‘Polîtîkayên bêcezahiştinê Mutlu Menekşe qetil kirin’ 2023-01-15 09:03:40     ÎZMÎR - Mêrê ku li Manîsayê di dîrokên cuda de sê jin qetil kirin, di pandemiyê de bi efûyê ji girtîgehê derketibû. Jinan diyar kirin ku ev bandora polîtîka bêcezahiştinê ya dewletê ye û got divê piştevaniya jinan zêde bibe.   Mêrê bi navê Necatî Akpinar  jina bi navê Mutlu Menekşe ya bi mehra olî pê re zewicandî qetil kir. Piştre derket holê ku gumanbar di 1984’an de Emîne A. ya pê re zewicandî qetil kiriye, hatiye girtin û hatiye tehliyekirin, her wiha Fatma A. ya ku pêre zewicandibû jî di 2003’yan de qetil kiriye. Derket holê ku gumanbar 2 sal berê hatiye tehliyekirin. Bertek û nerazîbûnên li hemberî bêcezahiştina kujeran didome.    Jinan diyar kirin ku dewleta ku Peymana Stenbolê fesh kiriye ji qetilkirinê berpirse û banga bilindkirina têkoşînê kirin. Derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn.   ‘AKP berpirs e’   Ji Tora Parastina Jinan Emîne Akbaba bertek nîşanê berteka wezareta dadê ku pandemiyê de qanûn derxist û kujerên jinan berdan da û got: “Desthilatdariya kujeran bi bêcezahiştinê teşwîq dike, Peymana Stenbolê fesh dike ji kuştina jinan berpirse. Musa Orhan got ‘hûn li ku gilî dikin bikin’.  Ev nîşan dide ku edeta mêr kujerên jinan xelat dike. Li Manîsanê bûreyê rû da û gumanbar hevjîna sêyemîn qetil dike. Tê dîtin ku gumanbar di pandemiyê de ji efûyê fêde girtiye. AKP ji van kuştinan berpis e. Em jin wê piştevanî û torên parastina cewherî bihûnin.”     ‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’   Ji Demîr Leblebî Elîf Kuçukakgul jî daxuyakirin ku dewleta mêr edeleta mêr pêk tînin û li dijî qetilkirinên jinan polîtîka bêcezahiştinê pêk bê. Elîfê di berdewamiyê ev tişt anî ziman: “Niha bi dehan girtiyên siyasî bêyî hincet tên girtin. Lê kujerên jinan, tecawizkar tên berdan. Em dibînin ku edelet pêk nayê. Em wek jin û LGBTÎ, ewlehiya canê me tune. Em dibînin ku edeleta mêr pêk bê. Divê jin li dijî van polîtîkan li her derê li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin û xwe rêxistin bikin.”   ‘Divê dersên wekheviya zayenda civakî bên dayîn’   Sekretera Jinan a Hejmar 2 a Egîtîm Senê Zelîha Danyelî destnîşan kir ku rejîma yek mêrî û hiqûqnasê ku gumanbaran ceza nakin hene û wiha pê de çû: “Li şûna gumanbar bên girtin jinên li qadan dengê xwe bilind dikin tên girtin. Lê em ê gotina xwe her tim bêjim. Yek ji sedemên herî mezin jî pergala perwerdê ya baviksalariyê mezin dike ye. Li dijî vê yek ji lingên têkoşînê ya herî mezin perwerde ye. Em wek Egîtîm Sen dixwazin wekheviya zayenda civakî di hemû kategoriyên dersan de bên dayîn.”   'Jinan hepsê malê dikin'   Ji Piştevaniya Mor Sîbel Orkmez jî diyar kir ku pergala dewlê li ser binpêkirina jinê û serîtewandina jinê hatiye vakirin û vê jî bi polîtîkayên xwe pêk tîne. Sîbelê wiha dawî lê anî: "Dewlet dixwaze jin xizmetê ji mêr re bikin, zarokan bînin dinê, li zarokan binêre, li kal û pîran binêrin. Bi vî awayî hepsê malê dikin. Dewlet ji ber vê mêran teşwîq dike. Em nikarin behsa pergalek hiqûqê jî bikin. Çawa dibe ku Şebnem Korur Fîncanci tê girtin lê kujerê Ezgîn Zerkîn û Mutlu Menekşe bi rehetî li kolanan digerin. Em ji vir vê tiştê derdixin, polîs ne polîsê meye, dozger ne dozgerê me ye, qesrên edeletê ne yên me ne, hemû yên wan û desthilatdariya ku wan diparêze ye.”