Sûcên li hember jin û zarokan zêde bûn: Pêşî lê nayê girtin 2023-01-21 09:12:45       Zelal Tunç   WAN - Jinan diyar kirin ku sûcên destdirêjî û kuştinên jin û zarokan yên ji aliyê polîs, leşker û cerdevanan ve tên kirin zêde bûne, her wiha polîtîkaya bêcezahiştinê pêk tê û ev jî teşwîqî sûc dike. Jinan gotin wê di pêvajoya pêş de ‘tundiya leşker, cerdevan û polîsan’ nîqaş bikin.    Polîtîkayên AKP-MHP’ê  tundiya li dijî jin û zarokan zêde dikin. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê  gumanbar her roj herî kêm 4 jinan qetil dikin. Li Kurditsanê jî sûcên li hember jinan yên ji aliyê çawîşên pispor, leşker, cerdevan û polîsan ve tên kirn her diçe zêde dibin.   Jinan bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku bepirsê tundiya ‘polîs, leşker û cerdevanan’ desthilatdarî ye.   ‘Tundî bi destê dewltê tê rewakirin’   Sekretera Jinan a Egîtîm Sena Wanê Funda Demîr  Bozkurt destnîşan kir ku tundiya li dijî jin û zarokan zêde bûye, ev girêdayê politîkayên desthilatdariyê ye û wiha vegot: “Pêknehatina qanûnan, her cureyê êrîş û destdirêjiya li dijî jin û zarokan polîtik e. Feshkirina Peymana Stnebolê, tundiyê her tim wê zindî bihêle. Polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê dide mêr. Mînak di 2021’ê de kujerê Başak Cengîz gotibû dilê wî xwestiya kesekî bikuje û ji ber bi rehetî dikaribû jinekê bikuje, Başar tercîh kiriye. Her cureyê tundiyê bi destê dewletê tê rewakirin.”   ‘Biryara veşartinê ji bo dosyayan tê dayîn’   Fundayê balkişand ser rewşa Wanê û got sûcên li dijî jin û zarokan zêde bûne.  Li navçeya Şax û Payîzava yên Wanê sûcên destavêtinê yên cerdevanan zêde bûne. Fundayê wiha dawî lê anî: “Li navçeyên navendî jî du zarokên keç ji aliyê çawîşên pispor ve hatin revandin û îstîsmarkirin. Lê biryara veşartinê dan ji bo  hemû dosyayan. Di 13’ê Çileyê de derketibû holê ku li zarokekê 3 salan êrîşa zayendî hatiye kirin û di bûyerê de navê 40 kesî derbas dibû. Lê 4 kes hatine girtin. me ev ji çapemeniyê bihist. Hemû sûcên li dijî jin û zarokan di encama zîhniyeta serdest ya mêr de pêk tên. Ez banga piştevaniyê li hemû jinan dikim.”   ‘Pêkanînên mîlîtarîst ji nedîtî ve tên’   Femînîst aktîvîst Zozan Ozgokçe jî destnîşan kir ku tundiya li dijî jinê her tim hebû û wiha anî  ziman: “Bi salane  dewlet  îstîsmar, destdirêjî û tundiya li hember jin û zarokan ji nedîtî ve tê. Ji mînaka Musa Orhan bigirin heta bûyerên din yên li herêmê de îhmal heye. Di demên dawîn de bûyerên wisa zêde bûn. Rojnamegerên vê tînin ziman jî tên girtin.”   ‘Tundî û destdirêjiyê normal dikin’   Zoanê di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Li Navenda Şûndeşandina Wanê (GGM) di 14’ê Mijdara 2020’î de destdirêjî li jinekê kirin. Di 2’ê Çileyê de li Seravê du leşkeran sûcên destavêtinê kiribûn. Ger ku kesên xwedî wijdan yên ku van bûyeran parve nekin tunebin kî dizane wê çi hovîtiyên mezin bên kirin. Em di asta herî dawî de pê dihesin. Tiştên li zarok û jinên penaber tên kirin êdî dibin mijara fîlman. Mixabin tundî û destavêtin tê normalkirin.”   ‘Binpêkirinên li hember jinên penaber zêde bûn’   Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê Oznur Evîn jî got sedema zêdebûna tundiyê polîtîkayên AKP’ê ne û wiha domand: “Sedema zêdebûna destdirêjiyê, polîtîka bêcezahiştinê ye. Bi taybet li dijî jinên penaber binpêkirin pir zêde bûne.Li  Kurdistanê di serî de jinên kurd êrîş li hemû jinan tê kirin. .8’ê Adarê nêz dibe. Em li hemû qadan bi jinan re tên gel hev û di atolyeyan de van polîtîkayan vedibêjin. Em li dijî fuhuş, hişbirê têdikoşin. Yek ji hedefên me yên bernameyên 8’ê Adarê polîtîkayên şerê taybet e. Em hewl didin xebatên xwe yên hişyarkirin xurt bikin.”