TTB'yî dibêjin ku ji ber heqîqetê dibin hedef 2023-01-23 09:03:33     ÎZMÎR - Dr. Selma Gungor da zanîn ku Şebnem Korur Fîncanci û endamên din ên TTB’ê ji ber heqîqetê dibêjin dibin hedefa desthilatdariyê û got wê destur nedin ku TTB bibe midûriyeteke wezareta tenduristiyê.   Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Pispora Tiba Edlî Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ya ku xwest bikaranîna çekên kimyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve li başûrê Kurdistanê hatin bikaranîn bên lêkolînkirin, ji aliyê AKP-MHP'ê ve hedef hat nîşandan û hatibû girtin. 3’yemîn rûniştina doza wê ya ku bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ jê dihat darizandin li 24'emîn Dadgeha Cezayê Giran li Çaglayana Stenbolê hatibû dîtin.      Heyeta dadgehê piştî navberê biryara xwe eşkere kiribû û biryar da ku Şebnem ji ber sûcê "propagandaya rêxistinê" bi 2 sal, 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê bê cezakirin û her wiha derbarê wê de biryara tehliyekirinê da. Biryarê wê bibin îstînafê.  Girêdayê dozê, runiştina doza ji peywirgirtinê ya endamên komîteya TTB’ê  jî taloqî 8’ê Sibatê hat kirin.   Odeya Tabîban a Îzmîrê piştî girtina Şebnemê Nobeta Edeletê dabû destpêkirin û nobet hîna didome. Her hefte rojên sêşemê saet di navbera 17.00 û 19.00’an de heta 8’ê Sibatê ku doza TTB’ê wê bê dîtin, wê biome. Hekîma malbatê ya teqaawît ku  di navbera 2016-2020’an de endama komîteya navendî bû, Selma Gungor der barê mijarê de axivî.   ' Her tim li hincetan geriyan'   Selmayê daxuyakirin ku li dijî hewldanên lînçê çalakî dane destpêkirin û got di nobetê de ligel geşedanên rojevî, sedema pêkhatina êrîşan jî ji rayagiştî re vedibêjin. Selmayê wiha berdewam kir: “Desthilatdariya 20 salî projeya veguhestina tenduristiyê wek serkeftinê nîşan dide. Me dît ku ev proje di pêvajoya pandemiyê de parçe bi parçe rizya ye. Nexweşxaneyên bajar ku wek berhema mezin hatin nîşandan, me dît ku  xwegîhandina xizmetê çiqas zehemt dikin . Me ev ji gel re ragîhand. Ji ber TTB muxalefet dîtin ji bo dengê TTB’ê qût bikin çi ji destê wan hat kirin. Xwestin TTB’ê bigirin.  Li hincetan geriyan.”   ‘Ji ber Şebnem girtî bû ceza lê birîn’   Selmayê balkişand ser girtina Şebnemê û wiha dirêjî dayê: “Şebnem di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de axivî û ji ber vê hat girtin. Daraza Tirkiyeyê jî piştgiriyê dide vê polîtîka desthilatdariyê. Piştre jî ceza dibire. Ev ceza ji ber Şebnem li girtîgehê girtî bû hat birîn. Tu eleqeya gotinên wê bi rêxistin an jî propagandayê tune ye.Şebnemê ji ber rastî vegotin hat cezakirin.”   ‘Dixwazin bikin midûriyeta wezareta tenduristiyê’   Selmayê destnîşan kir ku zextên li hember TTB’ê bi armanca bêdengkirina endamên komîteyê ye û got hewl didin ku TTB’ê bikin midûriyeteka wezareta tenduristiyê û di vê mijarê de jî ev tişt got: “Ev zext bi 12’ê îlonê re li saziyên pîşeyî kiribûn. Dixwazin bi mantika darbeyê rêxistinên girseyî yên demokratîk kontrol bikin. Destilatdariya siyasî jî ev bi kar aniye û doz vekiriye.”