Nobeda parlamenteran a li dijî tecrîdê di roja 21’emîn de ye 2023-01-19 13:08:38     ENQERE - Li dijî tecrîdê parlamenterên HDP'ê li baxçeya Meclîsê daxuyaniyek dan û diya kirin ku heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe dê Tirkiye negihîje demokrasiyeke rasteqîn.   Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikaribe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, dest bi Nobedê kiribûn. Çalakî di roja 21’emîn didome û parlamenter li ber Baxçeyê Meclisê daxuyanî dan. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hişyar Ozsoy, Mahmut Togrûl, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Omer Ocalan, Necdet Îpekyuz, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Huseyîn Kaçmaz, Zeynel Ozen, Kemal Pekoz tev li çalakiyê bûn û dowîzên, “Bila li Îmraliyê hiqûq bê sepandin” hildan.    Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di çalakiyê de axivî.    Meral, diyar kir ku ramana siyasî çi dibe bila bibe divê wezîfeya her yek ji demokratên Tirkiyeyê ewilî deşîfrekirina tecrîdê be û got: "Heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe ne mimkin e ku demokrasiya rasteqîn bê Tirkiyeyê. Em dibêjin ku kes tu encamê nikare ji tecrîdê bigire. Tenê dikare taloq bike û li demê belav bike û dibe ku bibe sedema giloka pirsgirêkan, veqetînin hestiyar û lêgerînên çareseriyê yên cuda.   Halbûkî çareserî bi qasî Girava Îmraliyê dûr e. Her kes dizane, dema ku li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin û diyalog dihatin kirin, heyama ku di pirsgirêka kurd de çareserî û aştî dihat axaftinê bû. Niha ev hêzên ku tecrîdê disepînin dizanin ku tekane kesê ku Tirkiyeyê ji çala kirîzê derbixe Ocalan e. Lê dîsa jî di tecrîdê de israr dikin. Ditirsin û dizanin heke tecrîd rabe, wê dawî li pergala wan dizî û talanê were. Baronên şer naxwazin ku tecrîd bi dawî bibe. Çimkî ji axaftina bo aştiyê û çareseriyê ditirsin. Daxwaza me ew e ku hiqûq û qanûn werin sepandin. Divê ku Îmrali bê girtin û dawî li tecrîdê bê anîn.”