Xizmên Windayan li aqûbeta Harbî Arman pirsîn 2023-01-21 14:17:48     AMED - Xizmên Windayan di hefteya 728'an de li aqûbeta Harbî Arman ê ku di sala 1992’an de li Amedê hatibûn qetilkirin pirsîn.   Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 728’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin. Vê hefteyê li aqûbeta Harbî Arman ê ku di 20'ê çileya 1992'yan de li Amedê hatî qetilkirin pirsîn.    Di çalakiyê de serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytun axivî û bal kişand ser pergal bêcezahiştinê a Tirkiyeyê. Abdullah, diyar kir ku dozên kujerên Alî Îsmaîl Korkmaz û Kemal Kurkut dişopînin û got: "Di encama wan dozan de kujer hatin bereatkirin. Bi biryara ku hatî dayîn kujer hatin parastin. Bi rêya bêcezahiştinê hesep nayên pirsîn û pergaleke wisa heye.   Di nava vê hefteyê de gelek doz bêcezahiştînê bi dawî bûn. Doza Vartinis û JÎTEM a Enqerê, çend kiryar diyarbin jî ceza nehat dayîn. Dewlet îro bi îhlalkirina mafên mirovan, bêcezahiştina kiryaran pergala xwe didomîne. Lê divê bê zanîn ku ji bo pêkanîna heq û hiqûqê û ji bo kesên ku edaletê daxwaz dikin dê bi israr têkoşîna xwe bidomînin.    Em li vir carek din Hrant Dînk bi bîrtînin. Hrant, li dijî gotinên înkarê û bîrdoziya fermî têkoşîn dida û hedef hat girtin. Gelek kes di binçavan de hatin windakirin û gelek kes bûn qurbanên cinayetên polîtîk. Em ê her tim wan bînin ziman, têkoşîna wan a nasnameya polîtîk bidomînin."   Piştî axaftina Abdullah Zeytûn, Derya Yildirim a ku endama Lîjneya Rêveberiya ÎHD'a Amedê ye, çîroka qetilkirina Harbî Arman xwend.    Piştre jî çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.