Konferansa Jinê ya HDK'ê: Wê di 14'ê Gulanê de têkoşîna jinê bi ser bikeve 2023-01-28 11:13:33   STENBOL - Meclîsa Jinê ya HDK'ê bi dirûşma "Raperîna me li dijî desthilatdariya mêr, israra me ji bo jiyaneke wekhev û azad e" Konferansa Jinê ya Giştî ya HDK'ê ya serdema 12'yan li dar dixe. Di konferansê de hat gotin wê di 14'ê Gulanê de têkoşîna jinê bi ser bikeve.    Meclîsa Jinê ya HDK'ê bi dirûşma "Raperîna me li dijî desthilatdariya mêr, israra me ji bo jiyaneke wekhev û azad e" Konferansa Jinê ya Giştî ya HDK'ê ya serdema 12'yan li Eywana Labella li dar dixe. Li eywanê pankartên bi nivîsên "Jin jiyana azadî","Wê jiyana nû têkoşîna jinê ava bike","Têkoşîna jinê nikare bê darizandin"   Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), jinên Elewî û gelek nûnerên rêxistinan ên jin tevlî konferansê bûn. Axaftina vekirina konferansê Berdevka HDK'ê Esengul Demir kir.    'HDK îfadekirina heqîqetê ye'   Konferans bi hilbijartina endamên dîwanê dest pê kir. Jin bi çar zimanên cuda hatin silavkirin. Piştî hilbijartina dîwanê Çilem Kuçukkeleş li ser navê dîwanê axivî. Çilemê da zanîn ku HDK li dijî pergala heyî xeta têkoşîna ava dike û got:"HDK îfadekirina heqîqetê ye. HDK mezinkirina civakê didomîne. Li dijî tecrîdê em ê jiyanê azad bikin."   Piştî axaftina dîwanê ji bo jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz hat girtin.    'Wê têkoşîna jinê bibe rêya me ya ronahiyê'   Piştre Berdevka HDK'ê Esengul Demir, jinên li Rojava, Rojhilat, Îran, Efganistanê li berxwe didin silav kir û got:"Jin li dijî êrişên faşîst û nîjadperest li berxwe didin. Jin di nava lêgerînê de ne ku ji vê tengasiyê derkevin. Li Efganistanê 6 jinan mirin dan ber çavan û derketin kolanan. Li Îranê bi serhildana Jîna Emînî jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan. Li Rojava jinan li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke mezin dan. Li Tirkiyeyê jî jin li dijî bloka AKP-MHP'ê têkoşînê dide."   'Em li dijî siyaseta şer bêdeng namînin'   Esengulê da zanîn îktidar siyaseta şer a li dijî kurdan didomîne û bêdengiyê li ser civakê ferz dike û wiha pê de çû:"Her çiqas bi gotinên nefretê bixwazin me hepis bikin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. AKP-MHP di çarçoveya siyaset şer de tundiyê li jinê dike. Em li dijî siyaseta şer bêdeng namînin."   'Pêdiviya me ji hatina gel hevdu heye'   Esengulê bi lêv kir ku polîtîkayên şer ji qetilkirina Îpek Er, windakirina Gulistan Doku, êrişa li xebatkarên çapemeniyê diyar e û got:"Ji bo bloka faşîst a AKP-MHP'ê here divê em hilbijartinê baş binirxînin. Jin zagonên li wan tên ferzkirin qebûl nakin. Ji bo em jiyaneke nû ava bikin pêdiviya me ji tifaqan û piştevaniyê heye."   'Jin hêza jiyana nû ne'   Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan axivî û got:"HDK jinan di bin banê xwe de kom dike û xwediyê roleke girîng e. HDK li dijî faşîzmê, yekperestiyê alternatîfeke bi hêz e. Jinên îro tevlî konferansê bûne hêzeke mezin ji HDP'ê ya partiya jinê ye digirin. HDP wê bi vê hêzê rêya xwe bidomîne. Berî 12 salan bi dirûşma rêwitiya ber bi hêviyê ve em bi HDK'ê re ewqas rê hatin. Tifaqa mêr a AKP-MHP'ê elbet di ferqiya vê meşa mezin a jinê de ye. Loma me dît ku çawa li dijî jinê şer dikin."   