Mizgîn Xelîl: Bi kongreyê re em ê projeya azadiya jinê gerdûnî bikin 2023-01-18 09:02:58   Gulistan Şahîn   HESEKÊ - Berdevka Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl ku beşdarî Kongreya 9’emîn a Kongreya Star bûbû ji bo hevgirtina jinan wiha got: “Em çawa ji Yekîtiya Star ber bi Kongreya Star ve çûn, niha jî cardin em ê di aliyê yekîtî û hevgirtinê de projeya azadiya jinê gerdûnî bikin.”   Yekîtiya Star di sala 2005’an de hate avakirin ku jinên kurd di hundirê xwe de hembêz kir, piştî şoreşa jinan kar û xebatên jinan jî berfireh bû û gelek pêkhate beşdarî kar û xebatan bû, ji lewra Yekîtiya Star di sala 2016’an de xwe veguherand Kongreya Star ku hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hembêz dike. Kongreya Star beriya kongreyê konferansa Kantona û hemû rehendan li dar xist ku di salvegera damezrandina 18’emîn de kongreya xwe bi beşdarbûna hezar jinan li bajarê Hesekê li dar xistin. Kongre bi dirûşma “Bi ruhê têkoşîna şoreşa jinê, em ê serhildana jin jiyan azadî bi ser bixînin” diyarî serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê hate kirin. Di derbarê kongreya 9’emîn a Kongreya Star û hevgirtina jinan de Berdevka Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl nêrîna xwe parve kir.   ‘Kongreya Star bû deng û rengê jinan’   Mizgîn salvegera damezrandina 18’emîn a Kongreya Star li tevahî jinan pîroz kir û got: “Kongreya 9’emîn a Kongreya Star em li Rêber Apo, şehîdan û tevahî jinan pîroz dikin. Piştî lidarxistina Konferansên bajaran, niha jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kongre tê lidarxistin. Jinên kurd, ereb, suryan, kurdên Êzîdî beşdarî kongreyê bû. Piştî damezrandina Kongreya Star heta niha mirov dibîne bandora wê ya erênî di nava jinan de heye ku karibû li hember zihniyeta paşverû û zayindperest ku xwe li ser jinan ferz kiribû, Kongreya Star karibû li hember zihniyeta 5 hezar sal, ji bo bidestxistina azadî, wekhevî û edaleta jinê asta têkoşînê mezin bike. Ji yekîtiyê ber bi Kongreya Star ve çû ku yekîtî tenê ji jinên kurdan pêk dihat, lê Kongreya Star hemû pêkhateyan hembêz dike. Kongreya Star têkoşînek mezin dike ku îro dibe deng û rengê jinan. Kongreya Star ji bo rêxistinkirina jinan, pêşîgirtina li tundiyê, disiplîn û ji bo avakirina pergalek hevbeş di nava jin û mêran de, kedek mezin dide.”    ‘Jin jiyan azadî bû gerdûnî’   Mizgîn di dewama gotina xwe de bal kişand ser serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê û wiha domand: “Çawa ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê veguherî şoreşa jinê, îro li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî piştî qetilkirina Jîna Emînî serhildana gelan bi pêşengtiya jinan dest pê kir. Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li tevahî cîhanê bû gerdûnî. Şoreşa me bû nimûne ku îro dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li hemû cîhanê bi dengê jinê bilind dibe. Tu jin li hember tundî, dagirkerî û faşîzmê bêdeng namînin û her kes dixwaze bi azadî û îradeya xwe bijî. Ev yeka bi saya fikir û felsefa Rêber Apo bû ku jin bi rêxistin kir.”   ‘Yekîtî û hevgirtina jinan di kongreyê de derket holê’   Mizgîn bal kişand ser yekîtî û hevgirtina jinên cîhanê ya ji hev re û wiha dirêjî da gotina xwe: “Di asta cîhanî de yekîtî û hevgirtina jinan derdikeve holê. Her wiha konferansa Tûnisê ya jinan hate lidarxistin ku gelek jinên cîhanî beşdar bûn, wan jî piştgirî yekîtî û hevgirtina xwe ji şoreşa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re pêşkêş kirin. Di heman demê de li Berlînê jî Konferansa jinên cîhanî pêk hat ku li tevahî cîhanê jin beşdar bûn, li wir jî yekîtiya jinan derket holê. Her kesê ku xebatên jinan dike, tê wateya ku jin êdî paşverûtî, dagirkerî û koletiyê qebûl nake. Li her derê deng û rengê jinê bûye yek û dibêjin divê em bi azadî bijîn û bindestî tunebe û doza jiyanek aram, wekhev û demokratîk dikin. Jin temsiliyeta civak û netewan dike ku jinê karibû di pergala netewa demokratîk de cih bigire û temsîla xwe bigire û wek hevserok mafê jinan biparêze. Bandora şoreşa Rojava, li Rojava derket û bû şoreşek gerdûnî, civakî. Hevgirtin û yekîtiya jinan di vê kongreyê de ji her salê zêdetir, bi moral û bi cesaretir bû. Li her derê deng, helwesta jinan bûye yek ku mînaka dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li ber çav e. Ev kongre ji bo jinan di asta giştî de pir girîng e ku jin ji gelek welatan peyamên xwe ji vê kongreyê re şandin, ev jî tê wateya ku jin dixwaze xwe bi rêxistin bike.”   ‘Me soza xwe ji şehîdan re nû kir’   Mizgîn êrîşên dagirkeriya dewleta tirk wiha dinirxîne: “Êrîşên pir giran li hember jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk ve tê meşandin. Ev êrîşana dide diyarkirin ku jin di aliyê perspektîfdayînê de, felsefe, pergala azadiya jin, rêvebirina pergala netewa demokratîk de gavên girîng avêtiye. Ji lewra xeteriyek mezin li dijî şoreşa jin û destkeftiyên jinan de heye ku gelek jinên bi nirx, siyasetmedar, pêşeng û giranbûha hatin hedefgirtin. Ew jinên ku hatin hedefgirtin karibûn temsîla civaka xwe û netewa demokratîk bikin. Projeya netewa demokratîk, azadiya jin û rêxistina Kongreya Star û hemû xebatên jin di tehlûkeyek cidî de ne ku gelek jin jiyana xwe ji dest dan. Kongreya me bersiva êrîşan bû ku me got dijmin nikare îradeya me bişkîne. Di her kongreyek ku tê li dar xistin de em cardin soza xwe ji şehîdan re nû dikin û bi erk û berpirsiyartî radibin.”   ‘Em ê tevahî jinan hembêz bikin’   Mizgîn herî dawî da zanîn ku ew ê tevahî jinan hembêz bikin û wiha bi dawî kir: “Em çawa ji Yekîtiya Star ber bi Kongreya Star ve çûn, niha jî cardin em ê di aliyê yekîtî û hevgirtinê de projeya azadiya jinê gerdûnî bikin da ku tevahî jinan hembêz bikin. Em ê kar û xebatên xwe bikin mala hemû jinan ku gelek kar û xebatên bi nirx hatin meşandin. Jin jî rêxistinbûna xwe, pergala xwe ji Rêber Apo girtine, loma di kongreyê de cardin me soz da ku em ji bo azadiya fizîkî yê Rêber Apo, asta têkoşîn û berxwedanê mezin bikin û cardin Rêber Apo di nava xwe de bibînin. Di kongreya ku hate lidarxistin de gelek perspektîf, biryar û pilansazî derketin holê. Her wiha kurt û kêmasiyên ku rû dane me li ber çav derbas kir û bi çareserî, bername û dewlementir em ê tevahî jinan hembêz bikin.”