‘Mifta çareseriyê Îmralî ye’ 2023-01-19 09:02:55   WAN - Jinan diyar kirin ku ji ber agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nagirin bi fikarin û gotin mifta çareseriyê Îmraliye û balkişandin ser girîngiya têkoşînê.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Ev du sale jî tu agahî jê nayê girtin. Jinên Wanê der barê tecrîdê de nêrînên xwe anîn ziman û ji bo şikandina tecrîdê banga têkoşînê kirin.   ‘Heta tecrîd ranebe aramî jî tune’   Behîce Abî da zanîn ku ev du asle polîtîka tecrîda girankirî li ser rêberê PKK’ê di dewrê de ye û wiha daxuyand: “Divê ev polîtîka demildest bidawî bin û agahî ji Abdullah Ocalan bê girtin. heta tecrîd ranebe aramî jî tune. Heta tecrîd ranebe aştî jî pêk nayê. Dema hevdîtin bi birêz Ocalan re dihat kirin welat di aramiyê de bû. Cenaze nedihatin. Dayik nedigiriyan. Bi mirovan re hêviya aştiyê ava bibû.”   ‘Em hesretê aştiyê ne’   Behîceyê daxuyand ku ew ji dewletê tiştekî napên, ew tenê aştî, aramî, çand û zimanê xwe dixwazin û wiha vegot: “Em qesran naxwazin em mal û milk naxwazin em tenê aştiyê dixwazin. Em şer naxwazin. Ev du sale agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Lê yekane çareseriya pirsgirêkan Abdullah Ocalan e. Mifteya aştiyê Abdullah Ocalane.  Bi tecrîda li ser Ocalan hewl didin gel biçewisînin. Yekane sedema tecrîdê têkbirina gel e. Lê bila vê baş bizanibin, gelê Kurd wê şûnde gavê navêje. Gelê Kurd nasnama xwe ziman û çanda xwe dixwaze.”   ‘Têkoşîna me ji bo azadiya Birêz Ocalan e’   Hevseroka Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) Edîbe Babur jî balkişan ser tecrîda giran û bi lêv kir ku tecrîdê bandor li ser girtiyan û gel jî kiriye û got: “Divê demildest Abdullah Ocalan azad bibe. Em dixwazin demek kurt de nav me de me. Têkoşîna me ji bo vê ye. Abdullah Ocalan bi komployê teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Ji wê rojê de ye bin tecrîdê de ye.  Hevdîtin nayên kirin. Li girtîgehan jî tecrîd heye lê li Îmraliyê ya herî giran pêk bê.  Divê wek her kesî birêz Ocalan jî bigihêje azadiya xwe ya fizîkî.”