Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi dirûşman bi dawî bû 2023-01-15 14:19:08   STENBOL - Mitînga ewil a Tifaqa Ked û Azadiyê ya bi dirûşma "Em bi hev re biguherin" ku bi tevlibû»na deh hezaran dest pê kir, bi dirûşm û govenda li ber stranan bi dawî bû.    Tifaqa Ked û Azadiyê bi dirûşma “Em ji şer, xizanî û zextan re bibêjin bes e. Bi hev re biguherînin” li Qada Kartal a Stenbolê mitînga xwe ya ewil li dar xit. Bi deh hezaran kes herikîn qada mitîngê. Hevserok, serokên giştî û berdevkên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê di mitîngê de axivîn.    Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Julîan Gozen   Di mitîngê de ji ewil Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Julîan Gozen axivî û got; “Em soz didin ku dê kesên vî welatî ber bi çiravê ve dibin têk bibin.” Gozen, diyar kir ku îktîdar ji Tifaqa Ked û Azadiyê ditirse û wiha domand: “Ji me çi dizî bin em ê wan yek bi yek ji wan bistînin. Êdî gotin xelas bûye û rexê her kesî zelal bûye. Ev îktîdara faşîst a ku heta qirikê ketiye sûc, ji bo parastina kursiya xwe li dijî gel şer daye destpêkirin. Welat xistiye destê çete û mafyayan û dibêje dê dîroka hilbijartinê ew diyar bikin. Dibêjin ku ew dê diyar bikin bê ka kîjan partî dikarin bikevin hilbijartinê. Qaşo dê HDP’ê bigirin ku nûneriya milyonan dike. Ev gelê ku di 20 salên îktîdara we de serî li ber we netewandî ma dê niha li ber we bitewîne?     Gelê kurd, elewî, ciwan û jin bê alternatîf nînin. Vaye em li vê derê ne. Tifaqa me ne ne tifaqa patronan lê tifaqa karkeran e. Tifaqa kurd, elewiyan, tirkan, çerkezan e. Hesaba ku me ya li ser vê xakê heye ku dê bipirsin. Em bi tu cihan ve naçin. Hem zanîngehan û hem jî welêt em ê rizgar bikin. Tifaqa me tifaqa ciwanan e. Em tifaqa jinan e. Tekane hêza ku dê aştî û azadiyê bîne vî welatî, vaye li vê derê ye. Yên ku me ji bo xwe weke hêzeke amade dibînin divê bizanin ku ev gel dê vebijêrka xwe, bi xwe biafirîne. Em li vir ji bo Dayika Taybet ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû, ji bo kesên me di 10’ê Cotmehê de û li Pirsûsê winda kirin, ji bo kesên li Somayê jiyana xwe ji dest dayîn û ji bo Denîz Poyraz soz didin ku dê vê îktîdarê têk bibin.”    Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar: Îqtîdarê şer daye destpêkirin    Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk jî di mitîngê de destnîşan kir ku îktîdarê li dijî gelê Kurd şer daye destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Li vî welatî pirsgirêka kurd heye. Me jê re got werin em vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê wan li Amed, Mêrdîn, Şirnex û Wanê çi kirin? Wan Selahattîn Demîrtaş girtin û xistin nava çar dîwaran. Em vê yekê qebûl nakin. Dibêjin; ‘Em ê sînorên Sûriye û Iraqê derbas bikin.’ Dibêjin; ‘Em di şevekê de jinişkan ve bên.’ Dev ji şer berde, silha xwe bi gelê kurd re bike.    Gel, li dijî xizanî û hejariyê têdikoşe. Serokkomar Erdogan, kedkarên ku di bin navê krîza aborî de roj bi roj dieciqin bi ‘mizgîniyan’ dixapîne. Di vê navberê de heqdestê karkeran hate eşkerekirin. Erdogan dema radigihand, li pêşiya qesra xwe li kamerayan nihêrt û bişirî. Ez li vir ji Erdogan dipirsim, tu bi kê keniyayî? Tu li çeteya 5’an keniyayî yan ji bo hikûmeta xwe ya bêwijdan keniyayî? Erdogan ji bîr neke, tu li wir keniyay lê yên dawî dikene baş dikene. Dê gel di dawiyê de pir baş bikene. Em dibin yek, bihêz dibin. Tu hêz nikarin gelên bûne yek têk bibin. Gelê me li vê derê ye, netirsiya,  têk neçû. AKP em ê te têk bibin. Dê ketina te bi destê Tifaqa Ked û Azadiyê be.”    Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP): Em ê namzedê xwe diyar bikin    Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz jî di mitîngê de axivî û girse silav kir û wiha got: “Dixwazin qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî tayîn bikin. Tayînkirina qeyûman a li şaredariyên HDP’î û ya li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê heman tişt e. Beyî Tifaqa Ked û Azadipyê, heta ku hûn Amedê negirin cem xwe, hûn nikarin vê dorpêçê rakin. Werin em bibin yek û bi hev re vî welatî azad bikin. Em ê rêveberiya yekzilamî û pergala çete û mafyayan têk bibin. Dê gel we têk bibe, gel ji kesekî mezintir e. Baş guh bidin vê pêlê. Karkeran guh nedan qedexekirina grevan, guh nedan biryara Erdogan û bi ser ketin. EYT’iyan demekî dirêj li ber xwe dan û bi ser ketin. Li Edeneyê karkerên sayayê, li Amedê karkerên firneyan û karkerên di sektora xurekan de li ser pêya ne. Em di bin yek û wisa tên. Dê Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê xwe derxîne. Gelo hûn vê rayeyê didin Tifaqa Ked û Azadiyê?”    