Wê bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ piştevaniyê mezin bikin 2023-01-23 09:04:19   WAN - Berxwedana li Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî hat destpêkirin didome. Jinan diyar kirin ku wê bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ berxwedanê mezin bikin.   Li paytexta Îranê Tehran di 13’ê îlona 2022 de jina bi navê Jîna Emînî ya kurd bi îşkencê hat binçavikrin û di 16’ê Îlonê de ji ber îşkenceya lê hat kirin jiyana xwe ji dest da. Çalakiyên piştî vê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kirin li rojhilatê Kurdistan û bajarên Îranê didomin. Ji gelek welatan jî piştgirî ji bo berxwedanê tê nîşandan. Jinên Wanê ku bajarê sînorê rojhilatê Kurdistanê ye, der barê berxwedanê ji ajansa me re axivîn.   ‘Em piştgiriyê didin berxwedana Rojhilat’   Rêvebera Komeleya Lêkolîna Koçberiyê ya Serhedê  (Serhat GOÇ-DER) Ayten Kiran da zanîn ku piştî qetilkirina Jînayê bi serhildana hatiye destpêkirin hêza têkoşînê ya jina Kurd carek din hatiye dîtin û wiha got: “Zîhniyeta serdest ji jinan ditirse. Di rejîma Îranê de heta niha gelek dijhiqûqî hatin kirin. Jîna Emînî ji ber porê wê ji derve bû hat qetilkirin. Ev dijhiqûqiya Îranê nîşan dide. Berxwedana piştî Jînayê bi pêşengiya jinan didome. Li hemû cîhanê jin bi tundiya mêr-dewletê re tên rû hev. Bi taybet jinên kurd hedefa êrîşan e. Ji ber têkoşîn û lêgerîna azadiyê ya jinên kurd heye. Çi dibe bila bibe wê jinên kurd dest ji têkoşînê bernedin. Em jî piştgiriyê didin berxwedana Rojhilat.”   ‘Felsefeya Birêz Ocalan li cîhanê deng dide’   Endama Meclîsa Partiyê (PM) ya HDP’ê Sarya Bîlîcî jî destnîşan kir ku îsal li her derê cîhanê berxwedana jinan mezin dibe û pêvajoya li Îranê bandor li hemû cîhanê kiriye. Saryayê wiha domand: “Desthilatdrî bi taybet  li ser tevgera jinên kurd polîtîkayên şer pêk tîne. Desthilatdarî di her qada jiyanê de jinan hedef digire. Hewl didin jinan bikin nav çar dîwaran. Felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ya Birêz Ocalan ji bo me jinan bû felsefeya jiyanê. Bi saya jinên kurd ev dirûşme li cîhanê belav bû. Dewleta Îranê li dijî berxwedana li Îranê êrîşan didomîne. Lê ev êrîş wê berxwedanan bidawî nekin. Çi dibe bila bibe wê jin ji bo azadiyê têbikoşin.”   ‘Berxwedana jinê veguherî berxwedana gel’   Hevseroka HDP’ê ya navçeya Tuşbayê Hanim Akkuş jî bal kişand ser berxwedana ku bi pêşengiya jinan li Rojhilat dest pê kiriye û wiha balkişand ser zextan: “Ji bo berxwedan bê têkbirin dewleta Îranê hewldanek mezin da. Tevî van zextan jî gel şûnde gav navêt. Gel di berxwedanê de bi israrin. Berxwedana jinê veguherî berxwedana gel. Çi dibe bila bibe wê jin  têkoşîna xwe bidomînin.”