‘Bidawîkirina tecrîdê tê wateya aramiyê’ 2023-01-18 09:07:01   Marta Somek   STENBOL - Endama Lijneya Rêveberiya OHD’a Stenbolê Elîf Taşdogen ku ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serlêdan kir, diyar kir ku hemû serlêdanên hatine kirin tune hatine hesibandin û wiha got: “Bidawîkirina tecrîdê tê wateya ku tecrîda li ser civakê jî bê bidawîkirin.”   Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe û  du sale ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyên din ên li heman girtîgehê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yidirim agahî nayê girtin. Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de  malbata wî hevdîtinek telefonê ya kurt pêk anî.  Komiteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT)  daxuyaniyek da û diyar kir ku navbera 20-29’ê îlonê de çûye Tirkiyeyê û Îmrali ziyaret kiriye, Lê derbarê naveroka hevdîtinê de tiştek negot. Buroya Hiqûqê ya Asrinê piştî vê daxuyaniya CPT, diyar kir agahî girtine ku Abdullah Ocalan derneketiye hevdîtina bi CPT re.   Serlêdan bê bersiv didmînin   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku bi CPT re hevdîtin kir, fikarên wan ji holê raknekirin. Tecrîd her diçe giran dibe û li her çar alî cîhanê ji bo rakirina tecrîdê çalakî û bang tên kirin.  Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ku di vê mijarê de bi rêk û pêk hewldanên wan hene tu serlêdanên wan nayên bersivandin.   Endama Lijneya Rêveberiya OHD’a Stenbolê Elîf Taşdogen ku şexsî jî ji bo hevdîtinê serlêdan kiriye, der barê bêdengiya CPT, hewldanên wan ên bê encam mane û bidawîbûna tecrîdê de nirxandin kir.   Ji hiqûqnasan gelek serlêdan   Elîfê diyar kir ku wek OHD’ê gelek serlêdan kirine û wiha got: “Di 10’ê Hezîrana 2022’an de 775 parêzerî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re serî li serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Dîsa bi pêşengiya OHD’ê bi saziyên din re ji bo rakirina tecrîdê bang hatkirin û hat gotin ku divê CPT lêkolînanbike. Ligel vê hevserokên me yên OHD’ê, parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dan.”   ‘Hemû serlêdan tune tên hesibandin’   Elîfê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku herî dawî di 21’ê Mijdarê de li Şaxa Stenbolê start dane û li gelek bajarên Tirkiye û herêmê serî li baroyan hatiye dayîn û ev tişt daxuyand: “Lê ji bo van serlêdanan jî bersiv tune. Demek nêz de ji bo girtina randevuyê me serlêdan kir lê em li bendê bersivêne. Ev du sale parêzerên OHD’ê bê navber hewl didin. Lê tu bersiv nehat dayîn. Dema serlêdan bê kirin ya wê bê redkirin yan jî wê bê qebûlkirin. Lê bi awayekî kêfî hemû serlêdanên fermî tune tên hesibandin.”   'Tecrîdê bandor li hemû girtîgehan kiriye'   Elîfê da zanîn ku ji ber van pêkanînan tu hevdîtin li Îmraliyê pêk nehatine û wiha dirêjî dayê: “Divê tecrîd baş bê fêmkirin û venasîn. Ger ku tecrîd bandor li ser jiyana civakî û ruhî ya mirovan bike û ji jiyana civakî îzole bike ev pir aşkera nîşan dide ku tecrîde. Tecrîda giran ya li Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgehan kiriye. Ligel vê bandor li ser hemû civakê jî kiriye.”   ‘Tevgera kêfî wê birînên giran veke’   Elîfê balkişand ser bêdengiya CPT û da zanîn ku divê piştî serdanê daxuyanî bida û di vê mijarê de jî ev nirxandin kir: “CPT di raporên xwe de qebûl dike li ser Birêz Ocalan û girtiyên din tecrîd heye.Tevî vê bêdengiya xwe diparêze û tiştekî nabêje. Ev kêfiyetî wê rê li ber birînên giran vebike. Mekanîzma bê bandor dimînin. Tirkiye biryarên DMME û DDB’ê pêk nayne. Dewlet ji dijhiqûqiyê hêzê digire.”   Çima divê tecrîd bidawî be?   Elîfê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di rewşa tecrîd bidawî be wê civak bîhna xwe bigire û aramî pêk bê. Pir zelal tê dîtin ku tecrîdê bandor li ser hemû aliyan kiriye. Şikandina tecrîdê tê wateya şikandina tecrîda li ser civakê.  Li dijî tecrîdê berpirsyariyek mezin dikeve ser hiqûqnasan. Hiqûqnas bê têkoşîna xwe bidomînin. Ez bang li hemû rêxistinên hiqûqê dikim ku têkoşîna xwe bimeşînin.”