Pervîn Buldan: Ev hêj destpêk e   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan jî anî ziman ku ew ji bo ku ji şer, xizanî, zext û polîtîkaya tecrîdê re bibêjin “bes e” li qadan e û wiha dom kir: “Di heman demê de ji bo ku bibêjin ‘jin, jiyan, azadî’ li vê derê ne. Ji bo ku ji talankirina xwezayê, talankirina jiyanê û talankirina hiqûqê re bibêjin bes e em hatine vê derê. Ji bo ku li dijî rejîma AKP-MHP’ê ya ku dixwaze vî bajarê xweşik ê demokrasiyê veguherîne navenda tarîtiyê bisekinînin em li vê derê ne. Ev hêj destpêk e. Dê 82 milyon kes vî hewayî hîs bike. Dê Stenbol di hilbijartinan de dîsa xwe îspat bike. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Em xwedî serpêhatiyeke serkeftinê ya 7’ê Hezîranê ne. Bi tifaqa xwe re, bi dosên xwe em ê mohra xwe li vê hilbijartinê bidin.    Em starta hilbijartinê didin   Heke em di hilbijartinan de li Stenbolê bi ser ketin, ev tê wê wateyê ku li tevahiya Tirkiyeyê bi ser ketin. Stenbol Amed e, Cizîra Botan e, Serhed e, Behra Spî ye, Behra Reş e, Ege ye. Stenbol, HDP ye. Ev qad, qada Mahîran, Kemalan, Îboyan, Mazluman, Orhan Doganan, Berkîn Elvanan û Mûsa Anteran e. Em li vê qadê starta hilbijartinê didin. Hevalên hêja, armanca me ew e ku hîn mezintir bibin. Ev tifaq dê hêj mezintir bibe û teqez vê pergalê biguherîne. Lewma jî ev hilbijartin xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Dê bi vê hilbijartinê re her kes roniyê û tarîtiyê hilbijêre. Yan demokrasî yan jî faşîzm dê were hilbijartin. Di heman demê de ev hilbijartin dê bibe hilbijartina ku em fîşê tifaqa AKP-MHP’ê dikêşîn. Ev hilbijartin dê rê li ber aştiyeke birûmet vekin. Dê bi van hilbijartinan re dawî li polîtîkaya şer û tecrîdê bê anîn. Dê ev hilbijartin bibe hilbijartina jinûveanîna Peymana Stenbolê. Tiştekî din jî heye, dê ev hilbijartin bibe hilbijartina ku em namzetê xwe bi xwe diyar bikin. Bi kurdên xwe, bi elewiyên xwe, bi sunî û ermenên xwe em ê bi şev û roj bixebitin û bi ser kevin.”    Piştî axaftna Pervînê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê derketin ser dikê û bi dehhezaran silav kirin.    Hevserokê Giştî yê HDP'ê: Tifaqa mezintir dibe   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî bi lêv kir ku tifaqa wan roj bi roj mezintir dibe û wiha direjî da axaftina xwe: “Dê bi saya gelên ku xwe li dora Tifaqa Ked û Demokrasiyê digirin, dawî li lîstiya şer a îktîdarê bê anîn. Em ê li dijî şer, tifaqa herî xurt a aştiyê ava bikin. Her şer û operasyon, ji pariyê nanê me didize. Xelkê hejar hîn bêhtir hejar dike. Dixwazin pêşeroja vî welatî xesp bikin. Em jî ji vê re dibêjin êdî bes e. Me got ku em ji bo guhertinê tên. Em ê bi hilbijartinê re li her qada jiyanê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê tifaqa xwe berfirehtir bikin û bikin navenda demokrasiyê. Ev tifaq, ji bo komara demokratîk tê. Em tên, em ê biguherînin. Em li dijî şer aştiyê, li dijî derewê jî ji bo avakirina heqîqetê tên. Em ê bi ser kevin, teqez dê bi ser kevin. Ev hêz dê vî welatî ber bi demokrasî, aştî, ked û azadiyê ve bibe.”    Piştî axaftina Hevserokên HDP'ê  Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, pêkhateyên HDP’ê DBP, Partiya Şoreşger, ESP, SODAP, SYKP û Partiya Pêşerojê ya Çepa Kesk derketin ser dikê û bi dehhezaran kes silav kirin.    Berdevkê Federasyona Meclisê Sosyalîst (SMF): AKP -MHP cudakariyê dikin   Berdevkê Federasyona Meclisê Sosyalîst (SMF) Bariş Kayaoglû jî di mitîngê de got ku îktîdara AKP-MHP’ê li hemberî hemû derdorên ji wan cuda cudakariyê dike û ev tişt anî ziman: “Weke encameke polîtîkayên faşîst ên îktîdarê, hesabên alîkariya xizîneyê yên HDP’ê hatin bloqekirin. Heke em bi hev re rê li ber vê rewşê negirin, dê ev dorpêça faşîst hêj mezintir bibe. Di budçeya 2023’yan a li parlamentoyê de ji karker û kedkaran standin û dan dewlemendan. Razemenî bo şer kirin. Em dizanin ku serveta wan ji tiştên me dizîne pêk tê. Em ê pêşî li ber vê pergala şêlandinê û vê çerxa zilmê bigirin. Em dikarin li cîhaneke hîn adilane bijîn. Tifaqa Ked û Azadiyê jî yek ji mînakên vê ya herî baş e. A herî girîng jî ew e ku em mecbûr nînin partiyeke sermayeyê hilbijêrin. Em dikarin hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em ê bi hev re di vê rêyê de bimeşin û bi hev re biser kevin.”    Mîtîng bi govenda li ber sitranan bi dawî bû.