Kurê wê bi çekên kimyewî hat qetîlkirin: Tenê tifaqbûn dê serkeftinê bîne 2023-01-22 09:03:35   Sema Çaglak     ŞIRNEX - Serhat Erdogan di encama êrişên çekên kimyewî de hat qetîl kirin, dayika wî Sabriye Erdogan, bertek nîşan da û got: "Dê heya kengê xwîn birije. Dilê me tijî kul û birîn e. Ez bang li kurdan dikim ku tifaqa xwe pêk bînin. Tenê tifaqbûn dê serkeftinê bîne.”   Êrişên Dewleta Tirk a bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê berdewam dike. Di encama van êrişan de bi dehan caran çekên kimyewî hatin bikaranîn. Endamê HPG’ê Serhat Erdogan (Xelef Tolhildan) jî di encama êrişên çekên kimyewî de li Avaşînê hat qetilkirin.    Serhat xelkê Cizîra Botanê ye û di nav malbateke welatparêz de mezin dibe. Serhat, di sala 2015’an de tevlî PKK’ê dibe. Di 26’ê Îlona 2022’yan de jî di encama êrişên çekên kimyewî de jiyana xwe ji dest dide. Dayika Serhat Sabriye Erdogan (60), ji ajansa me re behsa kurê xwe kir.    ‘Neheqî û zilmê qebûl nedikir’   Sabriye, daxuyand ku ew 30 sal berê ji gundê Çemkarî ya girêdayî Cizîrê koçber bûne û li Cizîrê bi cîh bûne. Sabriye, dayika 8 zarokan e û Serhat kurê wê ya herî biçûk e. Sabriye, di destpêka axaftina xwe de wiha behsa kurê xwe kir: “Serhat ji zarokatiya xwe ve gihaştî bû. Ji xwendinê gelek hez dikir. Gelek jêhat û zîrek bû. Têkîliya wî bi civakê re dilgerm û bi zana bû. Dilê tu kesê nedihişt. Kesek sakîn û bi aqil bû. Hêj temenê wî biçûk bû hay li ser êş û zilma li ser kurdan hebû. Tim digot neheqî li me dikin û tim kurdan neçar dihêlin. Di 26’ê sibata 2015’an de çû. Me qet jê agahî negirt û haya me jê tune bû ku çûye. Heya bi agahiya şehîdbûyîna wî."   ‘Ma qey wîjdan û exlaq nîne...'    Sabriye, bal kişand li ser bikaranîne çekên kimyewî û got: “Ez her bi hesreta kurê xwe jiyam. Serhat her rojê wî tijî derbas dibû. Bi tu karekê vala re bi mijûl nedibû. Tim ji bo xwe gihaştinê hewil dida. Kesayetek gelek bi paqij bû. Kurê min li Avaşînê bi çekên kimyewî şehît ket. Gava min agahiya wî ji nûçeyan de dît dil û kezeba min şewitî. Ez bi êşa wî qeherîm. Çekên kimyewî divê li dinyayê de li ser tu mirovê jî neyê bikaranîn. Ne karê hiqûq û wîjdanê ye. Bikaranîna van çekan bêyî exlaq e. Di şerên li her welatê de çekên kimyewî nehatiye bikaranîn tenê li dijî kurdan tê bikaranîn. Qedera me ne ew e. Welatek ku dibêje ez misilman im, çawa bi dilekê rehet ev çekan bikar tîne. Ma qey wîjdan û exlaq nîne.”   ‘Kurd divê bibin tîfaq’   Sabriye, destnîşan kir ku dê heya kengê xwîn birije û wiha bang kir: “Em naxwazin êdî xwîn birije. Dilê me tijî kul û birîn e. Em êdî ji bo aştiyê diqîrin. Tenê aştî dilê me hinek dikare sivik û rihet bike. Ji bo şer bisekine divê kurd bibin tîfaq. Êdî bes e bila kurd neyên kuştin û dilê dayikan bila neşewite. Ez bang li kurdan dikim ku bila bi hişyarî tevbigerin û tîfaqa xwe pêk bînin. Tenê yekitiya me dikare serkeftinê bîne.”