Li dijî bloqeyê kampanya: Têkoşîn wê li kolanê bidome 2023-01-19 09:03:44   Rozerîn Gultekîn   STNEBOL - Nûnerên partiyên siyasî der barê kampanyaya îmzeyan ji bo bloqekirina alîkariya xezîneyê HDP’ê de axivîn û gotin ev kampanya bertekek li dijî êrişên topyekûn e û wê li kolanan têkoşînê bidomînin.   Serdozgerê Komarê yê Dadgeriyê Bekîr Şahîn di doza ji bo girtina HDP’ê hatibû vekirin de daxwaz kiribû ku hesabê bankayê ya alîkariya xezîneyê ji bo HDP’ê bê bloqekirin û Dadgeha Destura Bigehîn (DDB) ev daxwaz red kiribû. Lê serdzoger ji nûve di 19’ê kanûnê de daxwaza xwe dubare kir. DDB’ê di 5’ê çile de daxwaza bloqekirina hesabên alîkariya xezînê bi 8 dengî qebûl kir.   Kampanya îmzeyan   Li dijî vê ji her alî bertek hat nîşandan. Bi pêşengiya rêxistinên civaka sivîl di 11’ê çile de kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de 76 sazî û 2 hezar û 393 kesî îmze avêt kampanyayê. Piştgiriya ji bo kampanyayê didomin.   Nûnerên partiya Çep a Keskan, Partiya Rizgariya Ji Nûve Sosyalîst (SYKP) û Partiya Şoreşger der barê kampanyayê de axivîn.   Kampanya berteka gel e   Endama MYK a Partiya Çep a Keskan Çîgdem Ozbaş got demek kurt de piştgiriya ji bo kampanyayê mezin bûye û wiha vegot: “Piştgirî didomin. Ev kampanya li dijî dijhiqûqiyan bertek e. Biryara ji bo bloqekirina hesabên HDP’ê hatiye dayîn li dijî Destura Bingehîne. HDP’ê dema benda hilbijartinê derbas kiribû ji dewletê tu piştgirî negirtibû. Yanî alîkariya xezînê bo HDP’ê tunebe jî me dît ku desthilatdariyê dikare têk bibe. Em ji xwe li dijî newekheviyê têdikoşin. Em ê ji ber vê piştevaniyê danîn holê.”   ‘Em bêdeng nemînin’   Çîgdemê wiha dawî lê anî: “Riya sêyemîn ji bo pegalê tehdîde. Ji ber vê jî tecrîdê li her qada jiyanê dikin meriyetê. Lê gel li dijî vê berxwe didin û dibêjin ‘em bêdeng namînin, em natirsin û serî natewînin’. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî van êrişan bêdeng nemînin û têkoşîn axwe bidomînin.” Zîhniyeta dewletê   Cigîra serokatiya giştî ya Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk jî der barê mijarê de axivî û got ji ser HDP’ê  peyamê didin civakê û wiha dirêjî dayê: “Partiyên beriya HDP’ê jî ji aliyê destilatdariyan ve hatin girtin. Ez zîhniyeta dewletê ye.Tu car hilbijartinek adîlane pêk nehta.  Divê gel şertên xwe heta dawî bide zorê. Ji alîkariya xezîneyê bêpar mayîn ji bo wan windahiyek mezine. Lê ji bo HDP’ê ne girîng e. Bêyî alîkariya hezîneyê jî wê xebatên me yên hilbijartinê bidomin.”   ‘Kampanya li dijî êrişan bersiv e’   Burcugulê wiha dawî lê anî: “Piştî her êrişê têkoşîna me xurt bûye. Piştî blqeyê bertekên hatin nîşandan, her tiştî datîne holê. Me jî kampanyayek îmzeyan da destpêkirin. Ji 2 hezarî zêdetir îmzevan hene. Di nav 76 saziyî de komele, partiyên siyasî û her wekê idn hene. Ev metn bersiva li dijî êrişane.”   ‘6 meh şûnde wê her tişt biguhere’   Endama Meclîsa SYKP Roza Kahya jî destnîşan kir ku bloqekirina hesaban girêdayê pêvajoya doza Kumpasê ye û wiha dirêjî dayê: “Şanoyekê dilîzin lê gel bi wan bawer nake. Ew dibêjin belkî wê derfetên HDP’ê kurt bikin û pêşî lê bigirin. Lê wisa nîne. Em her tim li kolanane. Bi têkoşîna kedkaran 6 meh şûnde wê her tişt biguhere. Li dijî xespa hatiye kirin kampanya hat destpêkirin û ev pêngavek bû. Îro gel dibêje em ligel HDP’ê ne. Ev tiştekî pir girîng e. Em ê ji her kesî re bêvejin ku HDP dixwaze welatekî çawa biafirîne. Em banga têkoşînê dikin.”