Ebrû Gunay: 40 heyetên me li cihê erdhejê ne 2023-02-08 13:35:49       AMED - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, di civînê de diyar kir ku enkaza mezin îktidar e û got: "Li hemberî astengiyan em qampanyaya dem dema piştevaniyê ye mezin dikin."   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Peyasa Amedê civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser erdhejê.   Axaftina Ebrûyê wiha ye:   "Hûn jî dizanin em bi felaketeke mezin re rû bi rû ne. 3 roj in li 10 bajaran di heman demê de li Bakur Rojavayê Suriyeyê felakete erdhejê re rû bi rû man. Ez ji malbatên ku xizmên xwe windekirine re sersaxî dixwazim ez ji kesên birîndar re şifaya xêrê dixwazim.   Li çar aliyê Kurdistanê piştgiriyek pir mezin derket holê. Ji Başûr heyeteke alîkariyê hat. Em ji spasiya heyeta Başûr dikin. Dem dema piştgiriyê ye. Dem dema xwedîderketinê ye. Em li her derî koordinasyona krîzê xebatê xwe dimeşînin.    Li navenda me koordinasyona me ya navendî heye lê li her bajaran li her navçeyan jî navendên me yên koordinasyonê hatin vekirin. 93 TIR alîkarî gihîştin cihên erdhejê. Li aliyê din em piştgiriya gelên xwe em alîkariya berhev dikin û em ê wan jî bişîn in.   Lê hikûmet astengiya derdixe. Li slopîya bi gefan alîkariya şarederiyê hatin astengkirin. Her wiha li Panosê 2 TIR alîkarî hate desteserkirin. AKP naxwaze piştivaniya civakî mezin bibe. AKP wekî her car dixwaze van krîz û felakatan bike derfet û li ser van felakatan desthilatdariya xwe mezin bike. Lê em destûr nadin.   Çi dibe bila bibe çi dibe em ê em ê alîkaryê bidin hev û birînên xwe bi hev re bipêçin. Em dizanin ku erdhej çêbû lê sedema felaketê desthilatdariye. Enkaza mezin hikûmet bixwe ye û dixwaze ku gel di bin van enkazan de dibîme. Em dizanin ku kesên di bin avahiyan de bi mirinê re rû bi rû hiştine. Tu alîkarî mudaxale, xebat tûneye tu heyet naşîn in van deran.   40 heyetên me li cihê erdhejê ne. Li Semsur li Dilok, Mereş, Pazarcix, Meletî, Edene û Hatayê li Rihayê û li der derê ne. Her dû Hevserokê me li cihê buyerê ne. Rojava ewil Pervin Buldan li Amed û Semsurê beşdarê xebatan bû. Duh jî Mithat Sancar Hatay û Edene ziyaret kir.   Tişta ku me dît tu car nayê ji bîrkirin. Tu alikariya hikûmetê li cihê erdhejê tûneye. Weletî bi derfetê mudaxeleya enkazan dikin. Em jî vê piştgiriyê mezin dikin. Bi qampanyaya bi navê dem dema piştgiriyê ye em xebatên xwe didomîn in. Em bangewazî dikin ku herkes bi şeklekî alîkarî bikin ji mexdûran re."