Zahîde Memo: Em zanista jineolojiyê gerdûnî dikin 2023-01-21 09:07:52       Medya Uren   AMED – Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê ya Şahbayê Zahîde Memo têkildarî Konferansa yekemîn a zanistî a li dar xistine re nêrînên xwe parve kir û got: “Konferans ji bo pêşxistina rêxistina jinê û zanista jineolojiyê gavek bû. Em îro zanista jineolojiyê gerdûnî dikin.”   Li Şehbayê bi dirûşma "Ji têkoşîna Sakîne û Evînê heta Jîna, Zeyneb û Nagihanê jin, jiyan, azadî" 1'emîn Konferansa Zanistî ya Navenda Lêkolînên Jineolojiyê li Kampa Serdemê ya Şehbayê tê lidarxistin. 200 delege yên ku ji Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Ciwan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) û jinên ji saziyên din pêk tê beşdarî konferansê bûn. Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê ya Şahbayê Zahîde Memo têkildarî konferansa Jineolojiyê ya zanistî bi ajansa me re nirxandinên xwe parve kir.   Şehba di warê jinên koçber de cihek stratejîk e    Zahîde derbarê lidarxistina Konferansa Jineolojiyê ya li Şehbayê de nirxandin kir û got: “Navenda Jineolojiyê destpêkê li Şehba û Efrînê hatibû vekirin. Ji ber navenda Jineolojiyê li Şehbayê bû me Konferansê li vir li dar xist. Sedema dûyemîn jî tê zanîn em di pêvajoyek giran û tije de derbas dibin. Di encama şer de koçberî pêk hatin. Jinên ji Efrînê ji ber dagirkeriyê neçarî koçberiyê bûne li Şehbayê hatine gel hev. Ji ber van sedeman me girîng dît ku di rewşa ambargoyê de, di rewşa jin tê de em serxwevehatinekê pêk bînin. Li dijî êrişên li ser jinê û bûyerên bandorê li wan dikin, em hewl didin wan bi rêxistin bikin. Bi vî rengî jî em ê hêza dengvedanê ava bikin. Şehba jî ji bo vê yekê xwedî cihekî stratejîk bû. Beriya Şehbayê me li Helebê jî konferansek li dar xistibû lê belê pêwîstiya jinên vir jî bi heman xebatan hebû. Di aliyê bawerî, vîn û hêzê de ji bo xwe komî ser hev bikin. Li ser pirsgirêkên navxweyî yên di nava civakê de derdikevin de jî em nîqaşan dikin. Mijarên ji bo bidestxistina azadiya me dibin asteng em bi hev re dinirxînin. Ji bo avakirina civakek demokratîk ev bingehek e. Di bajarekî ku hîna di bin bombebaran û zextên dagirkeriyê de ye rêxistina jinan bi nirx e. Ji bo em bêjin em hene û em ê her tim hebin, ji bo em paradigmaya xwe biparêzin û ava bikin.”   ‘Me jinan soza xwe nû kir’   Zahîde diyar kir ku Konferans di demek dîrokî de pêk hat. Zahîde du Komkujiyên Parîsê yên di nava 10 salan de bi destê Tirkiyê û dewletên hegemon pêk hatiye bi bîr xist û li ser dewam kir: “Di her komkujî û nirxandina armancên faşîstan de em gihiştin wê encamê ka pêwîst e em çiqasî li têkoşîna rêhevalên xwe yên şehîd ketine, derbikevin. Ji bo hemûyan jî saleke tije bû. Di warê êriş, komployan de û di heman demê de di warê serhildana jinê de jî tije derbas bû. Li Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî, Li Başûr Nagîhan Akarsel, li Parîsê Evîn Goyî û wekî din li her deverê bi taybetî jina Kurd hat hedefgirtin. Ji bo van jinên ku xewn û xeyalên wan azadî bûn, ji bo xwedîderketina li doza wan a avakirina civakek azad a demokratîk ku bi îdeolojiya jinê hatiye avakirin me soza xwe nû kir. Konferans ji bo serxwevehatin û nûkirina soza xwe jî bû gavek. Hêrsa me mezin bû û ji bo em hêrsa xwe veguherînin berxwedanê me ji hev hêz û moral girt.”   ‘Ji her beşê jin beşdarî konferansê bûn’   Zahîde, da zanîn li Şehbayê kar û xebatên rêxistinî bi awayekî berfireh tê meşandin û got:"Kongreya Star, jinên Meclîsa Rêveberiya Xweser, jinên rêxistina tax û navçeyan, saziyên heyî yên qada îdeolojî, çand, ragihandinê bi taybetî Tevgera Hilala Zêrîn, jinên rewşenbîr û weke din di her qadê de rêxistinek xurt heye. Ev hemû jî weke delegeyên Konferansê beşdar bûn. Ne tenê bi xebatkaran re sînordar hate hiştin, me Konferans li qempa jinên Efrînî tê de ne de li dar xist. Ji derveyî xebatkaran ev jin jî, jinên kedkarên malê ne ku beşdarî konferansê bûn. Zahîde wiha berdewam kir: “Ji her beşê jin beşdar bûn û heryekê nêrînên xwe parve kirin. Bi qasî 200 jinî beşdarî konferansê bûn. Em dikarin bêjin bi vê jimarê re moralekî mezin hate girtin. Di Konferansê de ji bo jiyana azad û civaka azad girîngî hate dayîn. Ger em îro qala zanistekê dikin em dixwazin parve bikin, nîqaş bikin, çareser bikin û bigihînin encamê. Ev jî bi nêrînên jinan re pêkan e.”   ‘Di her nîqaşê de encamên girîng hatin bidestxistin’   Zahîde mijarên sereke yên Konferansê bi van gotinan parve kir: “Di serî de bi perspektîfên Rêber Apo ya li ser felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ re me dest bi konferansê kir. Derbarê axaftinên rêhevala me Nagîhan Akarsel de sînevîzyonek hate teşameşekirin. Nêrînên navenda jineolojiyê ya Efrîn û Şehbayê hatin xwendin. Piştî van jî şahiyek ji aliyê jinên ciwan ên Şehbayê ve hate lidarxistn. Di konfersansê de cardin xebata atolye ya li ser çar mijarên weke tundiya li ser zarokan, tundiya bi riya medyaya dîjîtal, tundiya aborî ya çaremin jî li ser hezkirina cinsî pêk hat. Atolye bi koma Şehît Hîva ya Tevgera Hilala Zêrîn re bi dawî bû. Li ser van mijarên atolyeyê nîqaşên komî pêk hatin. Beriya em dest bi konferansê bikin jî me bi hemû beşan re jî cuda cuda amadekariyên atolyeyê kiribûn. Di encama hemû xebatan de nêrînên zengîn hatin girtin. Li dijî hemû cure tundiyan nêrînên bandorker hatin parvekirin. Bi taybetî em dikarin bêjin di encama her nîqaşê de çareserî derketin holê. Çiqas em dikarin projeyan ji bo zarok û jinan deynin, em çiqas dikarin komînên zarokan ava bikin. Di hemû mijaran de jî bi heman rengî, me sûdek mezin jê girt.”   ‘Plansaziyên ji bo xizmeta civakê hatin pêşxistin’   Zahîde encamnameya Konferansê bi van gotinan re parve kir: “Di encama nîqaşan de nirxandinên girîng pêk hatin û vê jî weke plansazî di encamnameyê de cihê xwe girtin. Me dît ku ev plansazî wê di xizmeta jiyana komîn a hemû nîştecihên herêmê de pêk werin. Ji bo jinên Ereb, ji bo jinên Kurd bêyî cudahî têkeve navberê hem nêrîn hatin girtin û hem jî encamnameyên ji bo berjwendiya hemûyan hatin pêşxistin. Ji bo pêşxistina xebatên xwe jî di hemû qadên civakê de em rêxistina xwe xurt dikin.”   ‘Em bi perwerdeyan civaka demokratîk pêş dixin’   Zahîde diyar kir ku Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê weke cihê perwerdeyê jî tê naskirin û têkildarî pêşxistina vê jî wiha got: “Bi riya perwerdeyan em xwe digihînin hemû qadên civakê. Weke sazîbûyîn, weke meclis û komînan. Di van 2 salên dawî de jî me gavên girîng avêt. Pêşxistina hişmendiya civaka demokratîk gav bi gav hate rûniştandin. Sê komîn di asta navendî de hatin lidarxistin. Di serî de ji bo hevalên mêr projeyên perwerdeyê hatin pêşxistin û hîna berdewam in. Ji bo bihêzkirina vê jî nîqaş hatin kirin. Ji bo hevsengî û aramiya di nava civakê de were parastin perwerde tê dayîn. Têkildarî mafên zarok, jin û hemû civakê çine têne nirxandin. Bingehek van hate avêtin û îro em dixwazin vê yekê pêşdetir bibin. Bi riya malbatan em dixwazin vê yekê bi ser bixin.”   ‘Armanca me veguherînên navneteweyî ne’   Zahîde xebatên wan ên di asta navneteweyî de jî wiha nirxand: “Tê zanîn li Berlînê û li Rojhilata Navîn jî konferansek jinan hate lidarxistin. Jixwe em weke jinên Rojavayî em ne tenê bi herêma xwe ve sînordar in, em di asta navneteweyî de dixwazin veguherînekê ava bikin. Xebatên me li Kurdistanê jî belav bûye, li ser Rojhilata Navîn jî û di heman demê de li Ewropayê jî ev belav dibe. Em girîngiyê didin zanist û rêxistinbûyînê. Ji ber vê jî hatin û çûyînên şandeyên jinên biyanî gelek çêdibin. Gelek welatên tên dixwazin fêr bibin ka şoreşa jinê çiye, çawa xwe birêxisitin kiriye, zanista jineolojî yan jî jin û jiyan çawa xwe bi rêxistin dike. Ev ji dibe sedem ku girêdanekî jinan û torekî wan ya berfireh pêkwere. Em li vir bi hevre bi jinên cîhanê re rêxistin dibin.”   ‘Me sînor derbas kirin’   Zahîde bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di pêvajoyek kin de me xwe bi rêxistin kir û me hewl da em derbikevin ji derveyî sînoran. Em çiqasî xwe bi rêxistin dikin pêwîst e em ewqas jî berhemên xwe parve bikin. Ji bo em bibin zanistek cîhanî. Wê bibe zanistek di pêşengiya jinê de cîhanê ronî bike.”