'Em bi ser ketin'   Pervinê bi lêv kir ku polîtîkayên dewletê dibe sedema qetilkirina jinê û wiha pê de çû:"Jin hemû bi gefxwarina daraza qesrê rû bi rû dimînin. Em dizanin tundiya li ser jinê polîtîk e. Gelek rêhevalên me yên jin ên têkoşîna azadiyê didomînin di girtîgehan de ne. Koçberiyê li ser jinan ferz dikin. Bi taybetî jî tundiyê li ser jinên kurd dikin. Me wekî jin li berxwe da û em bi ser ketin. Em ê vê serketinê bidomînin."   'Sala 2023'yan bibe sala mezinkirina têkoşînê'    Pervîn, di axaftina xwe de bal kişand ser sala 2022'yan û wiha bi lêv kir: "Sala 2022'yan bû sala berxwedan û têkoşînê. Jin beyî ku paşve gavbavêjin peyama domandina têkoşînê dan. Em wek jin dê li ser rêya heqîqetê bimeşîn, lêgerîna xwe ya edaletê û têkoşîna xwe bidomînin. Jin dê li dijî bêhiqûqiyê nobeta xwe ya edaletê, li dijî şer nobeta xwe ya aştiyê, li dijî tecrîdê nobeta xwe ya hiqûq û edaletê bi israr dê bidomînin. Em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin. Heta şikandina polîtîkayên tecrîdê. Sala 2023'yan dê ji bo jinan bibe sala mezinkirina têkoşîne, sala bi destxistina destkeftiyên hevpar."    'Rêya me Rêya 3'yemîn e'   Pervîn di axaftina xwe de wiha behsa hilbijartinê kir: "Hilbijartin ne tenê hilbijartina serokkomariyê ye, divê wisa neyê destgirtin. Hilbijartineke dîrokî ye. Encamên hilbijartinê dê ji hêla jinan ve bê diyarkirin. Em ê bi têkoşîna xwe ya hevpar û tecrûbeyên xwe yên hevpar hilbijartinê bikin ev dem hatiye. Me sekna xwe ya demokratîk ya hilbijartinê salekûnîv beriya niha bi belgenameya xwe aşkera kiribû. Me Tifaqa Azadî û Kedê û Tifaqa Kurd ava kiribû. Em ê wan tifaqan mezin bikin. Hilbijartina sala 2023'yan firsendeke dîrokî ye. Em wek HDP'ê berpirsiyariya xwe dizanin û ji ber vê yekê jî em ê berpirsiyariya xwe ya dîrokî bînin cih. Navê têkoşîna me Rêya 3'yemîn e. Em dibêjin demek nû û sedsaleke nû. Em ê bi vî îdiayê heta hilbijartin û piştî hilbijartinê jî bimeşin."   'Ev hilbijartin ya me ye'   Pervîn destnîşan kir ku bi siyaseta îktîdara serdest a mêr guherîneke demokratîk pêk nayê û got: "Jin hêza sazkirina pergala demokratîk e. Jin dê bi guherîne û veguherîne. Em divê bibawerbin, rêxistinbûna mezin bikin û têkoşÎna hevpar pêş bixin. Ji bo em bibin dengê hemû jinan divê em bêtir bimeşin. Jinên hilberînê dikin, jinên li ber xwe didin, jinên ku jiyaneke nû diafirînin, jinên ku ji bo mafê wekhev têdikoşîn xwedî îradeyeke mezin e. Em ê niha bi vê îradeyê di nav HDP'ê de û di nav Tifaqa Azadî û Kedê de bi gelê xwe re bin. Ev hilbijartin ya me ye. Em ê ne di nav beg û mêran de, em ê pergala ku jin xwedî mafê gotinê be, xwedî mafê hevpar be ava bikin."    'Em ê azadiyê bi dest bixin'    Pervîn da zanîn ku di 14'ê Gulanê de jin dê bi ser kevin û wiha berdewam kir: "Em ê bi vîn û hêza 8'ê Adarê, Newroz û 1'ê Gulanê, bi îradeyeke hevpar di hilbijartinê de bi ser kevin. Em dawî li selteneta mêran binîn. Ji ber vê jî ji bo serkeftina jinan dîroka 14'ê Gulanê girîng e. Em ê li her gund, mal û herêmê, li xanî, kargehan bi hev re bi heman dilî têbikoşîn. Em carek din dibêjin ev sedsal dê bibe sedsala jinê. Em hêza xwe  û motîvasyona xwe ji dirûşma 'Jin, jiyan, azadî’ digirin. Em wisa bi rêketin, wisa mezinbûn, wisa li ber xwe da û em pêşketin. Em ê bi gotina azadiyê teqes azadiyê bi dest bixin."    ‘Em ê cihaneke wekhev û azad ava bikin'   Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce di konferansê de bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Şerek tê meşandin û di vê şerê de jinên Kurdistanê Rojava bi bandor dibin. Em dibînin ku polîtîkayên şer li ser jinê tê meşandin. Li hemberî şer, îstîsmar û zilmê em jin bêdeng namînin, natirsin, guh nadin. Her ku hevalek jin rastî zilmê hat em li wir bûn û em ê her hebin. Ez îro Sakîne û Sêvêyan ji vir bi bîr tînim. Em jin teqez wê bi ser kevin. Em ê cîhanek wekhev û azad ava bikin."   'Bi temaşekirinê em bi ser nakevin'   Berdevka Platforama Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu jî bal kişand ser girîngiya HDK'ê û got: "Ji bo rêxistinkirina civakî HDK girîng e. Em dibêjin tenê bi temaşekirinê em bi ser nakevin. Divê em xwe bi rêxistin bikin û li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin, derkevin qadan."    'Tecrîd belavî tevahiya welat bûye'    Berdevka Giştî ya Meclîsa jinan a Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlu, diyar kir ku hilbijartineke girîn li pêş e û wiha bi lêv kir: "Niha li Îran û Rojhilat bi dirûşma 'jin jiyan azadî' şoreşek pêk tê. Teqes em jin di sala 2023'yan de bi ser kevin. Em di vê baweriyê de nin. Her wiha 24 sal in li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdek heye û 22 sal in agahî ji Ocalan nayê girtin. Tecrîd belavî tevahiya welat bûye. Niha li girtîgehan şîdetek mezin heye. Name hatine qedexekirin, kaxizên rengîn hatine qedexekirin, dixwazi biçî hevdîtinê bi hinceta 'lêpirsîna ewlehiyê' tê astengkirin. Ev dema pêşiya me dê bibe dema berxwedanê. Ji ber vê sedemê jî jin, LGBTÎ+, li dijî faşîzma AKP-MHP 'ê serî natewîne û bêdeng namîne û serhildana xwe bidomîne."   'Em ê bi têkoşîna xwe mohra xwe li binê sala 2023'yan bixin'   Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elif Torun Oneren jinên li Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan silav kir û got:"Em ê îro behsa serkeftinên xwe yên ji Rojava heta Efganîstanê ji Efganîstanê heta Tirkiyeyê biaxivin. Em ê bi hev re têbikoşin. Em dixwazin jin bên parastin ne malbat. Li dijî AKP-MHP'a faşîst em ê hêza xwe bikin yek. Em têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li dijî mobîng û mêtingeriya mêr li ser piyan bin. Em ê bi têkoşîna xwe mohra xwe li binê sala 2023'yan bixin."   'Piştevaniya navneteweyî çeka me ya herî bi hêz e'   Ji Emerîkayê Pêkhatina Radical Women Helen Gilbert peyama xwe ji konferansê re şand û got:"Radical Women ji Emerîkayê we silav dike. Di dema raperîn û zextê de piştevaniya navneteweyî çeka me ya herî bi hêz e. Jin dema rabin ser piya her kes bi wan radibin. Ez hêvî dikim ku fersendên xebata bi hev re bên avakirin."   Konferansê bi sernavên pêvajoya siyasî, rêxistinbûyinê ji çapemeniyê re girtî dewam kir.