Parlamenterên di Nobeda Edaletê de bi biryar in: Wê tecrîd rabe 2023-01-20 09:04:53   STENBOL - Bi armanca tecrîda giran a li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û hevdîtin pêk bên Nobeda Edaletê ya hat destpêkirin bi dorveger didome. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca der barê mijarê de axivî û da zanîn ku hewcedariya civakê bi fikrên Abdullah Ocalan hene û mifteya çareseriyê Îmralî ye.   Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe û  du sal in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyên din ên li heman girtîgehê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayê girtin. Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de  malbata wî hevdîtinek telefonê ya kurt pêk anî.  Ji 25’ê Adarê heta niha tu bersivek erênî ji bo serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê nehat dayîn. Hat hînbûn ku di 4’ê Çileyê de cezayê qedexeya hevdîtinê ya nû hatiye dayîn. Parêzeran di 10’ê Çileyê de serlêdan kirin lê heman rojê dîsa hat redkirin. Parêzeran diyar kirin ku wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.   Ji bo Rêberê PKK’ê çalakiya Nobeda Edaletê   Li dijî polîtîkaya tecrîdê parêzeran, dayik, rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedaran çalakî û bername pêk anîn û di 28’ê Kanûna 2022’yan de parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re pêk bê li ber Wezareta Dadê dest bi  Nobeda Edaletê kirin. Nobeta parlametneran 20 roj li pey xwe hişt û tevî hemû astengiyan didome.   Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca der barê nobedê de nirxandin kir.   ‘CPT û Konseya Ewropayê ji tecrîdê berpirs in’   Feleknasê da zanîn ku tecrîda di şexsê Abdullah Ocalan de pêk tê  li ser gelê Kurd jî pêk tê û da zanîn ku desthilatdarî bi polîtîkaya tecrîdê siyaseta şer giran dike. Feleknasê wiha dirêjî dayê: “Birêz Ocalan di hevdîtinan de gotibû ‘Dewlet bixwaze ez di hefteyekê de pirsgirêka Kurd çareser dikim.’ Lê dewletê li dijî vê siyaseta şer meşand. Tecrîd wek encama komploya navneteweyî li ser gelê Kurd pêk tê. Ji tecrîdê tenê Tirkiye ne, CPT û Konseya Ewropa jî berpirs e.”   Li Îmraliyê çi dibe?   Feleknasê got Komîteya Wezîran ‘mafê hêviyê’ nakin rojeva xwe û Rêberê PKK’ê ji vî mafê bêpar dihêlin û got: “22 meh in agahî nayê girtin. Gelo li Îmraliyê çi dibe? Dewlet çi vedişêre? Çima parêzer naçin. Em vê qebûl nakin. Bila parêzer biçin, bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û çi heye derxin holê.”   Di Nobedê de bi biryar in: Wê tecrîd rabe   Feleknasê destnîşan kir ku hevserokên HDP, DBP û KCD’ê û parlamenterên HDP’ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pêk bê gelek caran serlêdan kirine û heta niha bersiveke erênî yan jî neyînî nehatiye dayîn. Feleknasê wiha bal kişand ser Nobedên Edaletê: “Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn û Ewropayê jî gelek girîng e. Xwedî li fikrên wî derdikevin. Em îro parlamenterên HDP’ê ji bo hevdîtin pêk bên Nobeta Edaledê didomînin.Em berpirsyariya Wezareta Dadê bi bîr dixînin. Hewcedariya civakê bi fikrên Birêz Ocalan hene.”   ‘Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye’   Feleknasê bi lêv kir ku yekane çavkaniya çareseriya pirsgirêkan Rêberê PKK’ê ye û wiha dawî lê anî: “Li Ewropayê kampanyaya ‘Ji bo Ocalan dema Azadiyê ye’ hat meşandin. Ji bo PKK ji lîsta terorê bê derketin li Ewropa hewldan hebûn lê siyasetmedar hatin qetilkirin. Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Efrînê didomin. Ev hemû girêdayî tecrîdê ne. Divê her kes li dijî tecrîdê rawestin. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye.”