Doza Rojbîn Çetîn sibêye: Her pêngav sûc hatiye hesibandin 2023-01-23 09:09:00     Zelal Tunç   WAN - Aktîvîsta TJA’yê Sevîl Rojbîn Çetîn ku di 2020’an de bi îşkencê hatibû binçavkirin û girtin, doza wê sibê tê dîtin. Parêzera wê Ekîn Yeter diyar kir ku hebûna dosyayê bi giştî binpêkirina maf e û her pêngava Rojbînê sûc hatiye dîtin. Ekînê  banga tevlibûna rûniştinê kir.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA)  û Endama Lijneya Rêveberiya Herêmîya partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sevîl Rojbîn Çetîn di 26’ê hezîrana 2020’an de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de li Amedê bi se îşkence lê hat kirin û hat binçavkirin. Piştî 11 rojbinçavkirinê hat girtin. Rûniştina biryarê ya dozê sibê wê bê dîtin.   Rojbîn ku pêvajoya beriya wê jî 4 salan girtî mabû teşîsa pençeşêra lenf lê hatibû kirin. Van hucreyan bandor li ser bedenê kir û ewil pençeşêra malzarokê derket holê. Ji ber pençeşêra lenf divê li xwarina xwe baldar be lê li girtîgehê bi awayekî kîlo winda kir û tenê bi dermanan li ser piyaye.   Parêzera wê Ekîn Yeter da zanîn ku runiştina wê 24’ê çile de tê dîtin û der barê pêvajoyê de ji ajansa me re axivî.   Xeleka dijhiqûqiyan   Ekînê da zanîn ku sedema binçavkirina Rojbînê xebatên di çarçoveya endamtiya lijneya rêveberiyên herêmî yên HDP’ê de hatine kirinê ne û li Wanê jî xebatên TJA’yê kirine hincet û wiha vegot: “Ji ber vê lêpirsînê heftê sê rojan îmze davêt. Rojbîn ji ber pisgirêkên tenduristiyê li dervê bajar bû. Me daxwazname dabû. Lê dozgeriyê biryara girtinê da. Ji ber vê jî di çarçoveya lêpirsîna li Mêrdînê de hat binçavkirin.   Ceza tê xwestin   Ekînê diyar kir ku Rojbîn di 26’ê hezîrana 2020’an de hatiye binçavkirin û bi se îşkence lê kirin û bi dehan polîsî ew derb kiriye. Ekînê wiha dirêjî dayê: “Piştre dosya wê ya li Dadgeha Ceza Giran a Wanê kirin yek. Hemû lêpirsînên derbarê wê de kirin yek. Di runiştina dawî de dozger bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ ji asta jor ceza daxwaz kir.”   ‘Hebûna dosyayê binpêkirine’   Ekînê wiha berdewam kir: “Di dosyayê de titşekî sûc bê vegotin tune. Em dikarin bêjin hebûna dosyayê bi tena serê xwe binpêkirine. Her pêngava ku Rojbînê avêtiye wek sûc tê hesibandin. Rojbîn siyasetmedareke ku ji aliyê civakê de ve tê hewandinê ye.”   Ji bo rûniştinê bang   Ekînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rojbîn di pêvajoya girtinê de pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê jiyaye. Bi awayekî cidî kîlo daye. Rojbîn di mijara tenduristiyê de siyasetmedarek mutevaziye. Naxwaze ev tu car bibe rojev. Dibêje girtiyên rewşa wan ji min girantir hene. Lê divê Rojbîn ji ber rewşa tenduristiyê baş bê xwedîkirin. Nexweşiya wê bi rîske. Di van rewşan de nikare girtî bimîne divê bê tahliyekirin. Em banga tevlibûnê li hemû aliyan dikin. Rûniştina wê di 24’ê çile de ye. Ez bang li hemû komeleyên jinan, platform û rêxistinên jinan dikim kut evli rûniştinê bibin.”