Li dijî polîtîkayên şer ên taybet banga xwebirêxistinkirinê 2023-01-26 09:04:04   Rojda Aydin    AMED - Aktîvîsta TJA’yê ya Rihayê Hamîde Goktaş diyar kir ku li dijî bêcezahiştin û xelatkirina kiryaran dê li qadan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz bikin. Rêvebera HDP’ê ya Pîrsûs Feryal Gokkan jî da zanîn ku ji mirinê natirsin û got: "Kijan jin têkoşînê dide yan tê qetilkirin, an tê windakirin û an jî di nava çar dîwaran de tên girtin. Lê li dijî şerê taybet em ê bi têkoşîna xwe bi ser kevin."    Li Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayên şerê taybet bi her awayî li ser jinê bênavber tê meşandin. Hejmara qetilkirina jinê gelek zêde bûye û li dijî vê yekê hikûmet zagonên xwe naxe meriyetê. Kujer û kiryar ji polîtîkayên bêcezabûnê hêzê digirin, qetilkirin û êrişên li ser jinê meşrû dikin. Bi taybetî jî wekî tê zanîn Peymana Stenbolê ji aliyê Serokomar Tayyîp Erdogan ve hatibû feshkirin.  Lijneya Daîreyên Doza Îdarî ya Şûraya Dewletê  (DÎDDK) jî di rojên borî de bi pir dengî biryara red a 10’emîn Daîreya Şûraya Dewletê erê kir û got biryar li gorî hiqûqê ye. Ji ber vê yekê bi taybetî piştî betalkirina peymanê hejmara qetilkirina jinê zêde bû.    Aktîvîsta TJA’yê ya Rihayê Hamîde Goktaş û rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Pîrsûsê Feryal Gokkan, têkildarî êrişên li ser jinê tên meşandin de axivîn.      ‘Kiryar li şûna ku bên cezakirin tên xelatkirin' Hamîde Goktaş, di destpêkê de polîtîkayên dewletê û pergalê şermezar kir û anî ziman ku polîtîkayên herî qirêj li ser jinan tê meşandin û wiha dest bi axaftina xwe kir : "Pergal mêr dixwaze bi polîtîka û êrişan jinan tune bike. Li her qada jiyanê dixwazin cih ji jinê re nehêlin. Herî dawî li Mêrdînê sê jin bi awayek hov hatin qetilkirin. Di her qadê de jiyana jinê tê tengkirin û ji ber vê yekê jî jin neçar dimînin koçber dibin. Lê li welatek û cihek din ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Her qada jiyanê li jinan teng dikin. Her wiha destdirêjiyê li zarokan dikin. Bûyeran tê veşartin. Êrişên taybet hem li dijî jinê û hem jî li dijî zarokan bênavber didome. Her roja ku em nûçeya dinêrin dibînin ku jin hatine qetilkirin. Roja ku jin nehatine qetilkirin nîne. Her wiha bûyer jî nayên ronîkirin. Kiryar nayên cezakirin. Kiryar li şûna ku bên cezakirin tên xelatkirin. Pergala mêr naxwaze ku jin hişyar û ronî be.”   ‘Zagonên ku mafê jinan biparêze tuneye’   Hamîde, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser pergala ku li Tirkiyeyê ya ku li hemberî jinan tê meşandin: "Ev pergal li çar parçeyan tê meşandin. Hikûmet naxwaze ku jin û taybetî jî jinên kurd hişyar bibin. Ji ber vê yekê îro polîtîkayek bi vê rengê li ser jinê dide meşandin. Pergala mêr a serdest naxwaze ku jin raperînê bilind bike. Jinên ku îro dadikevin qadan rastî êrişan tên. Lê ji bo jinên ku hatine qetilkirin tu tişt nayê kirin. Dixwazin jinê di nava çar dîwaran de heps bikin. Jin îro weka metayê tê dîtin. Kujerên jinan ku tên binçavkirin roja din serbest tên berdan an jî tên tahliyekirin. Kujeran nagirin û nakin binçavan. Bi van polîtîkayên tên meşandin ve pêşiya qetilkirina jinê tê vekirin. Mêr ji vê yekê hêzê digirin. Zagonên ku mafê jinan biparêze tuneye. Mînak Îpek Er a ku ji aliyê çawiyê pirspor ve bi tecawizê re rû bi rû ma dawî li jiyana xwe anî. Kesên ku li dijî vê bûyerê derketin û bertek nîşandan hatin darizandin. Lê belê Mûsa Orhan re cezayê ku heq dikir nehat birîn.”   ‘Em ê dirûşma jin jiyan azadî bilind bikin’   Hamîde, destnîşan kir ku ne tenê li Tirkiyeyê îro li hemû cihanê qetilkirina jinê û destdirêjî belav bûye û wiha dom kir: “Pêşiya van êrişên li hembe jinê nayê girtin. Ev yek jî qetilkirina jinê meşrû dike. Li dijî van êrişan wek jin hertim li qadan in û em ê li qadan bin. Jinên ku bi van êrişan re rû bi rû dibînin bila tu carî bêdeng nebînin. Em jin hertim li cem hevdûne û piştgiriya hevdû dikin. Em ê li her qada jiyanê dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bilind bikin.”   ‘Birêz Ocalan pêşiya jinê vekir’   Feryal Gokkan jî destnîşan kir ku piştî Peymana Stenbolê hatiye betalkirin şûnde êrişên li hember jinê zêde bûye û wiha got: “Peymana Stenbolê ji bo jinê xilasbûnekî bû. Lê belê piştî ku hat betalkirin şûnde êriş û qetilkirina jinan gelek zêde bûn. Lê dîsa jî yekîtî û têkoşîna jinê mezin bû. Têkoşîna jinê ji Leyla Qasiman heta heval Sarayan, ji Bêrîtanan îro li Leyla Guven, Ayşe Gokkan û gelek jinên dinê ve didome. Ev pergal naxwaze ku jin hebe. Ji ber vê yekê di her aliyê de êrişên xwe di her qadê de li ser jinê dimeşîne. Ji ber ku her çixwasî jin bi hêz be dê dawiya vê pergalê jî bê. Li hember van êrişan em têkoşînek didin û ev têkoşîn her ku diçe mezin dibe. Em bi rihê têkoşîna jinên ku di vê rêyê de meşiyane de dimeşin. Heta ku dawiya vê pergalê neyê êriş li hember jinê jî dê bi dawî nebe. Taybetî jî bi girankirina tecrîda li ser Birêz Ocalan ve êriş li hember jinê jî zêde bûne. Ji ber ku Birêz Ocalan pêşiya jinê vekir. Lewma îro jin tên qetilkirin û girtin.”   'Pergala mêr dixwaze jinê tune bike’   Feryal, di axaftina xwe de bal kişand ser ser êrişên li hemberî jinê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Kesên ku ev qas yobazin dixwazin pêşiya jinê bigirin û ji ber vê yekê di her aliyê de êrişê jinê dikin. Ew kes jî baş dizanin ku ger jin azad be dê welat jî azad be. Di rastiya xwe de mirovahî azad dibe. Pergala mêr hêza xwe kirine yek ku jinê tune bikin. Ger ku mêr îro jinê qetil dikin hêza xwe ji pergalê negirin dê nikaribin van komkujiyan bikin. Ji be vê yekê mêrên serdest baweriya xwe bi kesên tînin. Destdirêjiya li zarokan tê kirin, kiryar nayên cezakirin. Ev pergal naxwaze ku mirovahî azad be. Wek Dewleta Osmanî û yên dinê dixwazin hemû tiştî bikin di bin emrê xwe. Lê jin destûrê nadin vê yekê. Ji ber vê yekê bi vê polîtîkayên ku dimeşînin ve dixwazin jinê tune bikin.”   ‘Em jin ji mirinê natirsin...'    Feryal, daxuyand ku piştî betalkirina Peymana Stenbolê hem li Kurdistan û hem jî li Tirkiyeyê têkoşînek mezin tê dayîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Têkoşînek mezin tê dayîn. Mînak îro li Îranê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ serhildanek hatiye destpêkirin û ev yek berdewam dike. Her wiha li Kobanê jî jin ji bo parastina xaka xwe têkoşînek mezin didin. Bi mezin bûna vê têkoşînê em xûrttir dibin. Her wiha ji bo zarok di temenê zarokatî de neyên zewicandin jî wek jin em têkoşînek didin. Jin bila li her derê û her qadê têkoşîna xwe mezin bikin. Em dixwazin bila hemû jin li hember van şerên taybet xwe bi rêxistin bikin. Her wiha îro zagonên ku di meriyetê de ne jî ez wek formalîte dibînim. Ji ber ku ev zagon ji bo jinan ne di meriyetê de ye. Ger di meriyetê de bûna dê îro ev qas jin nehatana qetilkirin û bi sedan jin ne di girtîgehan de bûna. Ev zagonên wan ne ji bo kiryaran ji bo jinan derbastarin û jin îro tên darizandin. Kijan jin têkoşînê dide yan tê qetilkirin, an tê windakirin û an jî di nava çar dîwaran de tên girtin. Ji bo ku em pêşiya polîtîkayên şerên taybet û komkujiya jinan bigirin di destpê de divê em xwe baş bi rêxistin bikin. Ev pergal dê rojekî biçe. Jin bi têkoşîna xwe bi ser kevin. Em jin ji mirinê natirsin.”