihên destavê. Pêdivî ye ku konteynir, konên zivistanê, tulumên razanê werin. Em li benda gelê xwe ne ku xwedî li deh bajaran jî derbikevin. Hevgirtin piştgiriyê mezin dike. Em dev ji vê bernedin. Em dibînin ku gelê me dev jê bernedaye. Em dibêjin werin bi dildarî li vê derê bixebitin.”