2’yemîn danişîna doza kujerê Pakîstan Demîr sibehê tê dîtin 2023-01-25 09:11:16   Rojda Aydin   MÊRDÎN - Li Kerboranê Pakîstan Demîr ji aliyê Mehmet Emîn Oner ve hatibû qetilkirin. Sibehê 2’yemîn daneşîna dozê dê li Dadgeha Cezayê Giran a Mîdyadê bê dîtin. Parêzera malbata Pakîstan, Seher Acay, bal kişand ser girîngiya dozê û li bang hemû rêxistinên jinan kir ku xwedî vê dozê derbikevin.   Di 16’ê îlonê de Pakîstan Demîr a 34 salî li çoltera taxa Zenganê ya navçeya Kerboran a Mêrdînê ji aliyê mêrê bi navê Mehmet Emîn Oner ve hatibû qetilkirin. Kujer di 17’ê îlonê de hat girtin. Bi sûcê “Kuştina jin û hevjînê ya bi zanetî” 2’yemîn danişîna kiryar dê li Dadgeha Cezayê Giran a Mîdyadê saet di 10.10’an de bê dîtin.   Parêzera malbata Pakîstanê û Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Mêrdînê Seher Acay, bal kişand ser girîngiya doza ku sibehê wê bê dîtin û bang li hemû rêxistinên jinan kir ku xwedî li dozê derbikevin.   ‘Darizandinek cidî nayê kirin’   Seherê, destnîşan kir ku di demên dawî de komkujiyên li ser jinan zêde bûne û destnîşan kir ku ev komkujî li ber çavan pêk hatin. Seherê, anî ziman ku Pakîstan Demîr a hat qetilkirin mînaka vê ye û wiha got: “Pakîstan li ber çavên zarokên xwe û birayê mêrê ku pê re zewiciye hat qetilkirin. Em dibînin ku ev komkujî çiqasî vekirî tên kirin. Ev jî çavkaniya komkujiyên jinan nîşanî me dide. Ev rewş di encama polîtîkaya bêcezakirinê de tê jiyîn. Em li dijî polîtîkayên bêcezakirinê têdikoşin. Ji ber kiryar nayên cezakirin teşwîqê vê yekê dikin. Ev jî dibe sedema qetilkirina jinan û Pakîstan jî li ber çavan hat qetilkirin. Ji ber vê yekê, divê darizandinek cidî bê kirin û cezayê cidî bê dayîn. Ji ber ku di dozên berê yên kuştina jinan de cezayên giran nehatin dayîn û darizandinên baş nehatin kirin, mêr jinan qetil dikin. Ji kirina vî sûcî dudilî nabin.”   ‘Kiryar ev pêvajo li nexweşxaneyê derbas kiriye’   Seherê, bi bîr xist ku yekemîn rûniştina danişîna sûcdarê ku di 22'yê Kanûna 2022'yan de hat dîtin gelek girîng bûye û wiha pê de çû: “Ew qonax e ku tê de hemû îfade têne girtin, ji kiryar pirs tên pirsîn, beşdar û şahid têne guhdarîkirin û ev yek jî nîşan dide ku dê doz çawa berdewam bike. Ji ber vê yekê, rûniştina yekem a danişînê bû ku tê de gelek nîşane hebûn. Em bi tevlîbûnek baş li wê derê bûn. Lê belê dema em çûn tevlî danişînê bûn hat gotin ku kiryar dê tevlî nebe. Sewqê nexweşxaneyê hatiye kirin. Armanca dadgehkirina cezayan ew e ku sûcdar ceza bike ku careke din vê sûcê neke. Lê belê em hîn bûn ku kiryar ev pêvajo di nexweşxaneyê de derbas kiriye. Ev yek ji bo me xemgîniyek mezin bû. Ji ber ku pêwîst bû ew kes li girtîgehê be. Em behsa rewşeke nenormal dikin ku ji vê anormaliyê wêdetir e. Li nexweşxaneyê girtina vî kesî di bin çavan de yan jî îdiakirina nexweşiya derûnî berhema polîtîkaya bêcezakirinê ye.”   ‘Danişîna yekem vala derket’   Seherê, bal kişand ser vê yekê ku di yekemîn danişîna dozê de îfadeyên malbata Pakîstan hatiye girtin û wiha axivî: “Di nîqaşên xwe yên pêşî de me anî ziman ku Pakîstan bi sûcên ‘plankirî’ û ‘hêstên hovane’ ve hatiye qetilkirin. Ji ber vî sûcî di îdîanameyê de cih nedigirt me li ser nîqaş kir. Me bi taybetî sûcê ‘plankirî’ di daneşînê de anî ziman. Di danişîna ewil de malbat li bendê bû ku kiryar bê darizandin. Lê tişta ku dixwestin pêk nehat û ev yek jî bû sedem ku birîna wan nû bû. Em li bendê bûn ku îfadeya kiryar bigirin. Lê belê ji xeynî îfadeyên kesên beşdarî dozê bûn tiştekî din pêk nehat. Ji ber ku kesê bê darizandin ne li wir bû. Danişîna yekem vala derket. Darizandin bêyî îfadeya kiryar bê girtin dest pê kir. Ev jî darizandinek ne normal e.”   Ji bo danişînê bang   Seherê, diyar kir ku di danişîna yekemîn de di aliyê jinan de xwedîderketineke cidî hebû û got, duyemîn rûniştina danişîn a ku wê di 26'ê Çileyê de bê dîtin jî gelek girîng e. Seherê, daxuyand ku divê kiryar bi awayekî cidî werin darizandin û ev bangawazî kir: “Divê di encama vê dosyeyê de ceza were birîn. Ligel biryara dûrxistinê Pakîstan Demîr hat qetilkirin. Ji ber vê yekê jî xwedîderketina li vê dozê pir girîng e. Em li benda komkujiyek din nemînin. Em bang li hemû jinan û saziyên jinan dikin ku xwedî li vê dozê derkevin. Ji bo dawî li polîtîkayên bêcezakirinê bê û careke din jin neyên qetilkirin, em li bendê ne ku xwedîderketinek mezin pêk bê.”