Lijneya navneteweyî bi malbatên Îmraliyê re hevdîtin pêk anî 2023-01-25 14:23:25   AMED - 12 kesên ku di Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku ji 36 kesên ji 7 welatan pêk tê, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi malbata wî û malbata girtiyên dinê re civiyan.   12 kesên ku di Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku ji 36 kesên ji 7 welatan pêk tê, di navbera 25-27’ê çileyê de li Amedê hevdîtin pêk bînin. Lijneya ku ji 12 kesan pêk tê pêşiyê bi parêzer û malbatên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar hevdîtinek kirin. Li ser navê malbatan birayê Ocalan Mehmet Ocalan, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û Dayİka Veysî Aktaş Faîke Aktaş di hevdîtinê de cih girtin. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê lijne pêşwazî kir.   ‘Em bang li hemû raya navneteweyî dikin’   Malbatan piştî hevdîtinên ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat, daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê  de Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan axivî. Omer, da zanîn ku aktivîstên ku ji derveyê welat hatine û nûnerên saziyan serdana wan kirine. Omer, destnîşan kir ku di hevdîtinê de bêhiqûqiya ku li Îmraliyê pêk tê ji lijneyê re ragihandine û wiha domand: “Li Girava Îmraliyê hiqûq nayê pêk anîn û nirxên mirovahiyê tê binpêkirin. Em dê van îhlalên mafên mirovahiyê bi piştevaniya hev dû re ji holê rakin. Em dizanin Kurdistan û Tirkiye di bin tecrîdê de ye. Bangek me li hemû raya navneteweyiyê heye ku bêhiqûqiya ku li cihekê dinyayê derdikeve holê, li hemû cîhanê bandor dike.”   ‘Divê di serî de tecrîda li Îmraliyê bê rakirin’   Omer, daxuyand ku ev serdan ji bo wan gelek bi wateye û wiha domand: “Em dixwazin ku bila parêzer biçin Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin. Ev mafê me yê bingehîn e. Pirsgirêka kurd pirsgirêkek mezin e. Hemû kes jî zane ku ev yek çixwasî girîng e.  Ji bo gelê me jiyanek azad bijî divê di serî de Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin. Em dixwazin têkildarî tendûristiya Birêz Ocalan de agahî bigirin. Piştgiriyek enternasyolan ji bo Gelê Kurd gelek girîng e. Bi paradîgmaya Birêz Ocalan ve dê têkoşîna me bidome. Tişta ku di destpêkê de bê kirin ew e ku tecrîda girankirî bê rakirin.”   ‘Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin’    Piştre birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan axaftinek kurt kir. Mehmet, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê ku pêk tê ji bo hemû kesan tarîtiyeke û wiha pê de çû: “Divê tu kes vê tecrîdê qebûl neke. Ger ku li Tirkiyeyê hiqûq heye wê demê bila li Îmraliyê jî pêk were. Daxwaza me ev e. Em nizanin ku ew başin an na. Li tu devera cihanê rewşek bi vê rengî nehatiye jiyîn. Banga me ji hemû kesan ew e ku hîn rojek din derbas nebûye em bikevin nava hewldanan. Xeynî HDP’ê hemû partiyên siyasî bêdeng in. Ev tiştek xelete û nayê qebûlkirin. Bila demildest deriyê Îmraliyê bê vekirin.”   Dayîka Veysî Aktaş, Faîke Aktaş jî banga aştiyê kir û got: “Em xeynî aştiyê tiştek din naxwazin.”   Serdan dê berdewam bikin   Her wiha li bendê ne ku di nava rojê de serdana Meclîsa Dayikên Aştiyê û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) jî bê kirin.