Tifaqa Ked û Azadiyê: Pergala jiyana me Komara Demokratîk e 2023-01-19 10:28:41   STENBOL - Nûnerên Tifaqa Azadî û Kedê dan zanîn di mîtînga 15'ê çileyê de ya ku bi deh hezaran kes beşdar bûne de peyama wê tecrîda Îmraliyê bê rakirin û wê îktidara heyî bê şandin derketiye pêş û wiha hat gotin: "Pergala jiyanê ya ku tifaqê daniye ber xwe Komara Demokratîk e."   Di 15'ê çileyê de ji hêla Tifaqa Azadî û Kedê ve li Qada Kartalê bi dirûşma "Li hemberî şer, zext û xizaniyê bêjin bes e. Em ê bi hev re biguherînin" mîtînga  yekem a hilbijartinê hat lidarxistin. Bi 10 hezaran kes tevlî mîtîngê bû. Di mîtîngê de peyamen girîng hatin dayîn û hat diyarkirin ku tekane rêya çareseriyê tifqbûne. Tifaq bi hêz û coşa mîtîngê amadekariya hilbijartinê dike. Siyasetmedarên ku tevlî mîtîngê bûn nêrînê xwe anî ziman.  Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Îlknur Bîrol, destnîşan kir ku mîtîng di dilê Tirkiyeyê de pêk hat û got: "Pêkhatina mîtînga li Stenbolê girîng bû. Hemû reng li qadê kom bibûn. Li vir wêneyek derket holê û ev tişt nîşanê me da ku li Tirkiyeyê ji bilî Tifaqa Cumhur û Mîllî tifaqek din heye. Li Stenbolê di demên dawiyê de mîtîngek wisa nehatibû li darxistin."   Îlknûr, destnîşan kir di mîtîngê de dirûşma "Jin jiyan azadî" û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dirûşm hatin berzkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tecrîd edî ji hêla hemû gelan ve hatiye fêmkirin û li dijî tecrîdê jî bertek mezin dibin. Tecrîda li Îmraliyê ne tenê li hemberî Gelê Kurd wek 'rejîmek' hatiye pêşxistin. Bi tecrîda Îmraliyê îzalosyonê belavî li her derê dikin. Ji ber vê sedême têkoşîna li dijî tecrîdê netenê têkoşîna kurd e. Ev nêzîkatî di mîtîngê de bêtir ji hêla hemû beşên civakî ve hat nîşandan."   'HDP ne partiyeke bi tabelaye'   Îlknûr, di axaftina xwe de bal kişand ser Doza Kumpasê ya Kobanê û blokekirina hesabên HDP'ê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di mîtîngê de gel nîşan da ku HDP ne partiyeke bi tabelayê pêk tê û ji bo guherîna Tirkiyeyê aktoreke polîtîk e. Gel di mîtîngê de bersivek da û got ‘Hûn bigirin jî, bloke bikin jî hûn nirakirin siyaseta demokratîk asteng bikin. Em ne avakarên îro ne, em avakarên pêşerojê ne'."   'Em ê bi hev re bimeşin'   Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Ozge Akman, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser girîngiya tifaqê: "Di mîtîngê de derket holê ku gel bê alternatîf nîne. Ligel polîtîkayên zext û zordariyê ya AKP'ê, gel li qada mîtîngê civiyan. Ev tişt nîşan dide ku AKP dê ji vir biçe. Di mîtîngê de ev biryar derket holê. Em ê bi hev re bi kedkar, karker, gel, bêkar re bimeşin."   'Di serî de divê pirsgirêka kurd çareser bibe'   Ozge, diyar kir ku tîfaq dê di hilbijartinê de namzetek hevpar derxe û û wiha bi lêv kir: "Em ê heta dawiyê li dijî AKP'ê bibin yek. Îro şert û mercên xebatê yên çîna karkeran diyar e. Îro mûçeya asgarî di asta birçîbûnê de ye. Ev tişt şermek mezin e. Saetên xebatên her roj tên zêdekirin. Em ê hewl bidin ku vê şermê ji holê rakin. Em ê hewl bidin ku hemû karker bibin sendîkayî, mûçeyan zêde bikin û saetên xebatê bikin 6 saetan. Em di vê fikrê de ne ku heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe li ser demokrasiyê jî axaftin pêk naye. Pirsgirêk Gelê Kurd bi rêya diyalogê dê çareser bibe. Kesek nikare baweriya elewiyan asteng bike. Em ê azadiya jin û LGBTIQ+ biparêzin. Em ê Peymana Stenbolê bixin meriyetê. Em karker, kedkar, gel ên ku li ser vê erdnegariyê ji bo wekheviyê bi tifaqa xwe têdikoşin"    'Jin bi rengê xwe li qadê kom bûn'   Berdevka TOP'ê ya Stenbolê Nîlay Kuş jî da zanîn ku jin li dijî pergala serdest a mêr li qadê bi rengê xwe kom bibûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jinên ku li dijî pergala serdest a mêr li kolan û qadan têkoşîna xwe didomînin bi hêzek mezin tevlî mîtîngê bûn. Tifaqa Azadî û Kedê ji bo azadiya jinan û ji bo Peymana Stenbolê li hev civiyan. Jin jî dizanin ku têkanê rê ji Tifaqa Azadî û Kedê re derbas dibe. Ji ber vê jî jin li qada mîtîngê  dirûşma ‘Jin jiyan bilind kir."   'Em ê rêya xwe bi xwe xêz bikin'   Nîlay, destnîşan kir ku ji bo Gelê Kurd û Tirk rol û mîsyona tifaqê gelek girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî "Ji bo daxwazên hemû bindestan xeta berxwedanê hatiye xêzkirin. Ji bo mafê axaftinê ya her kesî 'Komara Demokratîk' hewce dike. Me di serhildana Geziyê de jî bi hev re têkoşînek da. Ev tişt ji bo Tirkiyeyê gelek girîn bû. Dê bi hêza ku derket holê tifaqê mezin bikin. Em ê bi alternatîfa 3'yem rêya xwe bi xwe xêz bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Ji her çar aliyên Stenbolê bi tevlîbûna 10 hezar kesî her kes berpirsiyartiya xwe pêk anî. Em ê jî berpirsiyatiya xwe ya li herêm, navçe, gund û taxan bi xebatên xwe pêk bînin. Bi avakirina meclîsên tax, jin, ciwan û elewiyan tifaqê bikin herêmî. Ji bo hilbijartinê dê stratejiyeke hilbijartinê bê avakirin. Em ê xebatên xwe bi biryarî bidomînin."