Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê binpêkirinên dijwar 2023-01-25 09:07:42   ENQERE - Parêzer Nurdan Kiliç binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê nirxand û da zanîn ku cezayên dîsîplînê yên li hember jinan li gor zayendiyê tên kirin û ev jî tundî û tacîzê bixwe re tîne û got: "Bikaranîna camên ku bi fîlmên reş hatine pêçandin tê wateya îhlalkirina jiyana taybet. Em ji vê rewşê bi fikar in."    Binpêkirinên mafan yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê her diçin zêde dibin. Bi dehan girtiyên îtîrazê van binpêkirinan dikin bi cezayên dîsîplînê re tên rû hev. Komîsyona Girtîgehan û Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê rojên borî de der barê pêkanînên li Girtîgeha Sîncanê tên jiyîn de rapora ‘rapora tematîk ya der barê pirsgirêkên xweser yên girtiyên jin’  bi rayagiştî re parve kir.   Berdevka Komîsyoan Jinan a OHD’ê Nurdan Kiliç derbarê tiştên li girtîgeha Sîncanê tên jiyîn de axivî.   Di girtina berheman de ferzkirin   Nurdanê da zanîn ku Komîsyoan Girtîgehan a OHD’a enqereyê hemû girtîgehên Anatolya Navîn bi navber ziyaret dikin û li  Anatolya Navîn yek girtîgehek jinan heye ew jî Sîncan e û wiha dirêjî dayê: “Şertên li Sîncanê yanî binpêkirin gelek giran û piralîne. Me hewcedarî bi raporekê dît. Em li derve rastiya krîza aborî jî dijîn. Xizanî bo jinan hîn bêtir girane. Ji ber vê jî ji bo girtiyên jin jî giranin. Girtiyên jin di alî girtina alavên hîjyenê de pirsgirêkên cidî dijîn. Van alavan ji kantînan dikarin bigirin. Îdara girtîgehê nade. Xwegîhandina alavên şexsî pir zehmete.”   Pêkanîna ‘filmê cam a reş’   Nurdanê, diyar kir ku girtiyên jin ji buhayan bi gazinc bûn û wiha bi lêv kir: "Berhemên li kantînê hene jî kalîteya wan ne başe. Li Girtîgeha Sîncanê yek ji pêkanînên ku nû ketiye jiyanê jî girtina baceyan a bi fîlmên reş e. Qadên hevpar bi fîlmên reş hatine girtin. Camên ku ji hundir tên dîtin ji aliyê îdarê ve hatin bicihkirin. Girtî nabînin ku kî wan temaşe dike. Karmendên înfazê ji derve bi rihetî hundir dibînin. Ev rewş li dijî jiyana taybet û mahremiyetê ye. Em parêzer jî ji pêkanînê bi fikar in.”   ‘Cezayên dîsîplînê’   Nurdanê balkişand ser şewitandina înfazan û got dema mirov li hincetên şewitandina înfazên ji bo jinan dinêrin her tiştî disprêrin zayendiyê û got: “Pêkanînek ji ser jina ‘makul’ mijara gotinê ye. Dixwazin têkiliya girtiyên polîtîk ji derve qût bikin. Demên dawî de pêkanînên tên kirin bi armanca qelskirina têkiliyan tê kirin. Hincetên şewitandina înfazan a li girtîgeha Sîncanê jî hincetên wekê ‘zêde alavên hîjyenê bikaranî, zêdetir pirtûk xwend, ev ne rewşa başin’, pêk tên. Jinên înfaza wan temam bûye jî nayên berdan. Cezayên dîsîplînê jî di şexsê girtiyên jin de teşeyên tundiya zayenperest nîşan dide.”   ‘Lêgerîn jî tundî û tacîzê dihewîne’   Nurdanê balkişand ser rewşên digihêjin tacîzê yên di lêgerîna odeyan tên kirin û wiha bi lêv kir: “Lêgerînên hûr yê din divê mehane bên kirin hefteyê carê dikin. Di lêgerînan de alavên şexsî yên girtiyan, heta bincilkên wan jî dinêrin. Lêgerîneke di mezuatê de ne mijara gotinê ye heye. Li girtiyan lêgerînên ku digihêjin tacîzê tên kirin.”   Nurdanê dawiya axaftina xwe de daxuyand ku tepîtkirin, raporkirina binpêkirinan girînge lê divê têkiliyên bi girtigehan re zindî bên girtin û divê bi girtiyên jin re têkoşîn bê mezinkirin.