Rayedar dengê gundên Cebelînûrê nabihîzin 2023-02-09 09:04:25   Rojda Aydin   DÎLOK -  Welatiyên gundên navçeya Cebelînûrê, anîn ziman ku sê roj in erdhêj çêbûye lê tu komên alîkarî û lêgerînê nehatine alîkariya wan. Welatiyan, bi lêv kirin ku bi derfetên xwe cenazeyan ji bin avahiyan derxistine û defin kirine. Jinan, bertek nîşanê rayedaran jî dan û gotin çima xwedî li wan nayê derketin.   Li navenda Dîlokê, navçeyên Cebelînûr û Îslahiyê û gelek gund ji ber erdhêja ku pêk hat heta niha bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn û hîn agahî ji gelek welatiyan nayê girtin. Piştî erdhêjê komên alîkarî û lêgerînê sê roj in hîn neçûne hin gundan. Gundên navçeya Cebelînûrê yên wek Keferdiz, Satirhoyuk û Gedîklî hemû hilweşiyane û xanî nemane ku welatî tê de bimînin. Her wiha heta niha tu alîkarî ji gundiyan re neçûye. Ji ber vê yekê welatiyên li gundan gazin kirin ku heta niha tu alîkarî ji wan re nehatiye û komên lêgerînê nehatine gundên wan.   Welatiyên li gundên Keferdizê, bertek nîşanê rayedaran dan û gotin çima xwedî li wan nayê derketin.     ‘Li goristanan cih nema’   Welatiya bi navê Havva Çokukoglu, anî ziman ku beriya sê rojan erdhêjek mezin pêk hat û rewşa wan gelek xirab e. Havva, destnîşan kir ku ji ber erdhêjê ew û zarokên wan gelek tirsiyane û wiha pê de çû: “Em vê travmayê nikarin derbas bikin. Di bin avahiyan de hîn welatî hene. Me cîran û xizmên xwe hemû winda kir. Rewşa me gelek xirab e. Sê roj derbas bû hîn alîkarî nehatiye vê derê. Her wiha komên lêgerînê jî hîn nehatine. Em ji dewletê li benda alîkariyê ne. Em li benda alîkariyê ne. Li vê derê gelek xanî hilweşiyane û gelek jî derizîne. Ji ber vê yekê em nikarin bikevin xaniyên xwe. Erdhêj hîn berdewam dike. Bila hemû kes alîkariya me bike. Li vê derê rewş xirab e. Li goristanan cih nema ku em cenazeyan defin bikin. Ji her malbatekê 3 an jî 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. 3 roj in komên AFAD’ê nehatine. Hin kon hatin belavkirin, lê me nekarî bigirta. Tunebû. Li vî gundî nêzî 4 hezar welatî hene. Gundê me gundekî dîrokî bû. Lê ev dîrok bi erdê re bû yek û tune bû. Milet hîn di bin avahiyan de ne. Em nikarin tiştekî bikin. Alîkarî gelek kêm tên. Têr nake. Em hêvî dikin ku tu kesekî din vê pirsgirêkê nejî. Pêdiviya me bi ceyran, av û xwarinê heye. Em şev li derve dimînin. Em nikarin bikevin malên xwe.”   ‘Em li vir hatine jibîrkirin’   Welatiya bi navê Yildiz Daş jî bi lêv kir ku ji ber vê erdhêjê gelek tirsiyane û dê tu carî vê yekê ji bîr nekin. Yildiz, destnîşan kir ku saet di çaran de erdhejek mezin bûye û wan bi zorê xwe xelas kiriye. Yildiz, wiha got: “Tu cilekî me nîne ku em li xwe bikin. Dinya sar e, xwarin û av nîne. Xaniyên me hilweşiyan. Cenazeyên me hîn di bin avahiyan de ne, hîn nehatine derxistin. Rewşa me li holê ye. Em li kolanan man. Cihê ku em biçin nîne. Kon tunene em tê de bimînin. Me nekarî ji malê tiştekî derbixin. Ceyran nînin. Komên AFAD’ê ev qas roj bûn hîn nehatine. Cenaze me bi xwe derxist. Me cenaze derxist û li cihekî hemû danî ser hevdu. Av nînbû em cenazeyan bişon. Piştre me av ji cihekî anî cenaze şûşt û defin kir. Kesên ku di bin avahiyan de ne winda ne me hîn wan nedîtine. Em çend caran li AFAD’ê geriya, lê nehat. Kesên rayedar bila demildest bên û kesên di bin avahiyan de ne derbixin. Bila me bêxwedî nehêlin. Em dixwazin konek hebe ku tê de bimînin. Alîkariyên ku welatî dişînin tên astengkirin. Zarokên me serma digirin. Betanî nîne em xwe biparêzin. Pêdiviya me bi gelek alavan, xwarin û avê heye. Tu kes dengê gundiyan nabîze. Em li vir hatine  jibîrkirin.”